LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)
0 Yorum
23-09-2021

E- XWEZAYA CIVAKÎ Û HEQÎQET:

1- Pênasekirina Heqîqeta Civakî;

Civakbûyîn weke rastiyeke hatiye avakirin a esas afirîneriyeke mirov e. Bêguman em di wî de mîqdara maddeyê û pêşketina wî ya biyolojîk ji nedîtî ve nayên. Em dizanin ku ev weke rastiyên fizîk, kîmya û biyolojiyê têne lêkolîn. Her weha antropolojî û psîkolojî yên mirov weke cins û zêhn lêdikolin di qada xwe de maneyê çêdikin. Herçend em rexne jî bikin, tiştên em ji rewşa parçebûyî ya zanistê hîn dibin hene. Em timûtim behsa asta cihêwaz a serwextbûnê ya rastiya civakî dikin, em vê dikin da ku ferqa wê ji zanistên din were fêhmkirin. Eger em vê ferqê nebînin, em ê jî bikevin şaşiya mezin a pozîtîvîst ketinê û em ê nikaribin xwe ji nexweşiya ‘zanistiyê’ rizgar bikin. Xwezaya civakî bi xwe hebûneke welê ye, mejiyê xwezayê herî zêde li cem heye. Belkî mirov hêmanên cihê yên zêhniyetê bifikire di cih de neyê dîtin, lê zanist ji civaka dîrokî hat qutkirin û di xizmeta şaristaniya fermî de bezandin û xistin roleke welê ji desthilatdariyê re kirin çavkaniya hêzê ya herî berhemdar û ev jî dike ku em bi giringî zêhniyeta jiyana şaristaniya demokratîk û avabûna wê di ber çavan re derbas bikin. Zanist û hegemondariya îdeolojîk a şaristaniya fermî weke zêhniyet û avabûna wê, tevahiya dîrokê timî çalakiya li dijderketina wê û pêkanîna alternatîfa wê dewam kiriye. Têkoşîna îdeolojîk û tevgerên zanista alternatîfê her tim hebûn. Şaristaniyên klasîk ji wan sîsteman in ku herî zêde pêşketina mejiyê analîtîk îstîsmar kirine. Ji bo rastiya îstîsmarkariya xwe veşêrin û ser bigirin, serî li her cure xapandinên tewşo mewşo dane, ji çaviyên form û nîşanên xeyalperest gelekî sûd wergirtine. Di qada mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê de rastiya xwe ya maddî weke rastiya giştî ya civakî pêşkêş kirine, û timî hewldane bidin qebûlkirin ku ji bilî heqîqeta wan gera li heqîqetê hewldaneke tewş e.

Li ser vê îdeala ‘tekperest’, şopên sermaye û yekdestdariyê yên xwe weke ‘rêya yekane û tek a rast’ dibînin heye. Ji ber ku ew xwe bi vî awayî ferz dikin. Gelek rengên cuda yên Xwezaya Yekemîn û Duyemîn hene, lê mîna ku van rengan bi rengê gewr boyax bikin û hewl dane bidin qebûkirin ku rengê bi tenê gewr e. Ji nirxê zêde yê berhevkirî bi mîqdareke gelekî kêm weke sermayeya entelektuel bi kar tînin û bi vî awayî ti carî hegemondariya îdeolojîk kêm nekirine. Sîstemên wan ên dibistan û perwerdeyê bûne cihê jiberkirina şêwazên wan ên jiyanê. Zanîngeh, qada lê heqîqet û nasnameya civakî weke ya xwe qebûlkirin ne, weke qadên înkar û li derve hiştinê hatine bi karanîn. Avahî û naveroka zanistê, li ser navê objektîvbûnê bi îhtîmam hatiye tenzîmkirin ji bo rastiya civaka dîrokî ya xwezaya civakî bike obje û wê ji rola sûbje (kirdar) derxe. Mekanîzmayên li ser xeteke hişk a şaristaniyê weke form û pîvanên gerdûnî yên îdeal hatine pêşkêşkirin. Ez yeqîn nakim ku dîroka xwezaya civakî hem paradîgmatîk hem jî ampîrîk gihiştiye maneya xwe. Nivîsên li ser dîrokê yên ji wan re dîroka civakî têne gotin, ji beşên zêde parçebûyî yên sosyolojiya pozîtîvîst wêdetir ti maneyê îfade nakin. Ji teswîrkirina parçeyekî yekpareya beden wêdetir naçin.

Heta paradîgma modernîst a kapîtalîst li dawiyê neyê hiştin, bihêlin heqîqeta dîrokî were fêhmkirin, wê ji dîroka dînan zêdetir ser heqîqetê bigire û bê mane bike. Ev nêrtina paradîgmatîk a Marks encamên wê yên dîrokî di roja me ya îro de baştir têne fêhmkirin. Dîroka şaş, tê maneya pratîka şaş. Bi giştî şaristanî û bi taybetî jî nêzîkatiyên paradîgmatîk û ampîrîk yên modernîteya kapîtalîst heta li dawiyê neyên hiştin, xwe gihandina nêzîkatiya paradîgmatîk û ampîrîk a xwezaya civakî pêk nayê. Ya ez li vir dikim, herçiqasî bêyî amadekarî be jî xwe li caribandinekê radikişînim. Dîrok sê şiklên civakan an jî şêwazê wan nas dike: civaka klan a destpêkê, dewleta çînî yan jî civaka şaristaniyê û civaka demokratîk. Nêzîkatiyên dîrokê weke xeteke dûz digirin dest û pêşketina li ser vê xetê bi navê civaka destpêk, koledarî, feodal, kapîtalîst û sosyalîst kategorîze dikin jî dogmatîk in. Bi gotineke din nêzîkatiyên bi vî rengî îdealîst û qederwarî ne. Ya girîngtir, li gorî bi navkirina min hersê şêweyên civakê jî li ser xeteke dûz pêş nakevin. Ev nêzîkatiya me nêzî sîstemekê ye ku li dora xwe hûrûkûr û berfireh digere. Tevî ku ez fonksiyona diyalektîk qebûl dikim jî şîroveya dibêje du serî hevdu tine dikin û pêşde diçin rast nabînim. Nêzîkatiya fonksi-yonên bingehîn ên gerdûnê bi tez, antî-tez û sentezê şîrove dikin dikarin zêdetir bibin mentiqekî kêrhatî yê ravekirinê. Lê belê têkiliya simbiyotîk a hev xwedîkirinê ku cihêtî û dewlemendiyê mumkin dike, weke şêwazekî têkiliya diyalektîkî yan jî têgihişti-nê nêzî rêveçûna diyalektîka xwezayê ye. Yan jî xwedî xisletên ravekirinê ye. Divê mirov ji bîr neke û haya xwe jê hebe ku di gerdûnê de ji pirtikên piçûk heta yekparebûna di asta kozmosê de, dualîteyên van pêkhatinan mumkin dikin û ya ji bandor û têkiliya van dualîteyan derdikeve holê, herduyan jî di hinavê xwe de dihewî-ne, lê ji yekparebûna herduyan wêdetir şêwazê pêkhatineke cuda esas e, gerdûnî ye. Em di bingehê tevahiya veguherîn û pêşketinê de vî şêwazê pêkhatinê dibînin.

Civak jî li derveyî vî şêwazê pêkhatinê hebûnek nîne. Xwe-diyê heman zimanê pêkhatinê ye. Bi kurtî, dualîteyan timî pêk tîne. Ji ber vê jî herduyan di hinavê xwe de dihewîne, lê ji yek-parebûna herduyan wêdetir jî derfetê dide pêkhatinên nû. Bi vî awayî serwextbûna me li diyalektîka veguherîn û pêşketina civakan, me hewcedarî zêdetir agahiya berçav dike. Em kengî bi vê têgihiştina diyalektîk nêzî şiklê civakan ên ji parçeyên herî piçûk heta yê yekpare pêkhatî bibin hingî hêza me ya hiskirin û şîrovekirinê, xisletên me yên mirovane ango potansiyela me ya mirovê azad wê hînê zêdetir bikevin nava tevgerê. Em dikarin civakê di ferd de berçav bikin hem ferdê azad ê bi berpirsiyarî pêş bixin, hem jî em dikarin civaka ji ferdên azad bi tesîr bûyî azad bikin. Derfetên azadbûnê herî zêde xwedî şensê wekheviye- ke baş û potansiyela demokratîkbûnê ne. Ez divê dubare bînim ziman ku wexta ez dînamîzma sêalî ya rastiya civakî destnîşan dikim ez keşfeke nû nakim. Ez bi tenê hewl didim kirasê dînamîzma pêkhatina gerdûnî li civakan bikim. Eger were pirsîn ka çima dînamîzmên sêalî, ez ê bibêjim; ji ber HEBÛNê. Eger ji hebûnê re jî weke pirs bersivek bivê, wê wextê divê em pirsa ‘em çima hene’ bikin. Lê li gorî min hebûn nayê guftûgokirin. Eger hebûn tinebûya, jixwe hewce bi vê pirsê û pirsên din nedima. Ji tiştekî tine re cih tineye. Di rewşa tine-bûnê de bi tenê pêk nehatin heye ango mirov dikare behsa ne tiştekiyê bike, ev bi xwe jî ew tiştê em jêre dibêjin beredayî ye, tewş e. Eger em hebûn, çêbûyînê qebûl bikin, wê wextê manedar e ku em behsa şêweyê çêbûnê bikin. Pê hisiyabûn ku bi tevahî maneya jiyanê, bi tevahî pêşketina fikrê ji pêkhatina guherîn û pêşketinê ye. Li ser vî hîmî, ji kategoriyên fikrê yên zanistî, felse-fî, dînî û mîtolojîk kulliyateke mezin pêk anîbûn. Ma em dikarin van kulliyatan înkar bikin. Di bingehê meseleyê de bi tevahî hemûyan xwestiye bersiva çêbûn û hebûnê bidin. Hin ji wan serî li rêbaza mîtolojîk û hinan ji wan jî serî li rêbaza dînî daye, van jî têra wan nekiriye, kategoriyên zanist û felsefeyê di hewara wan de hatine. Fonksiyon yek e, lê bersivên wan cihê ne. Li sedemên çêbûna hebûnê, çawa çêbûye û armancên wê her tim hatiye pirsîn û her kategoriyê li gorî disîplîna xwe hewl daye bersivan biafirîne. Weke disîplîna herî bi îdîa zanistê dînamîzma sêalî ya pêkhatinê bi pirranî rohnî kiriye. Wexta ku em di asta mekanîka kûantûmê de li dualîteyên madde-enerjî û pêl-parçik binêrin, em ê bibînin ku timî rê li ber pêkhatinan vedikin. Û encama ku berhema van pêkhatinên dualîte ye, weke dewama wan a sêyemîn derdikeve holê. Jixwe tevgerên vê dualîteya madde-enerjiyê gerdûnî ne.

Herdu dualîte xwe di nav a sêyemîn de bi veguherînê dewam dikin, veguherîn bi awayekî pêşketinê yan jî berevajî bi paşketinê xwe dewam dike ango dînamîzma hebûnê piştrast kiriye ku ev şêwaz karekterê wê yên bingehîn e. Jixwe hewce nake ku mirov ji nû ve piştrast bike. Em li xwe binêrin. Zaroka dê û bav, gelekî dişibe dê û bav, ji herduyan digire û dewam dike, lê ev yek cihêwaziyeke nû û bi şêweyekî nû temsîl dike. Ev cihêwazî gelekî hêdî dibe û ev yek di her bûyera xwezayê de bi vî rengî ye. Ev rewşa mirov weke çêbûna zereyeke ezelî jî dikare were şîrovekirin. Ya rastî çêbûn bi vî şêwazî dikare di şerê hebûnê de bi ser bikeve. Çi ye şerê hebûnê? Mirov çawa mana xwe misoger dike? Mayîn, xwe bi guherînê dewamkirin e. Çima? Dibe ku ji bo piştrastkirina hebûna xwe be. Yan jî bi guhertinê temaşekirina li xwedayetiya hebûnê be! Ya bi serê mirov nakeve û dûrî aqilan ev e: diviyabû em bi çavdêriya li tiştên çêbûne yên li nêzî xwe, bibin xwedî mentiqekî, lê çima em ji van heqîqetên bingehîn evqas dûrketin an jî hatin dûrkirin? Eger em vê rewşa beredayî û dûrî aqilan zelal bikin, em ê wê wextê karibin bên ser meseleya bingehîn. Ez behsa karekte-rê rêveçûna diyardeya civakî dikim ku hînê ji destpêkê ve bi vegotinan li hev hatiye alandin, sernuxumandin û piştperdekirin. Civakbûnê çima hewcedarî bi van veşartin û piştperdekirinan dît? Mejî li hemberî van bûyeran çima weke hisî û analîtîk bi du awayan dabeş bû? Fonksiyonên wan çi bûn? Bi bersivên em bidin, em ê karibin civakbûyîna xwe weke heyî, weke em di-xwazin şîrove bikin û biguherînin. Mirov weke kirdar DIKARE ŞÎROVE BIKE Û ÇAWA DIXWAZE DIKARE BIGUHERE. Lewma mirov hebûneke xwediyê vê qabîliyetê ye. Şîrove û daxwaza gu-hertinê, bi gotineke din fikirkirin, pêhisîn û xwestek çiqasî li gorî dînamîzma pêkhatinê be, şensê pêşketina şêweyê nû ewqasî zê-de ye. Çendîn jê dûr bikeve jî di civakbûnê de yan muhafezekar dibe yan jî paşve dikeve. Pêşketina mejiyê hisî û analîtîk li dora van pirsan pêk tê.

Eger civak bi dualîteyên weke paşketî-modern, kapîtalîst-sosyalîst, pîşesaz-cotkar, pêşverû-paşverû, bi çîn-bê çîn, bi dewlet-bê dewlet bêne pêşkêşkirin, ev zêdetir terîfa nêzî heqîqetê ya civaka xwezayî vedişêre û xwedî meyla sergirtina wê ye. Dualîteyên bi vî rengî mirov ji heqîqeta civakî dûr dixin. Li şûna ku mirov Xwezaya Civakî bi maneyên mîtolojîk, dînî, metafizîk û zanistî (pozîtîvîzm) hûnandî weke heqîqeta hişk a gerdûnparêziyê pêşkêş bike, bi şertê zeman û mekan ve girêdayî weke şêweyekî herî nerm ê hebûna gerdûnî li ser bingehên cudahiyên dewlemend manedarkirin wê pêşkêşkirineke zêdetir nêzî heqîqetê be. Her şîroveya bêyî ku xisletên Xwezaya Civakî baş bêne naskirin were kirin wê pêngava zanista civakî û guhertina pratîk dikare rê li ber reaksiyonên ters veke. Ji nêzîkatiyên xwedayî heta bi nêzîkatiyên pozîtîvîst tevahiya dîrokê vegotinên hatine pêşdebirin, eger nikarîbûne li yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê pêşî bigirin ji bo dernekeve asta herî jor, wê wextê divê hûrûkûr xwe rexne bikin û şîroveyeke zêdetir mirovane li ser xwe bikin, ev ji bo xizmeta ji civaka exlaqî û polîtîk re wezîfeyeke bivê nevê ye. Ya karektera Xwezaya Civakî didiyê terîfa civaka exlaqî û polîtîk e ku di nava cudatiyê de yekîtiya xwe dewam dike, dîroktî û yekparetiya wê ya sereke bi rola diyarker radibe. Der barê civakê de sifetên weke kovî, modern, fodal, koldedar, kapîtalîst, sosyalîst, pîşesazî, cotkarî, bazirganî, peredar, dewletdar, neteweyî, hegemon û hwd. yên gelekî têne bi karanîn ti ji wan sifetê diyarker ê Xwezaya Civakî îfade nake. Berevajî ser digire, di encamê de maneyeke parçebûyî dide û ev jî der barê civakê de cewherê bi cihanîn û nêzîkatiyên teorîk û pratîk ên şaş pêk tînin. Rejîma heqîqeta civakî bi zêdetir rexneyan divê ji nû ve were birêkûpêkkirin. Bêguman ez behsa ji nû ve afirandina xwedayetiyekê nakim. Lê ez bawer dikim ku xisleta herî jêhatî ya aqlê mirov di wê hêzê de ye ku li heqîqetê bigire û ava bike.

a- Heqîqeta Civakî û Ji Destdayîna Wê;

Xwezayên civakî aliyê wan ê zêhnî pêşketî û nerm in. Mane barkirî ne. Bi giştî barê maneyê yê li cem bi canan ji yê bê canan zêdetir e. Ji perçikê herî besît ê atomê ber bi pêkhatinên herî tevlîhev mane zêde dibe. Zêdebûna maneyê têkiliya xwe bi azadiyê re heye. Di dualîteya enerjî-maddeyê de aliyê jêre perçikê maddî yê hişk tê gotin her tim bi astengkirina maneyê berpirsiyar e. Mîna dîwar e. Dîwar ên di nava xwe de diparêze, lê di heman demê de wan hepis dike. Di gerdûnê de ev dualîte di her diyardeyê de heye. Dîwar carnan bi temamî dibe amûrekî parastinê, carnan jî vediguhere amûrekî hepiskirin û girtîxaneyê. Beşê maddeyê timî xisleteke xwe ya bi vî rengî heye. Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin weke civakên herî pêşketî têne terîfkirin. Ev civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pirr baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan pirralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe pirralî ava bikin.

Di çarçoveya vê terîfê de tevahiya serdeman girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman rewşa manedaniya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike ketiye rewşa herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê ku ev jî bi awayekî tê wê maneyê, ji hebûnê qut dibe û dibe ku ji rastiyê derdikeve. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên sûbjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane bi awayekî potansiyela heqîqetê ye. Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewşa jêre heqîqet tê gotin. Eger timî were gotin ‘heqîqeta di hundirê min de’ û tim bê gotin ‘zarokê di hundirê min de yê nikare bipeyive’ ev rewşa herî kambax û xirab a civakî û ya ferd ketiyê îfade dike. Manedanên civakî (bi rêbazên mîtolojîk, dînî, felsef, hunerî, zanistî) heta negihîjin heqîqetê, heta negihîjin wê qonaxê û aktîvîteyê nikarin (ji potansiyelê ber bi enellegyayê) bi cih bên û jiyanî bibin. Ev tê wê maneyê ku ji zarokatiyê xilas nabe, ji zimanê Ezop nikare bibihure û ev rewş jî xwe negihandina heqîqetê îfade dike. Rastiyên civakî yên di bin zorê de têne girtin vê rewşê gelekî dibînin. Em wexta ji aliyê heqîqetê ve li rastiya civakî binêrin, bi tenê ev rastî (xwezayên civakî, avahiyên wê) bi yek ji rêbazên heqîqetê (mîtolojîk, dînî, hunerî, felsefî û zanistî) çiqas bê ziman û aktîv bibe, ji nû ve xwe bi rêxistin û ava bike, em ê bibînin ku em karin ji civaka manedar derbasî civaka bi heqîqet dibin. Em wexta ku di çarçoveya heqîqetê de serdemên civakî lêbikolin em van diyar bikin:

1- Serdema Klanên Civakî:

Di vê serdemê de ji ber ku manedan hînê zêde tevlîhev nîne di komên klanan de heqîqet gelekî bi sînor, bi zimanekî nepêşketî, carnan bi vegotinên devkî û pirranî jî bi zimanê beden tê îfadekirin.

2- Serdema Civaka Gund-Cotkariyê:

Ji ber ku di mijarên cihûwar, debar, lixwekirin, zêdebûna mirovan û parastinê de şêweyekî tevlîhev ê avabûnê heye, rastiyeke civakî ya kapasîteya wê ya manedanê xurtbûyî mewzûbehs e. Di wezna kapasîteya manedanê de pêşketina serdemeke heqîqetê destpê dike. Nexasim serdemeke heqîqetê ya mîtolojîk, dînî û hunerî li dora jin-dayikê (serdema heykelên jin-dayika qelew) pêş dikeve bi hemû pîroziya xwe derdikeve ser dikê. Ziman pêş dikevin. Hêza îfadeyê ya mîtolojîk, dînî û hunerî, serdemek e ku qîmeta xwe ya orjînalbûnê zêde, dide destpêkirin. Serdema herî bi heybet a prehistoryayê ye. Ew serdemek welê ye, civaka cara pêşî ye ku xwe bi heqîqetên pîroz (bi rêbazên mîtolojîk, dînî, hunerî) diyar dike. Mirovatî hê jî mîrateya vê demê dixwe. Di serî de zanista tibbî û hozantiya felsefî, herdu şêweyên din ên heqîqetê di vê serdemê de hîmê xwe danîne. Hozantiya jinê û tibba wê di vê demê de weke heqîqetên bi tesîr ên demê di jiyanê de cihê xwe dîtine. Xwedawendiya jinê di vê serdemê de serwer bûye, ji ber ku jinê di pênc qadên girîng ên heqîqetê de hêz bi destxistiye. Bêguman di vê bidestxistina hêzê de pêşdebirina wê ya cotkarî û aboriya malê bi rola sereke radibin.

3- Serdema Bajar û Civaka Şaristaniyê:

Bi bajarbûnê re civakbûna zêde dibe weke erkekî diyalektîkî dijberê xwe pêşde dibe. Di vê serdemê de dijberiya diyalektîk çînîbûna civakî û dewlet derxistiye holê. Çînîbûn û dewletbûn weke ji rêderketina civakî di mijara heqîqeta civakî de rê li dabeşbûn û qelşeke mezin vekiriye. Ji ber ku dabeşbûn û qelş li ser hîmê dijberên şîddetê di xwe de dihewînin pêk tên, serdema bi şîddetê tepisandina heqîqetan jî destpê dike. Ev rewş bi awayekî berçav xwe weke şerê heqîqetan dide der. Hilgirtina heqîqetê ya maneya çîn û dewletê kirin dîrok bi xwe. Dîrok çawa û bi kîjan rêbazê were îfadekirin bila bê kirin, bi şêweyekî mohra çîn û dewletê hilgire hat avakirin, nivîsandin. Rastiya civakî ango wexta qelş li heqîqeta civakî dikeve bingehê her cure xerîbketinê tê danîn. Xerîbketin bi rêderketina maneya civakî ve girêdayî heqîqeta wê jî ji îfadekirina rastiyê dûr tê girtin. Heta rastiya hatiye berevajîkirin barkirine şêweyên îfadeyê.

Bi awayekî bingehîn xerîbxistina ferdê civakî di dîrokê de xirabiya herî mezin e. Mirov dikare xerîbxistina civakî weke xiyaneta dîrokî şîrove bike. Xerîbketin di her astê de ye. Bi tevahî qadên civakî yên çanda maddî û manewî digire nava xwe. Kengî xerîbketina bi kedê re bi xerîbketina zêhniyetê re dibe yek, sîstema şaristaniya hegemonîk dikare xwe dewam bike. Ango sîstema civaka çînî û dewletdar weke serdema şaristaniyê, kengî qadên civakî bi kûrahî qelişîn û xerîbketin pêk tê. Civakbûna şaristaniyê rastiyeke welê ye, dewamî şer û dabeşbûnê ferz dike. Xwe weke lêgerîneke kûr a heqîqetê û pevçûnê jî hebûna xwe ferz dike. Hêzên tehekumkar ên yekdestdariya zor û mêtinkariyê di destê xwe de digirin, çiqasî heqîqeta civakî bitepisînin û berevajî bikin civakên ji komên bindest û mêtingeh, ferd û gelan pêk tên, ava dikin. Ev beşên civakê maneya xwe ango heqîqeta xwe wenda kirine û weke keriyan têne meşandin. Beşên behsa wan têne kirin wexta heqîqeta xwe ji dest didin dikevin rewşekê mîna keriyan têne meşandin. Dîroka şaristaniyê di çarçoveya maneyek teng de hem weke mane hem jî weke heqîqet dîroka avakirin û meşandina mîna keriyan e.

b- Heqîqeta Civakî û Şêweyên Xerîbketinê;

Rastiya civakî çi di nava xwe de çi li derveyî xwe qadê ji zordestî û mêtinkariyê re nehêle, mirov dikare behsa mane û heqîqeta azadiyê bike. Di vê rewşê de mane û heqîqet azad e. Azadbûn bi mane û bi heqîqetê mumkîn e. Ya-yê azadiya wî-wê nebe nasnameya wî-wê ango mane û heqîqeta wî-wê nabe. Civakên dikevin bin serweriya tehlûke (tinebûn, xela, heywanên dirrinde, zehmetiyên avhewayê, şewb) û bereketên (hebên zêde yên fêkiyan, mêwe, heywanên nêçîrê, avhewaya xweş, rewşên têkûz û ewle) ji ber şertên xwezayî pêk tên û civakên li ser wan mêtinkarî û zordestî têne meşandin şêweyên heqîqetên wan cuda pêk tên. Em dikarin van şêweyên heqîqetan wisa bi xalên sereke rêz bikin:

1- Di şert û mercên hê tehekuma civakî pêşneketî de şêweyên sereke yên heqîqetê mîtolojî, dîn û huner in. Di diyarkirina heqîqetê de para zanist û felsefeyê bi sînor e. Şêweyê îfadeyê yê giraniya xwe heye mîtolojî ye. Mîtolojî weke tê zanîn vegotinên bi şêweyê çîrok, çîvanok, efsane û destanî ne. Di mîtolojiyan de mutleq heqîqetek veşartî ye. Ya rastî, heqîqet şêweyekî vegotina heqîqetê ye. Dînê di şaristaniyê de hatiye dakirin jî li gorî mîtolojiyê aliyê xwe yê bawariyê zêdetire û şêweyekî vegotina heqîqetê ye ku misoger nirxên heqîqetê xurt dike. Dîn ew mîtolojî ne ku ji sedîsedbûna wan tê bawerkirin. Di hukim û baweriyên dîn de wekhevbûn û yeksanbûnek bi heqîqetê re heye. Zanyartî (felsefe) û zanistî tesîreke giran a dîn û mîtolojiyê li ser wan heye. Huner weke şêweyekî heqîqetê bi zêhniyeta dînî û mîtolojîk di nava têkiliyeke xurt de ye. Dixwaze maneyê weke muzîk û xêzan îfade bike. Ji lewra lêkolînkirina maneya li muzîk, resim û heykelan hatiye barkirin xebateke girîng a heqîqetê ye. Ya girîng resim, muzîk û heykel bi xwe nînin; weke mane û heqîqeta îfade dikin nirxa wan e. Bingeh û şert e ku zimanê mîtolojî û dîn helbestwarî be. Ziman bi xwe, ji dema derketina xwe demeke dirêj xwedî vegotineke helbestwarî ye. Ango di navbera helbest û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Helbest ziman û heqîqeta civaka azad a berê ye ku tehekumê nas nake. Hozanên destpêkê pêşiyên zanyar û pêxemberan in ku heqîqet diyarkirine. Hêza vegotinê ya hozanwarî û zimanê helbestwarî yê civakekê nîşan dide ku ew civak çiqasî xwedî rastiyeke manedar û azad e.

2- Civaka şaristaniyê weke sîstema civaka çînî û dewletdar ji ber ku hem di nava xwe de hem li derveyî xwe li tehekumê rast tê û diqelişe, weke mane û heqîqet jî parçe dibe. Wexta ku tehekum tevlî vegotina mîtolojîk û dînî dibe heqîqet xerîb dikeve. Xerîbketin der barê cewher û hebûna civaka şareza de ye, bi tenê xwe naspêre vegotinê. Rêxistiniyên tehekumê ji ber ku maneyên di naveroka xwe de dihewînin weke heqîqet pêşkêş dikin paradîgmayên wan ên jiyana civakî hûrûkûr diguherin. Di civakê de şêweyên paradîgmayên jiyan ên bi nakok û yên rê didin ber, pêk tên. Xerîbketin bi kerritandin, verotin û helandina heqîqetê pêk tê. Xerîbketin nirxa xwe weke heqîqetê di encama hewldanên ji bo qebûlkirina berevajîkirin, zordestî û reşkirinê de timî kêm dibe. Wexta ku heqîqeteke pêre şer bike namîne, civaka xerîbketî vediguhere lodeke bêmane. Avahiyên behsa wan têne kirin ji bo civakê bi tenê bar in; bi awayekî nexweşiyeke civakî ne. Muhafezekarî, hişkebawerî weke faşîzm bi navên patolojîk têne hildan. Xerîbketin weke rastiyeke civakî ya nexweşketî êdî bêmane ye. Ji destdana maneyê rewşa herî bi tehlûke ya civakê nîşan dide. Di tevahiya şêweyên heqîqetê de şer û qelşên di xwezaya civakî ya heqîqetê de pêk hatine mirov dikare bişopîne. Nirxa heqîqetê ya mîtolojî û dîn çiqasî dikeve, xweda û xwedawendên bi mane û bi hewayeke mîhrîcanên gurrûgeş îbadet ji wan re dihat kirin şûna xwe ji pûtên qîmeta xwe ketî re dihêlin. Ji serdema xwedawenda pîroz, bi heybet û mukafat dide gav tê avêtin serdema xwedayên evdan çêdikin û ceza didin. Ya rastî veguherîna civakî (ji civaka komin ber bi civaka çînî ve) xwe bi heqîqetê bi vî awayî îfade dike.

Di civaka Sumer de mirov dikare vê veguherînê bi awayekî zindî bişopîne. Herweha di nava xwedayan de jî şer derdikeve. Li cihê ku rêûresma Dionysosî xwe weke heqîqeta civakî ya komin a cotkariyê nîşan da, rêûresma Zeûsî jî weke heqîqeta beşê tehekumkar ê vê civaka cara pêşî qelişî û veguherî nîşan dide. Şerê van rêûresman maneya xwe ya orjîn jî di civaka Sumer de dibîne. Ev herdu rêûresm bi awayekî balkêş û bi tesîr di hunerên serdemê de têne nîşandan. Serdema xwedawendan heta bi dayika Îsa Meryemê xwe nîşan dide. Wexta ku kapîtalîzmê xwe kir sîstema serdest, ‘jinên cadû’ yên nûnerê dawî yê serdema xwedawendanbûn şewitandin û modernîteya xwe ava kir. Ev bûyera têra xwe mirov difikirîne û mirov hîn dike. Di serdema şaristaniyê de zanist û felsefe weke şêweyên îfadekirina heqîqetê girîng dibin. Di vê de têkoşîn û lêgerîna heqîqetê bi roleke bingehîn radibe. Şûna qral- xwedayên nikarin bi maskeyê xwe weke berê bi vegotina mîtolojîk û dînî veşêrin, sîstema hewl dide bi metafizîkê xwe binuxumîne cih digire. Kengî dînên yek xwedayî ketin kêmasiyê, metafizîk û îdealîzma objektîv weke sûbjektîvtiya sîstemên serdest ên şaristaniyê hat pêşdebirin. Li şûna xwedê ‘îdea’ weke heqîqet têne danîn. Îdealîzm, weke dewleta dibe xwedê mîna heqîqetê tê pêşkêşkirin. Ji ber vê sedemê, di navbera îdealîzm û xerîbketinê de têkiliyeke xurt heye. Heqîqetên civakî bi xwedayan ne, hewl didin bi îdeayan îfade bikin. Berevajîkirin, helandin û dejenerekirina heqîqeta civakî bi îdealîzmê re gelekî pêşde diçe. Gelek dewletên xwe şareza dihesibînin weke sîstema mêtinkarî û desthilatdariya hegemonîk, ji bo manedana civakî ya her diçe teng dibe veşêrin, giraniyê didin şêweyên hunerî yên xemilandî, bi heybet, zêde nepixandî û pirole.

Mînak şaristaniya Roma û Grek di qada mîmarî, heykel, muzîk û mozaîkê de weke heqîqet girîngî bi pêşkêşiyeke bi vî rengî daye. Sîstem xwe çiqasî nepixandî pêşkş bike, ewçend jî hewl dide maneya civakî (rastiya bindestan û yên têne mêtin) veşêre û berevajî bike. Mîna di dema mîtolojîk û dînî de zanist, felsefe û hunerê bi desthilatdariyê ve girê didin û hewl didin wan dewletî bikin. Ango pêvajoyeke têkoşînê ya felsefî û zanistî ya li gorî qelşa li civakê dikeve, tê. Zanist û felsefe çiqasî li hemberî jidestdana maneyê li ber xwe bidin ewçend hêza wan a îfadekirina heqîqetê zêde dibe. Çiqasî bikevin bin fermana xwediyên desthilatdarî û dewletê ewqas jî têkiliya wan a bi heqîqetê re kêm dibe, weke amûrekî bi rola vegotina xerîbxistinê radibin. Felsefe û zanista weke îfadeya heqîqetê li dijî îfadeyên mîtolojîk û dînî yên têkiliya xwe bi heqîqetê re ji destdayî pêşketine, ji bo civakê bi xwe ne, ji ber ku ji bo berjewendiyên yekdestdarên mêtinkar û zordestiyê rol guhertine, mîna xerîbxistinên mîtolojîk û dînî yên berê dogmatîk dibin û dikevin pêvajoya bi heqîqetê re têkiliya xwe ji dest didin. Di huneran de jî pêvajoyên bi heman rengî pêk tên. Hunerên bi heqîqetê re têkiliya xwe ji dest didin, dikevin rewşekê ku zêde nepixandî û pûç in, û ji ber ku mînîmalîze dibin ji îfadekirina rastiya civakî dûr dikevin. Di serdema şaristaniyê de pirsgirêkên civakî yên ji ber tehekumê çêdibin, di tevahiya şêwazên îfadeyê yên heqîqetê de li ser xwe çareseriyê û lêpirsînê ferz dikin. Bi qasî ku çavkaniya pirsgirêkên heqîqetê civakî ne, ewqasî jî çareseriyên wan di çarçoveya zanista civakî de ye. Zanista bi civakbûnê re têkiliya xwe ji dest dayî xerîb dikeve ango bivê nevê têkiliya xwe bi heqîqetê re qut dibe. Civakên xwe di tevahiya rêbazên heqîqetê de hostekirî, ji pirsgirêkbûnê derketine, ji xerîbketinê xilasbûne, civakên wekhevîxwaz, azad û demokratîk in. Ango civakên exlaqî û polîtîk in.

REBERE GELAN (BEŞA 5 E MİN)

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)