LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)
0 Yorum
26-09-2021

E- XWEZAYA CIVAKÎ Û HEQÎQET:

4- Di Rêya Heqîqeta Civakî de Ji Nûve Şîrovekirina Zanista Civakî;

Zanîn bi heyîna gerdûnî re têkildar e. Nîzama gerdûnî ya heyî bi tenê bi têgîna zanînê mirov dikare rave bike. Ya balkêş şêwazê zanînê yê xwe anîna ziman e. Wer tê fêhmkirin ku bi tevahî cûrbicûriya gerdûnî encama xwesteka xwe anîna ziman a zanînê ye. Em der barê zanatiya zanînê de ti tiştî nizanin. Hema hema lêgerîna zanînê ya li cûrbicûriya bêserûbinî pirseke sedemê dide fikirîn. Pirsa çima gelekî şîlo û nediyar dimîne. Hin fîlozofên navdar, heta hin ji Pirtûkên Pîroz van pirsan bi arezûya gerdûnê ya dixwaze bi bîr were yan jî bi arezûya xwedê ya dixwaze ji aliyê evdên xwe ve were zanîn girê didin. Gotina hayjêbûn ji bo min hê bi heybet û raveker e. Ji zerreya herî piçûk heta bi hebûna herî kozmîk hayjixwebûn, dikare bibe bersivên pirsên çima û sedemê. Maneya em ê li hayjixwebûnê bar bikin, ji bilî jiyanê bi têgînên din nayê terîfkirin. Mirov dikare terîfa jiyanê ya herî nêzî rastiyê weke hayjixwebûnê diyar bike. Ji vê jî girîngtir, hayjixwebûn çima evqasî girîng dibe? Em dizanin bêyî hayjixwebûnê jî jiyan mumkîn e. Lê wexta em bi kûrî hewl didin pê bi his in, em fêhm dikin ku ev mumkînbûna zêde mumkîn xuya nake. Mirov dikare bibêje dema dirêj a jiyanê ya hay mirov jê nabe û dibihure nirxê wê yê jiyanê kêm dibe, heta dihele diçe. Diyardeya mirinê jî ji sedî sed hayjêbûna ji jiyanê ango ji bo mumkînkirina jiyanê weke hostatî yan jî lîstikeke xwezayê xuya dike. Mînak hebûneke bi jiyaneke bêserûbinî hatibe cezakirin, gelo çi cudahiya xwe ji trajediya Sîsyphos (ew kes e ku xwedawendan wî ceza kirine, cezayê wî jî her kevir tam dibe serê gir kevir digindire jêr û dîsa diçe wî tîne) dimîne? Liberketina mirinê bi tenê nirxê jiyanê zêde dike û bi bîr dixe.

Ji bilî hayjêbûnên der barê jiyanê de zanîn nayê maneyek din. Tişta tê zanîn, tişta hayjêbûyî ye. Em ji bo hebûnên fizîkî nikaribin tiştekî bibêjin jî ma mumkîn e ku mirov his neke di hebûnên biyolojîk de çûneke eşqî ber bi zanînê ve heye. Em wexta ber bi cureyê mirov ve tên mîna ku ev eşq pêk hatiye. Rewşe gelekî pêşketî ya zanînê herî baş gotina eşqê dikare terîf bike. Lê mirov hebûneke welê ya seyr û sostret e, xisletên wî hene em dibînin der barê zanînê de ji kirna xiyanet û berevajîkirinên mezin paşve namîne. Mirov vê rastiya mirov bûyerên di nava xwezaya civakî de ya em jêre Xwezaya Duyemîn dibêjin diqewimin rave bike hê rastir xuya dike. Ne zanistên fizikî bi qasî ku têne gotin bi xwezaya fizikî re (kîmya û biyolojî jî di navê de ye) girêdayî ye, ne jî zanistên ji wan re beşerî têne gotin weke wêje, dîrok, felsefe, polîtîka ekonomiyê û sosyolojî bi tenê bi xwezaya civakê re têkildar in. Herdu zanist dikarin di têgîna zanista civakî de bigihîjin hev û mirov dikare vê erênî bibîne. Ji ber ku her zanist divê civakî be. Zanista civakî weke têgîn bi şaristaniya navend Ewrûpayê re pêşket. Bêguman tevahiya xwezaya civakî disiplîneke em dikarin weke cureyekî zanista civakî bi nav bikin her hebû. Em ji zanista civakî ya beriya dîrokê re bi hêsanî dikarin bibêjin anîmîzm. Anîmîzm (zindîtî) têgîneke zanista civakî ya navend Ewrûpayê ye, gelo bi qasî ku tê gotin zanîna destpêkê ya mirovên destpêkê ye? Kî fitûyê dide ku avahiya zanista civakî ya îro ya obje û sûbje cihê dike di ser anîmîzmê re ye? Dîsa zanyarên civakî! Lê her ku diçe baştir tê fêhmkirin ku ekola zindîgiriyê paradîgmayek e, ji cihêkirina obje-sûbjeyê ango bêcankirina objeyê bi nirxtir e. Eşkere ye ku bi zindîtî terîfkirina gerdûnê ji terîfa wê ya bi bêcaniyê encamên rastir dide. Bi tevahî pêşketinên zanistî vê xusûsê piştrast dikin. Eger tevgerên perçikên jêr-atoman ên hê sirr in, û balkêş in, nebûna, rastiya yek curetî pêk nayê me yê nikarîbûya ji bilî anîmîzmê bi ti awayê din rave bikira. Pozitivîzmê (zanistperestiya diyardeyan) weke cureyekî pirr bi tehlûke yê metafizîkê (herçiqasî berevajiyê wê îdea bike jî) zanista civakî kûr birîndar kiriye.

Pêvajoya şaristaniyê ya em jêre serdemên dîrokê dibêjin, ji anîmîzmê ber bi mîtolojiyê ve şêwazekî zanistê jî bi xwe re aniye. Herçiqasî mîtolojî bi temamî weke malê şaristaniyê neyê hesibandin jî ji gelek aliyan ve mohra şaristaniyê lê heye. Berevajîkirina pêşî ya zanînê û îxanetxistina nava zanista civakî bi hegemondariya îdeolojîk a pêvajoyên şaristaniyê re têkildar e. Yekdestdariya sermaye û desthilatdariya li ser xwezaya civakî hat avakirin bê derew, bê berevajîkirin û bê xiyaneta li gotinê nabe. Mîtolojî bi giranî bi anîmîzmê barkirî ye, û bi nirx e. Lê wexta sîstema hiyarerşîk û nîzama ji sêberiya rahib + rêveber + fermandar pêk hatî bi çîrokên mîtolojîk ên qehremankirin (nîv-xwedatî) û xwedakirinê ketin dewrê, rizîn û berevajîkirin bivê nevê pêk hatin. Mîtolojî bi şertê ev wesfê wê yê dualî li ber çavan were girtin, dîsa zanisteke civakî ye ku mirov dikare gelekî jê hîn bibe. Ez yeqîn dikim ku wê her biçe girîng bibe. Ji sedî sed di hînbûna dîrokê de wê hê bêtir bi roleke mezin rabe. Kengî mîtolojî weke dîn hişk bû, rê li ber duyemîn cureyekî zanista civakî vekir. Bêguman dîn bi tenê mîtolojiyê weke mîrate nagire. Dogmayên wê bi xwe jî hene. Herçiqasî bi giranî mohra hêzên şaristaniyê li ser hebe jî şîroveya dînî ya hêzên dijberê sîstemê hê zelal e, û ji ber xwezayîtiya wê rastir e. Yek ji erdkolanerê bingehîn ê rêya diçe zanista hemdem e. Di dînên yek xwedayî de mirov dikare nîşaneyên herdu hêzên dijber bişopîne. Şaxê fermanker, ceza dide, teolojiya mirovan dike evd hêzên şaristaniyê nîşan dide, şaxê mirovan beşdar dike, xelatê dide û azad dike jî fikir û baweriyên hêzên dijberê şaristaniyê nîşan dide. Serdema navîn bi şerên di navbera dîn û mezhebên van herdu têgihiştinan de tijî derbas bûye. Eger şerê van dîn û mezheban nebûya, ji sedî sed wê zanista civakî ya Ewrûpayê jî pêk nehata. Bi tenê mirov bandora Îslamê bifikire têrê dike ji bo em li vê rastiyê serwext bibin. Wekî din jî tevahiya serdeman zanyar û fîlozofên mîna çirîskan hene. Şik û guman nîne ku van kesan çavkaniya bi nirx a zanista civakî pêkanîne.

Zanista civakî (modernîteya) serdema şaristaniya Ewrûpayê hem weke berhema tevahiya mîrateya vê dîrokê, hem jî weke pêdiviyeke têkoşîna mezin a civakî derket holê. Bi awayekî bingehîn weke amûrekî disiplînê yê çareserkirina pirsgirêkan fikirîn. Sîstema zordestiyê û îstîsmara bê sînor a kapîtalîzmê rê li vekir, ji destpêkê ve modernîte neçar kir ku bi krîzê bakirî pêk bê. Bi giştî zanist hemû, bi taybetê jî zanistên civakî ji aliyekî ve kirin xizmeta sîstema zordestî û îstîsmarê, ji aliyê din ve jî rola rewakirinê ango bi awayekî erênî ravekirina sîstemê wekî din dan zanistên civakî. Retorîka yekdestdariya desthilatdarî û sermayeya nû mohra xwe li zanista civakî da. Sosyolojiya pozitivîst ji destpêkê ve kir ku zanista civakî seqet pêk bê. Fikara bingehîn a sosyologên pozitivîst ew bû ku ji Şoreşa Franseyê komareke xwedî li berjewendiyên bûrjûvayê derdikeve pêk bînin. Polîtîkvanên ekonomiya Ingilîz hewl didan kapîtalê rasyonel û rewa bikin. Îdeologên Elman di her qadê de bi pêkanîna dêwane ya dewleta netewe ya Elman re mijûl dibûn. Damezrênerên sosyalîzma zanistî û serkêşên dijberên sîstemê K. Marks û F. Engels a dixwestin bikin ew bû, ji retorîka sê sermayeyan zanisteke bi mohra proleter biafirînin. Dijbertiya kapîtalîzmê û li ser vî bingehî analîzkirina kapîtalê dikarîbû alîkariya zanista civakî bikirana. Lê çavkaniyên wan jê gav diavêtin û dijbertiya xwe ya sîstemê bi dijbertiya kapîtalîzmê bi sînor dikirin û vê jî dikir ku bi tevahî avahiyên sîstemê li hemberî modernîteya kapîtalîst bêparastin bimînin. Analîzên anarşîstan li ser desthilatdariyê herçiqasî gaveke li pêş bû jî lê qada polîtîk mîna ku vala hiştibûn. Zanista civakî ya Ewrûpayê ji aliyê herdu bazkan ve jî ji lêkolînkirina xwezaya civakî wêdetir bi pirsgirêkên sîstemê rê li wan vekiribûn mijûl dibû. Bi awayekî xwe li pisporiya çareserkirina pirsgirêkan datanîn. Dinya û dîrok di dereceya duyemîn de dihatin. Divê mirov matmayî nemîne ku çima zanista civakî navenda xwe Ewrûpaye. Mirov nikare li bendê be ku pirsgirêkên bi sedsalan ketine ser hev û kombûne bi derbekê jê bibihurin. Ji nava wan îdeolojiya lîberal herî zîrek derket. Rê dît ku hemûyan bi sîstemê entegre bike. Bi tenê Şoreşa Franseyê ne, Şoreşa Rûsyayê jî di navê de zanîbû tevahiya şoreşên serdemê û dijberên sîstemê bê tesîr bike; zanistê bi awayekî serketî veguherîne zanista desthilatdarî û sermayeyê.

Lê mirov nikare bifikire ku modernîteya Ewrûpayê weke sîstema herî desthiltdar û îstîsmarkar a pêvajoya şaristaniyê, dijberên xwe bi temamî tine û bêdeng bike. Bi pêşveçûna wê re ev modernîte ne bi tenê di bereya îdeolojîk de, di bereya exlaqî û polîtîk de jî li berxwedanên mezin rast hat. Dijbertiya sîstemê jî herî kêm bi qasî sîstemê xwe nû dikir. Sîstem çiqasî global dibû, dijberên sîstemê jî globalîze dibûn. Hegemondariya wê ya li ser zanistê her ku diçe dişkiya. Hêdî hêdî dihat fêhmkirin ku dîrok dibe bi tenê ya dinyayê be, hegemondariya Ewrûpayê ya demeke kin ajotî bi tenê dikare parçeyekî piçûk ê dîrokê be. Fîlozofiya Fransî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Şoreşa Çandî ya Ciwanên 1968, ji hundir ve jihevdeketina sîstema Sovyetîk, têkçûna dewleta xweşhaliyê, lêgerînên postmodernîst û tesfiyeya mêtingeriya klasîk derfet û îmkan didan ji bo zanista civakî demeke nû bide destpêkirin. Bi awayekî ji astengiya pozitivîzmê û navendîtiya Ewrûpayê rizgarbûyî, lêkolînkirina heqîqetan ketibû rêyeke hê erênî û baştir. Zanista civakî dema ku xwezaya civakî bi tevahî li zeman û mekanan hemûayn bike mijara lêkolînê, divê bi tenê qîma xwe bi çareserkirina krîz û pirsgirêkan neyne, ji aliyekî ve fizîk, kîmya, biyolojîk û kozmolojiya bi awayekî bingehîn têkiliya xwe bi civakê re hene û li aliyê din jî ji zanistên beşerî yên weke felsefe, wêje û hunerê re pêşengiyê bike da ku bi rola xwe ya zanista qralîçeyê rabe. Şecereya zanistê bi tenê bi zanista civakî mirov dikare şaxan jê bibe. Bi vî awayî mirov ê hem wê ji zêde parçebûnê xelas bike, hem jî mirov ê fikaran neke ku zêde ji her tiştî şuştî ye. Tevî krîza giştî ji krîza di qada zanista civakî de bihurîn wezîfeyeke pêştir divê were bi cih anîn. Zanisteke civakî ya hayjêbûna jiyanê weke azadî, lêgerîna azadiyê jî weke heqîqetê şîrove bike, rêberê pêşketin û rohnîbûna civaka exlaqî û polîtîk e ku dest jê nabe.

Sosyolojî avahiyeke wê ya zanîn-agahiyê ya navend Ewrûpayê heye. Çawa ku hewesdarên zanista pozîtîv ên fizîk, kîmya û biyolojiyê civakê jî diyardeyek bi heman rengî dihesibînin, bi heman awayî sosyolojî jî nêzîk dibe û ji îddîayên bi vî rengî wêdetir naçe. Civaka mirov xwediyê xwezayeke gelekî cuda ye. Çawa diwêrin wê weke ojbeyekê bigirin dest û li ser rawestin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî berevajî yeqînan wê rê li ber rohnîbûnê ne, wê li rê li pûtbûneke çor veke û nikariye xwe ji vê rizgar bike. Gavavêtinên felsefeyê yên îdeologên Elman ên ji bo dewletên netewe avahiyên agahî-zanînê bigihînin, zanista polîtîka ekonomiyê ya îdeologên Ingilîz û sosyolojiya fîlozofên Fransî her yek ji wan amûrekî rewakirinê yê mekanîzmeyên danehevê yên sermayeyê û desthilatdariyê ne. Guftûgoyên zanistî yên roja me ya îro vê rastiyê têra xwe eşkere dikin. Li gorî analîza dawî felsefeya Elman, polîtîka ekonomiya Ingilîz û sosyolojiya Fransî ji milliyetgiriya deweleta netewe ya mezin dibe xizmet kirine û nikarîne xwe ji vê yekê rizgar bikin. Ev sosyolojiyên bi tevahî navend Ewrûpayê ne, em bi hêsanî dikarin bibêjin avahiyên zanîn-agahiyê yên sîstema dinya kapîtalîst ên navend Ewrûpayê ne. Di Sosyolojiya Rojava de (zanisteke bi navê Sosyolojiya Rojhilat hê li naverastê nîne) têgînên sîstema şaristanî û civakê gelekî bi pirsgirêk in. Divê neyê jibîrkirin ku sosyolojî ji ber pirsgirêkên şer, pevçûn, pêxîrtengî û nakokiyên mezin ên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê rê li wan vekirin weke pêdiviyeke bi çareseriyê derket holê. Ji bo nîzam hilneweşe, were rizgarkirin û mirov karibin têde bijîn, ji her milî ve tez li ser tezê dihat çêkirin.

Tevî hemû şîroveyên teolojîk, reformîst û mezhebî yên doktrîna Xiristiyantiyê pirsgirêkên civakî her çûn girantir bûn û vê jî hişt ku şîroveyên bi awirekî zanistî (pozîtîvîst) li pirsgirêkên civakê derkeve pêş. Şoreşa Felsefeyê û dema Rohnîbûnê (sedsalên 17. û 18.) bi awayekî bingehîn encama vê pêdiviyê ne. Bi Şoreşa Franseyê re li şûna çareserbûna pirsgirêkan, pirsgirêk hê bêtir tevlîhev bûn û vê yekê jî kir ku meylên sosyolojiyê weke şaxekî zanistî yê serbixwe bigire dest û pêşde bibe zêde bibin. Sosyalîstên utopîk Saint Simon, Fourier, Proudhon, Auguste Comte û Durkheim li ser vê rê qonaxa pêş temsîl dikin. Hemû jî zarokên Rohnîbûnê ne. Bêserûbinî baweriya wan bi zanistî hebû. Ji lewra jî bawer dikir ku ew ê karibin bi rêya zanistê çawa dixwazin civakê ji nû ve biafirînin. Bi rola xwedê radibûn. Bi gotina Hegel, jixwe Xwedê daketibû rûyê erdê. Hem jî weke dewleta netewe. Ya diviyabû bihata kirin, bi nazikî û nazenînî ‘muhendisiya civakê’ proje û plansazî bû. Bi rêya dewleta netewe ti plan û proje tinebû ku di pratîkê de bi cih neyê anîn. Hema bi tenê bila ‘pozîtîvîst zanistî’ be û dewleta netewe qebûl bike! Zanyarên civakî yên Ingilîz (polîtîkvanên ekonomiyê) bi çareseriyên ekonomîk alîkariya sosyolojiya Fransî kirin, îdeologên Elman jî bi rêya felsefeyê alîkarî kirin. Adam Smith û Hegel ji wan kesan in ku di serê alîkaran de tên. Ji ber ku kapîtalîzma pîşesaziyê ya sedsala 19. di asteke xeternak de civak îstîsmar kir û rê li gelek pirsgirêkan vekir, çep rast rêçeteyên hatin pêşkêşkirin cûrbicûr bûn. Îdeolojiya navendî ya yekdestdariya kapîtalîst Lîberalîzm, bi hostatiyeke mezin ji her fikrê dikarîbû sûd werbigire û bi ser hev bike û mîna tûrikê pînekirî di afirandina sîsteman de herî dest sivik bû. Sosyolojiyên şematîk ên rastgir û çepgir jî wexta projeyên xwe yên der barê rabihurî (lêgerîna rastgiran a li serdema zêrîn) yan jî paşerojê (civaka utopîk) de amade dikirin, mîna ku haya wan ji xwezaya civakî, dîrok û rojaneyê tinebû. Dema ku bi dîrok û rojaneyê jî rûbirû dibûn misêwa parçe dibûn. Rastiya hemû jî bûbûn êsîrê wê ‘qefesa hesinî’ ya modernîteya kapîtalîst hûrûkûr deribandibû û ew giş ji aliyê zêhnî û şêwazê jiyana pratîkî ve xistibûn hundirê wê.

Fîlozof Nietzsche dema ku ew hemû weke ‘metafizîkvanên pozîtîvîzmê’ ‘bejinbohstên xesandî yên modernîzma kapîtalîst’ bi nav dikir hê zêdetir nêzî heqîqeta civakî disekinî. Yek ji wan kêm fîlozofan e ku cara pêşî bal kişandiye ser tehlûkeya modernîzma kapîtalîst civakê daqurtîne. Tevî ku tê gunehbarkirin ku bi fikra xwe ji faşîzmê re xizmet kiriye jî bi şîroveyên xwe yên hatina faşîzmê û şerên dinyayê xeber dide balkêş e. Lê gotin û destnîşankirina van rastiyan pirsigrêkê çareser nake. Marks û Engels weke fikra dijber derketin, lê têra xwe eşkere bûye ku sosyalîzma wan an jî sosyolojiya wan şîroveyeke herî seresere û çor (vulger) a civakê ye. Tevî hemû îddîayên wan ên dijber, ji lîberalîzmê –îdeolojiya fermî ya kapîtalîzmê ye –zêdetir ji kapîtalîzmê re xizmet kirin û nikarîbûn xwe ji vê rizgar bikin. Em vê yekê bi sosyalîzma pêkhatî, bi ekol û tevgerên demokrasiya sosyal û rizgariya neteweyî, sîstemên dewletan têra xwe dikarin fêhm bikin. Tevî rêûresma wan a têkoşînê ya gelekî esîl, hem jî li ser navê netewe û çînên bindest ketina wan a vê rewşê, ji nêz ve bi avahiyên wan ên zanîn-agahiyê ve têkildar e. Avahiyên agahî-zanînê yên xwe spartinê, tevî aliyên wan ên erênî û neyênî tevahî dijberî xwestekan encam dane. Eger di avahî û paradîgmayên wan ên bingehîn de qusûrên ciddî û şaşiyên zincîrwarî nebûna, encamên bi vî rengî bi hêsanî derneketin holê. Ekoleke din a dijber teoriya wan a îzafiyeta zêde ye. Ne tenê bûn avahiya agahî-zanînê ya sîstema dinya kapîtalîst, belkî jî ji ber ferdparêziya xwe ya zêde, em dikarin bêjin wan ji kapîtalîzmê zêdetir ji ferdparêziya wê re xizmet kirin. Nêzîkatiyên anarşîst jî di nava vê de cih digirin. Rexnekirina kapîtalîzmê û di gotinê de gelekî dijbertiya wê, weke ku gelek caran tê dîtin mirov dixe rêya xizmetkariya wê. Di vê de jî bi awayekî bingehîn nêrtina paradîgmatîk, şaşî û kêmasiyên di avahiyên agahî-zanînê de bandorê dikin û rê li vê yekê vedikin.

Li ser danasîn û terîfa zanista civakî lihevkirin pirsgirêkê çareser nake. Ji vê jî ya girîngtir ew e, wê çi weke modela bingehîn were girtin, bi gotineke din di analîzkirina civakê de kîjan komik, yeke an jî şaneyê esas bê dîtin. Eger mirov bibêje “Yekeya bingehîn bi tevahî xwezaya civakî ye”, ev yek ji bo zanista civakî zêde maneyekê îfade nake. Ji nava bêhejmar têkiliyên civakî yên girîng neqandin ji bo nêzîkatiyeke manedar a teorîk tercîha pêşî ye ku divê were kirin. Ew yekeya civakî ya were hilbijartin çiqasî giştî rave bike ewqasî wê manedar bibe.

Ji ber vê Çendê;

1- Hewldanên entelektuel û xebatên li ser zanîn û zanistê divê bêne pêşdebirin di çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de ya awayê hebûna bingehîn a xwezaya civakî ye. Tevahiya dîroka şaristaniyê ji vê rastiya civakî mirovatî hatiye qutkirin û ev rastî hatiye rizandin, bi serdema modern a kapîtalîzmê mohra xwe lê xistî ev rastiya civakî hatiye parçekirin, bi rizînê re rûbirû hatiye hiştin û anîne ber tinebûnê.

2- Wê wextê berê pêşî divê ev hewldanên entelektuel, xebatên li ser zanîn û zanistê armanca xwe rawestandina vê rêveçûnê bin. Ji ber ku tiştekî hatibe tinekirin zanista wî nabe. Belkî bîranîna wî bibe, lê bîranîn jî zanist nîne. Zanist bi ya heyî bi ya dijî re têkildar e. Civaka di vê rewşê de eger naxwaze bi tevahî tine bibe, divê li dijî modernîteya kapîtalîst tevî hemû hêmanên xwe li ber xwe bide. Berxwedan êdî bi hebûnê re li ser heman rê ye, û wekhev e. Weke hemaltî û sermayeya entelektuel ne, eger dixwaze bi rûmeta lêkolînerekî rastî bijî û li ser piyan bimîne, divê di hemû hewldanên xwe yên entelektuel de hem li ber xwe bide hem jî divê tevahî hêmanên berxwedanê di asta berxwedanê de bin. Di vê çarçoveyê de hem entelektul hem jî zanista wê berxwedan û têkoşer in. Wekî din, yan xwe xapandin an jî veşartina nasnameya sermayeyê yan hemaltiyê ye.

3- Zanista were pêşdebirin berê pêşî divê weke ‘zanista civakî’ were bi rêkûpêkirin. Divê zanista civakî weke qralîçeya sereke ya tevahiya zanistan were qebûlkirin. Çi zanistên din ên der barê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, astronomî, kîmya, biyolojî) çi jî zanist û zanîn din ên beşerî yên Xwezaya Duyemîn (wêje, felsefe, huner, ekonomî û hwd.) dikarin bi mîsyona pêşengiyê rabin; ev ti carî nikarin bi heqîqetê re têkiliyeke manedar deynin. Eger herdu qad bi zanista civakî re bi awayekî serketî têkiliyê deynin dikarin ji heqîqetê para xwe bigirin.

4- Zanista civakî weke mijara xwe ya sereke civaka exlaqî û polîtîk divê weke objeyekê negire dest, herweha weke dualîteyên navbera wan gelekî hatine vekirin û kûrkirin ên fêhmkirinên mirov weke obje-sûbje, em-yên din, ruh-beden, xweda-evd, mirî-zindî jî negire dest, divê bi rêbazeke ji van dualîteyan bihurî jî esas bigire û lêkolîn bike. Cudabûn şêwazê jiyanê yê gerdûnê ye, di xwezaya civakê de jî hê bêtir dimeşe û bi nermî, azadî û zêdebûyî heye. Lê mirov vê cudabûnê rabe daxe asta obje-sûbje ya şaristanî û modernîteyê kirine bingehê tevahî avabûnên xwe yên îdeolojîk, ji sedî sed wê ev bihêle ku hem heqîqeta gerdûnî hem jî ya civakî parçe bibe û ji dest bê dayîn.

5- Pozitivîzm di modernîteya Ewrûpayê de derket asta xwe ya herî jor. Felsefeya xwe bi giştî objektivîzm e ku bi giştî zanist bi taybetî jî zanista civakî li ser wê bilind dibin û ev hê jî bi hemû şîddeta xwe dewam dike. Eger ev pozitivîzm li ser bingeha rexneyan cihê xwe li ser sergovê dîrokê nebîne paradîgmayeke manedar a zanista civakî ango felsefeyeke bi kok a zanista antî-şaristanî pêş nakeve. Zanista navend Ewrûpa, nexasim jî zanista civakî herçiqasî gelekî ji hev parçe bûbin û tehlûke hebe heqîqetê ji dest bidin şert e ku mirov para wan a di heqîqetê de û destketiyên wan fêhm û qebûl bike. Pozitivîzm herçiqasî di rewşa rexnekirinê de be û divê mirov ji wê karibe bibihure jî ewqasî jî divê mirov para wan a heqîqetê qebûl bike. Di lêkolîn û lêgerînên heqîqetê de bi tevahî antî-Ewrûpagirî herî kêm bi qasî tevahî Ewrûpagiriyê dikare rê li encamên neyênî veke.

6- Herçiqasî ev lêkolîn û lêgerînên heqîqetê yên ji wan re postmodernîzm têne gotin pozitivîzmê rexne dikin û zanista civakî ya navend Ewrûpayê red dikin jî ev nêzîkatiyên wan bi hêsanî dikarin bêne lîberalîzekirin û weke antî-Ewrûpagiriyeke hê bêtir antî-heqîqetgirî ye, bi gewde bibin. Ev lêkolînên postmodern ên ji rewşa bi krîz a zanista civakî sûd werdigirin herçiqasî bi temamî neyên redkirin jî gelekî girîng e ku mirov heta dawiyê bi rexnegirî nêzîk bibe. Perspektîv û rêbaza pozitivîzma modernîst a gerdûnger û li ser xeteke rast a pêşketinê çawa dibe sedema ji rê derketinê, rêbaza xelekwarî ya zêde îzafî ya gelek postmodernîstan jî li heman rêderketinan vekirî ye. Ji bo mirov ber bi bayê yek ji van seriyan nekeve, şert e ku prensîbên bingehîn ên em hewl didin rêz bikin divê baş bêne fêhmkirin û qebûlkirin. Rewşa bi krîz hema hema ji her kesî re li gorî wan rêyeke heqîqetê pêşkêş dike û ji bo vê rewş di cih de ye, di lêgerînên heqîqetê de ev xusûs bi serê xwe jî têrê dike ji gelek aliyan ve ji rê derxe, pûç û tewş bike.

Di lêgerîna heqîqetê de rêbaza me ya sereke ne objektivîzma pozitivîst e, ne jî kirdartiya îzafî ye. Herdu bi xwe jî du rûyên lîberalîzmê ne, têra xwe wan tevlîhev kirine û pêşkêşî piyaseyê kirine, bi vî awayî di çêkirina hemaltî û sermayeya entelektuel de enflasyona rêbazê ye ku bi kar tîne. Aliyê herî bi tesîr ê bêîmkankirina heqîqetê ev enflasyona rêbazê ye. Ev jî bi tevlîhevkirina rêbazên objektîv û sûbjektîv dibe û ev jî tê wê maneyê ku hema hema bi qasî serê kesan bereketa rêbazan e. Ev çalakiyek e ku heqîqetê mîna pereyên xurde ji qîmetê dixin û ji lewra girîng e ku mirov bi vê bereket û çirikbûna rêbazan nexape. Bêguman aliyê rastiyê yê objektîv û sûbjektîv hene. Di tehlîla dawî de zanîn û heqîqet gihiştina hev a dualîteya çavdêr û ya tê çavdêrkirin îfade dikin (Mebesta min hemanbûna wan nîne, zêdetir weke wekhevbûnê bêne fêhmkirin dikare erênî be). Di vê mijarê de mirov çiqas kûr bibe û biponije ewqasî parên heqîqetê derkhevin holê. Di vê rewşê de ne yê çavdêr sûbje, ne jî yê tê çavdêrkirin obje ye. Di vir de ya dibe ew e, herdu nêzîkî hev dibin, herçiqasî nebin heman tişt jî wekhev dibin. Pêvajoya heqîqet herî zêde dibe, derfet û îmkanên wekhevbûnê tê bi destxistin. Ez niha hewce nabînim navekî lê bikim û dixwazim mijara rêbazê bi vî awayî bidim naskirin. Bêguman em di ti zeman û mekanî de ji nedîtî ve nayên ku yekeya sereke ya çavdêr û tê çavdêrkirin civaka exlaqî û polîtîk e.

7- Mekanên lêgerînê yên bingehîn di serî de zanîngeh, nabe ku saziyên fermî yên şaristanî û modernîteyê bin. Di dema bihurî û roja me ya îro de desthilatdarkirina zanistê û li saziyên fermî yên dewletê çêkirina wê, kir ku têkiliya wê bi heqîqetê re qut bibe. Eger têkiliya zanistê bi civaka exlaqî û polîtîk re were qutkirin û bikin ku bi kêra civakê neyê, berevajî wê ev were wê maneyê ku di pêşdebirina yekdestdariya mêtinkarî û zordestiya li ser civakê de alîkariyê bike. Çawa ku jin li mala taybet an jî giştî (kerxane) tê girtin rastiya xwe ya azadiyê, heqîqeta xwe ji dest dide, zanist û entelekteulên li saziyên fermî têne girtin ewqas azadiya xwe, nasnameya xwe ya rastî ji dest didin. Ya divê were fêhmkirin, zanist û entelektueliya dibe desthilatdar ji armanca xwe ya vedîtin û lêgerîna rastiyên civakî qut dibe. Kêm berhemên di asta zanistî û entelektuelî de derdikevin holê, lê ev rewşên îstîsnayî rastiya sereke nikarin biguherin.

8- Mekanên lêgerînê yên bingehîn di serî de zanîngeh, nabe ku saziyên fermî yên şaristanî û modernîteyê bin. Di dema bihurî û roja me ya îro de desthilatdarkirina zanistê û li saziyên fermî yên dewletê çêkirina wê, kir ku têkiliya wê bi heqîqetê re qut bibe. Eger têkiliya zanistê bi civaka exlaqî û polîtîk re were qutkirin û bikin ku bi kêra civakê neyê, berevajî wê ev were wê maneyê ku di pêşdebirina yekdestdariya mêtinkarî û zordestiya li ser civakê de alîkariyê bike. Çawa ku jin li mala taybet an jî giştî (kerxane) tê girtin rastiya xwe ya azadiyê, heqîqeta xwe ji dest dide, zanist û entelekteulên li saziyên fermî têne girtin ewqas azadiya xwe, nasnameya xwe ya rastî ji dest didin. Ya divê were fêhmkirin, zanist û entelektueliya dibe desthilatdar ji armanca xwe ya vedîtin û lêgerîna rastiyên civakî qut dibe. Kêm berhemên di asta zanistî û entelektuelî de derdikevin holê, lê ev rewşên îstîsnayî rastiya sereke nikarin biguherin. Zanista civakî ya hewce ye were pêşdebirin, divê van xisletên sereke hûrûkûr bike mijara lêkolîn û lêgerînê, û divê ne pêşketina li ser xeteke rast a gerdûnparêz ne jî îzafiyeta taybet a xelekwarî ya bêserûbinî esas bigire. Di tehlîla dawî de derket holê ku divê li şûna van nêzîkatiyên qalibî yên dogmatîk ên di dîroka şaristaniyê de ji rewakirina danehevên kumulatîf ên sermaye û desthilatdariyê re xizmet dikin, zanista civakî ya rêbaza diyalektîkê ya tineker nîne esas digire were pêşdebirin ku bi mejiyê analîtîk û hisî re ahengê îfade dike û ji qalibên hişk ên sûbjektîv û objektîvî bihurî ye.

Yek ji dersên sereke yên modernîteya demokratîk ji demên bihurî bigire ew e, divê xwe bi şoreşeke rohnîbûnê ya bi kok di zikhev de ava bike. Tevî vê, divê ez yekser destnîşan bikim ku rabihurî niha ye. Herçiqasî em bi temamî behsa rabihuriya civaka exlaqî û polîtîk a şêweyê hebûna bingehîn xwezaya civakî ye, nekin jî (lê divê em ji bîr nekin ku nexasim civaka neolîtîk, civaka gund û cotkariyê, koçerî, qebîle, eşîr û cemaetên dînî xisletên xwe yên jiyanê bi rik dewam dikin) ji bo nirxên xwe yên di pênc hezar salên dawî de ji aliyê yekdestdariyên daneheva sermaye û desthilatdariyê hatine têkbirin ji nû ve bi dest bixe di asteke şoreşî de afirêneriya zanist û entelektueliyê ya gelekî pêdivî pê heye wê bibe desteka herî mezin. Ji bo ev pêdiviya bivê nevê divê pêk bê, ji her demê zêdetir heyatî û girîng e ku divê em li ser wezîfeyên xwe yên entelektuelî biponijin, analîz bikin û hewl bidin çareser bikin.

REBERE GELAN (BEŞA 8 E MİN)

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)