LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)
0 Yorum
24-09-2021

E- XWEZAYA CIVAKÎ Û HEQÎQET:

2- Ji Aliyê Rêbazî Ve Nêzîkbûna ji Civaka Dîrokî;

Nabe ku paradîgma û rêbazên ji bo Xwezaya Civakî bêne pêkanîn, bi yên der barê Xwezaya Yekemîn de wekhev bêne kirin. Nêzîkatiya gerdûnparêz der barê Xwezaya Yekemîn de zêdetir rê li encamên nêzî heqîqetê (Lê ez tiştekî weke heqîqeteke mutleq nafikirim) vedike, lê îzafiyetgiriya der barê Xwezaya Civakî de zêdetir nêzî rastiyê ye. Mirov gerdûnê ne dikare bi vegotina gerdûnparêz a li ser xeteke rast, ne jî xelekên çemberwarî yên bêserûbinî yên bi heman awayî rave bike. Rêbaza bi awayekî gerdûnparêz li ser xeteke rast pêşketinê qebûl dike, di zanistên civakî de herî kêm bi qasî dogmatîzma dînî rê li pirsgirêkên fêhmkirinê yên rastiyê vedike. Di hukmin xwe de weke yên dînî vebirrî ye: Gerdûn bêserûbinî pêşde diçe; di Lewh-î Mehfûzê de çi hatibe nivîsandin ew bi cih tê. Bi gotineke din, ya pêk tê, ew tişt e ku divê pêk bê. Her tişt çawa hatibe xwestin bi wî rengî pêk tê.Li gorî şîrovekirina dîrokê ya li ser xeteke rast, piştî civaka gund û cotkariyê civaka bajêr a mezin û bilind bû di hukmê ‘gotina dawî’ de ye. Çîrokçêkirinên şaristaniyê li dora bajêr rastî bi xwe ne. Hêza li bajêr rêveberî xistiye destê xwe û xwe weke dewleta dînî bi rêxistin kiriye, weke çîna serwer hêza motor a dîrokê ye. Çi kiribe rast û pîroz e; pêkhatina çarenûsa muqader e. Ji bo vê jî hegemondariyên îdeolojîk ên xwedayî têne hildan. Her dengê dijber an jî ne li gorî wan, weke xiyaneta bi gotina ezelî û ebedî re ango bi îfadeya wî ya jiyanê re tê hesibandin û ‘xezeba xwedê’ bi sera de radikin. Bi tevahî karûbarên bê rûmet ên despot weke xwedê yan jî gotinên wan ên pîroz ji devê rahiban têne xwarê. Êdî li hemberî qanûnên xwedê stûyê evdan ji mû ziravtir e. Stû were jêkirin jî naêşe. Şaristanî, serdema bajêr weke rêxistiniya sermaye û zorê bi rewşeke orjîn a mîtolojiyê yan jî bi vegotineke seresere ya dîn bi gelek awayan veguheriye û heta roja me ya îro hatiye. Tevî ku cewherê wê weke xwe maye, retorîk û formê (şêweyê rêxistiniya wê) wê her hatiye guhertin û her hatiye pêşkêşkirin cîlayên wê hemû jê hatine xwarê û hîç paxav nake bi awayekî hişkî çor weke faşîzma dewleta netewe xwe pêşkêş dike. Rêxistiniya zor û sermayeyê ya bajêr weke qefesa hesinî burokrasî tevî yên di hundirê wê de kansêrbûna wan a biyolojîk û AIDS her diçin zêde dibin, rewşeke ji vê jî bi tehlûketir xwezaya civakê bi hemû avahiyên xwe yên hundir û bi hawîrdora xwe ya xwezayî ketiye qonaxa kansêrbûnê. Ji bo were fêhmkirin ku ev vegotina me bi xetên stûr anî ziman zêde vegotineke nepixandî nîne, mirov bi tenê li şer û mêtingeriyên çarsed salên dawî yên sîstema dinyayê (herî zêde pênc hezar salên dawî), rewşa şer a li tevahiya civakê belav bûye û rewşa rojane ya felaketa hawîrdorê binêre têrê dike. Em dema ku li tevahiya şêweyên hegemondariya îdeolojîk ên lîberal û zêdetir jî li qadên fermî (îdeolojiyên dewletê) dinêrin, wisa nuqte li dawiya dîrokê hatiye danîn. Bi gotineke din, di asta herî jor a serdema global de sîstema kapîtalîst rewşa gotina dawî ya ebedî îfade dike. Ev qalkirin nû nîne, em dizanin di her serdema girîng a sermaye û zordestiyê de îlanên bi vî awayî yên ‘ebediyetê’ têne dayîn. Ha heqîqeta ‘zanistên’ şaristaniya pênc hezar salî bi hezar kirasan pêçayî û kirine rêbaz ev e. Ango rêbaz bûye heqîqet, heqîqet jî bûye rêbaz. Wexta ku bi pistepistî be jî di ber guhên mirovan re bê avêtin ku dikare hebûna dinya, zanist û rêbazên din mumkîn be, tevî gotinên cehennemî, jirêderketî û kafirî her şêweyê ‘terorê’ yên sînornenas dikevin dewrê. Şêweyê serjêkirinê yê herî sivik û besît e. Li çarmîxê xistin, di nava agir de şewitandin, bi dar ve kirin, heta bimire kelekvanî, êşknece, heta bimire xebitandin, di zindanan de rizîn, pîrekkirin, şêweyên bê sînor ên mêtingehkirinê, asîmîlasyon û hwd. Şaristaniya navendî ya pênc hezar salî ku hewl dide civaka gund û cotkariyê hilweşîne, bi awayekî mîna heyfa xwe jê hilînê tevdigere. Em dibînin di salên 2000î de dixwaze vê civakê bi tevahî têk bibe û şopên wê yên dawiyê jî bi temamî ji holê rake. Têkbirin û hilweşandina hawîrdorê ya rastî şêweyê herî dawî yê tolhilanîna ji CIVAKA GUND û COTKARIYÊ ye. Gelekî seyr û balkêş e, li şûna Xwezaya Civakî ya hatiye bêdengkirin, Xwezaya Yekemîn bi felaketên cûrbicûr ên rê li wan vekiriye (germbûna avhewayê, hişkbûn, bi lez helîna qeşayên qutban, bi lez tinebûna cureyên heywan û nebatan, rabûna lehiyan, babîsok û felaketên din) bersivê dide van hilweşandin û têkbirinan. Carnan mirovatî (mirovatiya hatiye bêdengkirin) dikare bibe xwezaya herî bê zar û ziman. Rast e, ev cihê xemê ye, lê kî dikare rastbûna wê înkar bike? Di paradîgmaya dîrokê de guhertina herî bingehîn ew e, civaka gund-cotkariyê (10000 B.Z. heta roja me ya îro) nebe yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ya bingehê xwe bajêr jî pêş nakeve. Di vê nuqteyê de mirov dikare guhertina herî bingehîn a rêbazê bike. Rosa Luxemburgê bi şêweyekî gelekî di ser re wisa terîf kiribû “Civaka ne kapîtalîst e, nebe, yekdestdariya daneheva sermayê û kapîtalîzm nabe.” Divê mirov vê terîfê bi tevahî li şêweyên sermayeyê û dîrokê bixe, wê ev bibe şêwazekî rastir. Ji ber ku ev di tevahiya civaka dîrokî de ji hev derxistin û analîzkirina sermayeyê îfade dike. Modela civaka saf kapîtalîst a K. Marks, şaşiya wî ya herî bingehîn e. Ji ber ku civakeke bi vî rengî ne pratîkî, ne jî weke teorîk mumkîn e. Piştrastkirina vê gelekî hêsan e: mînak em bibêjin di civakekê de bi tenê kapîtalîst (tevî burokratên xwe) û karker (tevî bêkarên xwe) hene. Ji ber ku li gorî civaka saf a kapîtalîst divê ev wilo be. Em ferz bikin ku li fabrîka sermayeyê bi giştî yekeya sed malî tê hilberandin. Yekeya bîstûpênc malî di berdêla heqdestên wan de dibe ya karkeran. Bila yekeya bîstûpêncan jî ji bikaranîna çîna sermayedar re bimîne. Baş e, yekeya pêncî malê mayî wê çi bibe? Yê mayî yan wê birize yan jî belaş were belavkirin. Li gorî modela civaka saf kapîtalîst bi awayekî din mumkîn nîne.

Rosa wexta ji vê nuqteyê destpê dike û dibêje, eger yekeya pêncî malî bi armanca karê ji civaka ne kapîtalîst re were firotin wê pêkhatina sîstemê mumkîn be, li keviyên rastiyê diçe û tê. Rastiya civakî hê berfirehtir e. Herweha divê mirov baş bizanibe û ji bîr neke ku berdêla kar û daneheva sermayeyê ya xwe dispêre wê, mayeya civakî ye ku nehatiye dayîn. Civaka ne kapîtalîst kîjan civak e? Di serî de civaka dîrokî ya gund-cotkariyê ye; civaka jinê ya girtine malê ye; beşê karker (bi xêrê debara xwe dike) û zenaetkar ên kedkar û xizan ên bajêr in. Dema ku rastî welê bê danîn, îmkan û derfet çêdibin ji bo mirov karibe şaristaniya pênc hezar salî û dema wê ya herî sîstematîk çarsed salên dawî yên sîstema dinya kapîtalîst analîz bike. Di tevahiya dîrokê hemûyî de sermaye û desthilatdariya xwe weke şebekeyê (arîstokrasî, efendî, bûrjûvazî, dewletlû, desthilatdar û hwd.) bi rêxistinkirin ti carî ji sedî dehê şêniyên giştî derbas nekiriye. Ji lewra gewdê giştî yê xwezaya civakî her tim di ser ji sedî nodî re ye. Hingê ji aliyê rêbazê ve em bipirsin: Gelo mirov ji sedî dehî bike dîrok, bike sîstem û bike objeyê bingehîn ê fikrê ji aliyê zanistî ve rêyeke rast e, yan mirov ji sedî nodî bike dîrok, bike sîstem, bike objeya bingehîn a fikrê rêbazeke rast a zanistî ye? Rastiya bingehîn a divê mirov li bersiva wê bigere ev e. Mirov dikarin bibêjin, ji ber ku pirraniya fikir, zanist û rêbazê di bin yekdestdariya ji sedî deh de ye bi awayekî din mumkîn nabe. Lê ev yekdestdarî, li gorî tehlîla dawî, ma li ser desteserkirin û vedizîna mayeya civakî pêk nehatiye? Ji ber ku koma herî rêxistinkirî û îdeolojîk e, ma ev wê mafdar dike? Ji sedî yek be jî, zoreke baş hatiye bi rêxistinkirin, dikare hukim li mîlyonan bike, dikare mîlyonan rêve jî bibe. Dikare gotinên xwe jî weke rêbaz û zanista herî bingehîn jî ferz bike. Ma ev rastî, dikare bê maneya heqîqetê? Kî misteke zordar û yekdestdarî weke heqîqet îlan dike? Yên îlan dikin, weke mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û hunerê pêşkêş dikin, girêdana wan bi desthilatdariya şebekeya sermaye û zordaran dikare heqîqeta civakî (heqîqeta ji sedî nodî) biguherîne? Gelekî eşkere ye ku divê mirov pirsgirêkê bi vî rengî deyne holê. Ti hegemondariya îdeolojîk, zanistî, dînî, felsefî û hunerî hêza xwe ji bo guhertina vê heqîqetê têrê nake, divê têrê neke. Em dema ku civaka dîrokî ji aliyê avahiyê ve li ber rohniya vê rêbaza sereke lêkolîn bikin û bixwazin bi şêweyên fikrê yên cûrbicûr (mîtolojîk, dînî, felsefî, zanistî û hunerî) bigihînin îfadeyekê, şaxên heqîqetê wê zêdetir diyar û manedar bibin. Mirov dikare şaristaniya demokratîk bigihîne sîstematîkeke gelekî pêşketî bi vegotina wê ya civaka dîrokî ya du-alî (objektîvîzma wê û subjektîvîzma wê wek şêwazê avabûna wê) hebe. Hewce dike û mumkîn e ku xwezaya civakî di nava yekparetî û dîrokîtiyeke berfireh de sîstematîze were kirin. Divê ev analîza sîstematîk di bingehê paradîgmatîk ê şoreşa zanistî û zanista civakî de were bi cihkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ji bo pirsgirêka rêbazê, di wê qabîliyetê de ye ku xwezaya civakî bi tevahî dewlemendiya dîrokî û di nava yekparetiyê de wê bêtir pêşkêş bike. Çawa pêşî mirov awirekî diavêje tê dîtin,

a- Civaka bê sermaye û desthilatdarî mumkîn e, lê serameye û desthilatdarî bê civak mumkîn nînin.

b- Ekonomiya bê sermaye mumkîn e, lê sermayeya bê ekonomî mumkîn nîne.

c- Civaka bê dewlet mumkîn e, lê dewleta bê civak mumkîn nîne.

d- Civaka bê kapîtalîst, bê feodal, bê efendî mumkîn e, lê kapîtalîst, feodal û efendiyê bê civak mumkîn nînin.

e- Civaka bê çîn mumkîn e, lê çîna bê civak mumkîn nîne.

f- Gund û cotkariya bê bajar mumkîn e, lê bajarê bê gund û cotkarî mumkîn nîne.

g- Civaka bê huqûq mumkîn e, lê civaka bê exlaq mumkîn nîne.

h- Mirov dikare mîna kesê bi xwe li daholê dide û bi xwe govendê digire civakê bixe rewşeke bê polîtîka û bê exlaq. Lê wê demê jî civak ji aliyê Levîathanê nû ve (faşîzma dewleta netewe) tê parçekirin û daqurtandin ku ew kêliya mirina mirov û civakê bi vî awayî dibe ya temaşayê. Ev kêlî, kêliya pêkhatina qirkirinê ye. ev kêlî, kêliya mirina mirov e ku Michel Foucault îlan kiriye. Ev kêlî, ew kêlî ye ku Friedrich Nietzsche ew weke kêliya civak û mirov têde hatiye xesandin, têde kirine bejinbohst û bicirkî, kirine morî, kirine kerî û girse, îlan kiriye. Ev kêlî, ew kêlî ye ku civak di ‘qefesa hesinî’ ya M. Weber behsa wê kirî de hatiye girtin! Bêyî yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê rewşa xwezayî ya civakê, civaka exlaqî û polîtîk e. Bi tevahî civaka mirov ji roja çêbûye û heta roja vemire divê bi vê xisletê rabe û bijî. Qalibên civakan ên koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst ku xwestin mîna kirasekî li xwezaya civakê bikin, rastiyê îfade nakin. Îddîayên bi vî rengî dikarin hebin, lê civakên bi vî rengî tinene. Rewşa bingehîn a civakan exlaqî û polîtîk e, lê ji ber ku tevahiya dîrokê timî ji aliyê yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê ve hatine tengavkirin, hatin mêtin, hatine mêtingehkirin bi temamî îmkanê pêşketinê nedîtine. Ji ber ku civak mecbûr nîne dewamî xwe bispêre şerên (li hundir û derve) mêtinkariyê yên yekdestdaran, bi şêweyên cûrbicûr divê şaristaniya xwe ya demokratîk (hem li ser zemînê gund û cotkariyê hem jî di nav kedkarên bajêr de) pêş bixîne. Dîrok bi tenê koma dewlet û desthilatdariyan pêk nayê, ew li derveyî mirovahiyê ne, avahiyên kohne ne, amûrên şer in. Dîrok qatbiqat ji wan zêdetir bi mînakên şaristaniya demokratîk tijî ye (xwezaya civakî her tim ji sedî nod hebûna xwe di ser wan re ye). Bi tevahî malbat, qebîle û sîstemên eşîran, konfederasyon, demokrasiyên bajaran (bi qasî ku tê zanîn mînaka herî balkêş Atîna ye) û konfederaslîzmên demokratîk, keşîşxane, dergah, komin, partiyên wekhevîxwaz, civakên sivîl, terîqet, mezheb, komên dîn û felsefeyê yên nebûne desthilatdar, piştgiriyên jinê û bêhejmar meclîs û cemaetên piştgiriyê yên nehatine nivîsandin, komên civakî yên bi qasî stêrkên li ezmanan divê li xaneya şaristaniya demokratîk bêne danîn. Mixabin, dîroka van koman bi awayekî sîstematîk nehatiye nivîsîn. Dibe ku dîroka mirovane ya rastî îfadeya sîstematîk a van koman be. Şaristaniyên desthilatdariya fermî, ji ber ku yekdestdariyên sermaye û sîlehê bi hegemondariya îdeolojîk re di zikhev de meşandine, îdeolojiya şaristaniya demokratîk tim qels û bê sîstem maye. Ji aliyê desthilatdariyan ve timî hatiye tepisandin û ji rêderxistin, bi pirranî jî hatiye tinekirin. Ji ber ku gelek hozan, zanist, felsefe, dîn, mezheb û hunermend teslîm nebûn, guh dan dengê wijdanê azad bi cezayên herî giran hatine cezakirin û bêdengkirin. Bi sedema ku dîroka van nehatiye nivîsîn ev nayê wê maneyê ku ev tinene. Yek ji wezîfeyên me yên sereke yên entelektuelî ew e, divê em şaristaniya demokratîk bigihînin îfadeyeke sîstematîk a civaka dîrokî.

Li beramberî sîstema şaristaniya dewleta netewe ya çarsed salên dawî weke tevahiya yekdestdariyên deshilatdarî, îdeolojîk, îdarî, eskerî û ekonomîk xwe kiriye sîstema dinya kapîtalîst, sîstematîkeke şaristaniya demokratîk a bi bi temamî yekpare nebûyî heye û divê piçûk neyê dîtin, di nava vê sîstematîkê de gelek tevger li bazkekî cih digirin. Rêbazên lêgerîna li heqîqetê yên zanistên civakî yên navenda wan Ewrûpa li gorî cewherê xwe hegemonîst in. Rêyên alternatîf ên heqîqetê bi du rêbazên bingehîn hema dikin ku bê îmkan dikin: Yekemîn, nêzîkatiya monîst (ferdparêz) gerdûnparêz e. Her tim heqîqetê dadixin ‘yekê’. Duyemîn, modela li gorîxwebûnê ye. Dema ku dibêje her kesek li gorî xwe heqîqeteke wî-wê heye, ya rastî hewl dide îfade bike heqîqeta xwe nîne. Ev tiştekî wisa ye, mîna ku tu ji bo her tişt diguhere îddîa bike ku ti tişt naguhere. Eşkere ye ku herdu rêbaz jî di reduksiyonîzmê de dibin yek. Çi gerdûnparêziya ‘yekperest’, çi jî ligorîxwebûna ‘tekîtiyê’ heqîqetê dadixin tektiyê bi vî awayî jî herdu karektera xwe ya hegemonîk eşkere nîşan didin. Bêguman li pişt van rêbazan şaristaniya yekdestdar heye. Bingehê vê mijarê diçe heta dema rahibên Sumeran xwedayê herî mezin ‘En’ ava kirin. Sedema mezinkirina ‘En’ ew e, hiyarerşî û yekdestdariya bajar-çîn-dewletê bilind dibe, lewma hewce dibînin ku wan rewa bikin, li ser zêhniyeta civakî serwer û hegemon (Ez difikirim ku serwer û hegemon ji heman kokê tên) bikin. Di felsefeya Yewnan de sedema pêşî, weke vedîtina herî mezin xweda timî ji heman çavkaniyê tê (Li gorî têgihiştina Arîsto û Eflatûn a xwedê). Di dînên yekxwedayî de şêweyê ‘En’ xwe pê nixumandî xwedayê aleman ‘Ellah’ e. ‘El’ ji ‘Ellahî’ tê. Di bilindbûn û hilatina Romayê de weke ‘Jupîter’ derdikeve pêşiya me. Di her civakê de ku rejîmên xweda- qraltî û împaratorî têne avakirin, ji bo wan li ser civakê rewa bikin, weke gelek caran hatiye dîtin, serî li têgînên dînî yan jî mîtolojîk dane. Hema hema di her qraltî, împaratorî û rejîma despotîk de, bi têgînan mezinkirin û hewldaneke hegemondarî ya îdeolojîk tê dîtin. Ji ber ku hegemondariyeke bi vî rengî li ser zêhnan nebe, rejîmên behsa wan têne kirin nikarin mayînde bibin.

Yekdestdasriya kapîtalîst a Ewrûpayê (weke şêwe û navenda hegemonîk a nû ya şaristaniyê) wexta ku di sedsala 16. de mezin dibû, eşkere haya xwe jê hebû ku hewldaneke bi heman rengî nebe wê nikaribe serwer bibe. Di dîrokê de cara pêşî heta wê demê pere- sermaye (cotkarî, bazirganî û weke amûrê desthilatdariyê ji sermayeyê cudatir şêweyekî sermayeyê) ya xwe di çavî û telşên civakê de veşartibû weke hêza hegemonîk di nava civakê de û her diçe di çaviyan wê hemûyan de belav û mezin dibe. Francis, Roger Bacon û Rene Descartes ên ji teolojiya koka xwe Xiristiyantiyê tên (ango bi koka xwe Sumer Rojhilata Navîn in) li rêbazên nû digerin û ev lêgerîna wan ji nêz ve têkiliya xwe bi derketina hegemondariya maddî re heye. ‘Heqîqet’a bi pey wê ketine çi ji aliyê rêbazê ve, çi jî ji aliyê naverokê ve, bi vî cureyê nû yê sermayeyê re di mezinbûna hegemondariyê de hevpar e. Yekdestdariya kapîtalîst çiqasî hegemondariya xwe têkûz û qehîm dike, hegemondariya xwe ya îdeolojîk jî bi vê re di zikhev de têkûz û mayînde dike. Rêbaza nû, şoreşên zanist û felsefeyê bi tenê bi hêza veguherîner a şertên maddî dikare ravekirina xwe ya zanistî bike. Bêguman mirov her tiştî bi kapîtalîzmê ve girê bide wê mirov serkorî bike. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ketina xefik û reduksiyonîzmeke seresere ye. Lê eger girîngiya têkiliya di navbera wan de were paşguhkirin lêkolînên heqîqetê seqet bimînin û wê di nava vegotinên metafizîk de qîmeta xwe nemîne.  Çi bi rêbazên metafizîk çi jî bi yên pozitivîst hatibin bi karanîn, ez vegotinên civak û dîrokî yên bi vî rengî weke rêbaz qebûl nakim û tevî vê yekê divê kêm zêde ez ji aliyê xwe ve bibêjim, encamên yek mîna ya din diafirînin, şîroveyên rastî û heqîqetê berevajî îddîayên wan hevdu nagirin. Ji bo fikirîna malzemeyên ezmûna dîrokê ji sedî sed hewce dibînim. Di vê mijarê de ez mîna ampirîstekî tîpîk (ceribkar) xwedî nêzîkatî nînim. Weke dijberê vê xwedî nêzîkatiya îdealîst (fikirkariya mutleq) a îddîa dike ji ceribandin û malzemeyên xwezayî û dîrokî serbixwe dikare fikrê çêke jî nînim. Ez dizanim bi van rêbazan tevahiya dîroka şaristaniyê kulliyatên gelekî mezin hatine çêkirin. Tevî ku ez bawer dikim divê haya mirov ji van hebe, lê ez îqna nînim ku di şîrovekirina heqîqetê dest ji wan nabe. Ez hez dikim, diyar bikim ku bêy van jî mirov dikare heqîetê şîrove bike. Nexasim jî ekola lêkolîner a pozitivîst a di nava pirrbûna malzemeyên dîrokê de xeniqî ye, di rewşeke gelekî belengaz û dilê mirov pê bi şewite de dibînim. Herweha bi heman awayî şêxên gelekî bê malzeme û kerametên wan ji wan menqûl ên ji xeybê xeberê didin jî ez yeqîn nakim ku zêde têkiliya wan bi heqîqetê re heye. Ew di rewşeke gelekî sefîl û belengaz de ne. Bi tenê rexnekirina nêzîkatiyên ampîrîk û îdealîst têrê nake. Gelekî girîng e ku mirov binêzîkatiya rexnekirinê bi ser şêweyên cuda yên van herdu rêbazan de biçe, ew jî rêbazên gerdûngirî, li ser xeteke dûz pêşketin û îzafiyet in. Bi giştî heqîqet ne li ser xeteke rast a pêşketinê, ne jî bi rêbaza îzafiyetê tê avakirin û keşifkirin. Bêguman asta bilind a mejiyê nerm ê xwezaya civakî di avakirina rastiya civakî de alternatîfeke berfireh a azadiyê pêşkêş dike. Lê ev weke rêbaza îzafî îddîa dike “Herkes rastiya xwe bi xwe dikare ava bike” xwedî mane nîne. Heman rastî weke îdealîst jî yeqîn dikin “Her tişt çawa ku di Lewha Mehfûzê de hatiye nivîsandin wê pêk bê” nîne. Avakirina rastiyên civakî (xwezayên civakî ji klan heta netew, çîn, dewlet û hwd.), weke rastiyên nû bi fikrên nû bi malzemeya civakî ya di nava şertên zeman û mekan ên daneyî de were çêkirin weke rêya zêhnî û rêbaza herî rastî xuya dike yan jî dikare wisa were pêjirandin. Dubare bibe jî rêbaza hewl didim rave bikim ji sedî sedî divê xwe bispêre xwezaya civakî, nexasim jî rewşa hebûna wê ya bingehîn civaka exlaqî û polîtîk e ku ez jê bawer dikim û jê piştrast im. Ez hewl didim rave bikim ku bi tevahî ekolên fikrê yên têkiliya wan bi civaka exlaqî û polîtîk re nînin, avahiyên zanist, felsefe û hunerê bivê nevê wê seqet pêk bên, zû dereng wê rê li ber rewşên bi fikar vekin. Bi tevahî pirsgirêkên rêbazê yên divê bi wan girêdayî were mayîn û berhemên wê yên agahî, etîk û estetîkê ji sedî sed civaka exlaqî û polîtîk esas bigire weke şertê pêşî diyar dikim. Ez dixwazim balê bikişînim ku li derveyî vî şertê pêşî bi tevahî rêbaz, agahî, etîk û estetîka pêk bê seqet û bawerî bi wan nayê, bi şaşiyan barkirî ne, bi krêtî û xirabiyan tijî ne. Ez bi israr rave dikim ku xusûsên behsa wan dikim bi tenê fikir û qenaetên min ên şexsî nînin, li ser rêya heqîqetê di asta nirxên bingehîn de ne.

Xwezayên civakî jî weke xwezayên biyolojîk bi heman şêweyî xwedî şîfreyên genetîk in. Haya min ji biyolojîzmê heye. Ez dizanim, mirov xwezaya civakî bi vê bipîve Darwînîzm e, û weke materyalîzma herî çor ji muhendisiyên civakî re malzemeyê fikrî tedarik dike. Lê xusûsa ez behsa wê dikim ew e, xweza weke mejiyê asta wê herî bilind xwedî qabîliyeta hilbijartina azadiyê be jî dîsa guhertina xisletên bingehîn ên avabûn û hafiza civakên dîrokî xusûsiyetên xwe yên xweser hene. Çawa ku bi şîfreyên genetîk ên heywan û nebatan têne lîstin, nebatên cuda û heywanên ehlî têne gihandin, em nikarin civakan jî bi vî awayî biguherînin. Hafiza û bîra xwezaya civakî, ev jixwe bê sedem weke civaka exlaqî û xwezayî diyar nekiriye. Rêya guhertina civakî bi bilindkirina asta civakî ya exlaqî û polîtîk dikare rewa bê qebûlkirin, naxwe wê bi her cure rêbazên totalîter û otorîter asta civaka exlaqî û polîtîk bixe, lewma pirr girîng e ku mirov bibêje encam çi dibe bila bibe wê rewa neyê qebûlkirin.

REBERE GELAN (BEŞA 6 E MİN)

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)