LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)
0 Yorum
21-09-2021

C- MANEYA DÎROKÎ YA LÊGERÎNA LI RÊBAZ Û HEQÎQETÊ:

Bi rexneyeke dijber, ez rêbazeke nû pêşniyar nakim. Ev nayê wê maneyê ku ez bêrêbazbûnê jî pêşniyar dikim. Ne tenê di jiyana mirov de, di jiyana xwezayê ya zindî û nezindiyan hemûyan de qanûn, rêbaz û rêyên bi wan ve girêdayî hene û haya min ji van xusûsan heye. Ez qîmetekê didim rê û rêbazê. Lê di têgihiştina qanûn û rêbazan de her tim cewherekî determînîstîk heye, ji lewra bi girîngî û bi hosteyî divê bibêjim; mayîndebûn û israra di vê yekê de dibe ku rê li ber înkara azadî û pêşketinê veke. Ez nafikirim gerdûnên bê rêbaz û qanûn hebin. Ez her weha ji mekanîzma bingehîn a Descartes bawer nakim ku gerdûnê bi tenê weke nîzameke matematîkî digire dest. Gumanên min ên kûr hene ku mentiqê qanûn û matematîkê bi nexweşî ne. Ez zêhniyeta rahibên sumeran ên matematîk û qanûn vedîtin û zêhniyeta zanistî ya roja me ya îro gelekî dişibînim hevdu. Ez yeqîn dikim ku herdu jî heman şaristaniyê temsîl dikin.

Dijbertiya rêbazê nayê wê maneyê ku mirov wê înkar dike, di heman demê de nayê wê maneyê mirov li rêbazeke alternatîf digere. Divê were gotin ; hêja ye ku mirov li şîroveyên alternatîf ên ji bo jiyaneke azad îmkanan didin, vekirî be. Eger armanc xwe gihandina maneya jiyanê be, divê rêbaz jî navbêynkariya wê bike. Dewleta mezin û hilberîna îndustriyal a mezin bi serê xwe ji bexteweriyê zêdetir ji mirovatiyê re şer û hilweşîn anîne. Dema hilberîn û hêz dibin yek, mirov ji maneyê bêhtir dûr dixin. Kesên mal û milk daneserhev li hemberî jiyanê her tim bûne ji wan kesên sereke yên bê hurmet tevgeriyane. Civak her tim bi guman nêzîkî daneserhevê û maldaran bûye. Ji bo mirov ji pirsgirêka rêbazê rizgar bibe yan jî vê pirsgirêkê li dawî bihêle û derbas bike; divê mirov karibe xwe li şaristanî û serdema têde rakişîne û pêre bikeve nava hesabpirsîn û dayînê. Di demên cihê yên dîrokê de em li mînakên balkêş ên di vî warî de rast tên. Mirov heta kapîtalîzmê û disîplînên zanistî û rêbazên wê yên mohra xwe li qalib û saziyên wê yên hemdem xistine radîkal rexne neke û li ser vî hîmî ji bo zanista mirov nêzîktirî jiyana azad dike, ji bo avakirina nû zendûbenda banede, gera li rêyekê hewldaneke tewş e. Niyeta min nîne ku ez bi kêra dualîteya modernîte-postmodernîteyê bêm. Di vê mijarê de tevî ku hurmeta min ji gelek nêzîkatiyan re heye jî di wê baweriyê de me ku hînê ji cewherê pirsgirêkê gelekî dûr in. Tê qebûlkirin ku postmodernîte kirasê nû ye, modernîte pê hebûna xwe dewam dike. Ez neçar im ku şîroveya xwe bi têgîna REJÎMA HEQÎQETÊ pêşkêş bikim. Ez bi vê, ji rêbazeke alternatîf wêdetir, li rêyekê digerim ku pê karibim ji nava pirsgirêkên mirov bi wan xapiyane û ji nirxên azadiyê dûr hatine xistin, derkevim. Bêguman di civaka mirov de her tim lêgerîna li heqîqetê hebû. Ji mîtolojiyan heta dînan ji felsefeyan heta gelek zanistên roja me ya îro gelek alternatîf ji bo bibin bersiva vê lêgerînê derketine holê. Jiyan li derveyî van alternatîfan nayê fikirîn, lê di heman demê de di vê mijarê de îroniyeke 2 nayê înkarkirin heye, ew jî ew e ku guloka pirsgirêkan jî ji van alternatîfan çêbûye. Yanî ne bêyî wan dibe, ne jî bi wan dibe. Rastiyeke welê dualî heye. Lê modernîteya me ya îro cihêtiyeke xwe ya nedîtî heye. Modernîte gihiştiye wan sînoran ku êdî nikare dewam bike. Em dikarin yekser pirsgirêkên wê yên mehşereke rastî tînin hişê mirov weha rêz bikin; şêniyên cîhanê bi lez zêde dibin, dewlemendiyên sererd û binerd diqedin, hawîrdor tê talankirin, derza li civakê ketiye bi lez mezin dibe, têkiliyên exlaqî ji hev dikevin, jiyan ji zeman û mekan qut dibe, jiyan ji avzûnkarî û helbestwarîbûna xwe dibe, streseke mezin, gidîşa çekên nuklêr ên karin cîhanê wergerînin çolekê û cureyên şeran ku xwe li bunyeya civakê hemûyî gerandine û dawî li wan nayê. Gihiştina vê qonaxê bi xwe jî nîşan dide ku rejîmên me yên heqîqetê îflas kirine. Min navê ez tabloyeke bê hêvî û reşbîn çêkim. Lê em nikarin li hemberî jiyana ji destê me diçe bêdeng bimînin û neqîrin. Em bê hêvî nebin, rondikên xwe nebarînin. Lê ji bo vê jî çare divê. Gelo lêgerîna me ya li heqîqetê hewldaneke tewş bû, naxwe em di serdema hêzên tariyê re derbas dibin? Çewtiyên mezin kengî û li ku hatin kirin; kengî ketinê û di ku de asê man? Ji xwe bawer ez dikarim bibêjim; modenîteya kapîtalîst bi giranî hêza xwe ji avakirina civakên çewt girtiye. Bêguman nabe mirov înkar bike ku li dijî van çewtiyan gelekî têkoşînên mezin hatine meşandin. Sîstemên serketî hatin nîşandan jî ya bi serê wan hatiye li holê ye. Hingî gelo weke ku sîstem îdîa dike ya ku em têde dijîn, dinyaya dawî û ebedî ye? Gelo dinyayeke din mumkîn nîne? Haya min ji min heye ku ez jî pirsên rojane têne pirsîn dubare dikim. Belê, ji çewtiyên rêbazê yên di gelek xalan de tên kirin heta bi şaşiyên di disîplînên zanistê de, ji şîroveyên desthilatdarî û aboriyê heta bi têgihiştina hukim li estetîkê dike û sazîbûyînê, ez dikarim rûyê rastî yê gelek diyardeyan raxînim ber çavan. Divê ev yek piçûk neyê dîtin. Di vê çarçoveyê de ez xwe xwediyê wê hêzê dibînim ku bikevim nava ceribandinekê. Ez vê jî weke wezîfe û deynekî xwe yê li hemberî nirxên azadiyê qebûl dikim. Ji bo ketina nava mijarê, ez dikarim weke hevoka destpêkê bibêjim; dabeşbûn û cihêbûna du qalibên bingehîn ên hukim li fikra mirov kirine obje-sûbje, îdealîst-materyalîst, diyalektîk-metafizîk, felsefî-zanistî, mîtolojîk-dînî mane qelskirine û berevajî kirine. Hûrûkûrbûna di van dualîteyan de yek ji çewtiya bingehîn a rêbazê ye ku rê li ber modernîteya kapîtalîst vekiriye. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de pêşketin an jî pêşdebirina fikir û baweriyan ji aliyê îstîsmarkaran ve hatiye destekkirin û di dewamkirina sîstemên wan de rista rewakirinê bi cih anîne û di kapîtalîzmê de gihiştine asta herî jor. Şîrovekirina van dualîteyan weke dîrokeke neberçav jî ya rastî bi kêra van sîstemên mêtinger û îqtîdarên li ser kar hatiye. Eger bi van dualîteyan serî li zêhniyeta mirovatiyê nehatiba gerandin wê di dîrokê de ti nîzama îstîsmar û îqtîdarê ev çend bi tesîr nebûna. Şerê zêhniyetê yê li dora van dualîteyan tê meşandin, mîna şehwetê hînê zêdetir rê li ber xwesteka desthilatdarî û mêtingeriyê vedike. Şopger û şopbirrên heqîqetê, çiqas di van dualîteyan de serketîbûn, ewçend jî li cem desthlatdar û mêtingeran bûne xwedî paye û cihekî berz. Ji lewra gotina ‘Heqîqet desthilatdarî ye, desthilatdarî heqîqet e’ gelekî cih dîtiye û hatiye piştrastkirin. Rejîma heqîqetê ya li vir behsa wê tê kirin, hevgirtiyê herî baş ê rejîma îstîsmara siyasî ye. Encama vê hevgirtinê bêhtir zordarî û îstîsmar e. Di encama vê de jî jiyana azad û manedar ji dest diçe.

Hingî karê me yê pêşî yê ciddî divê em weke rêbaz bi cih bînin ew e ku em dev ji vê rejîma heqîqetê berdin. Ya rastî divê mirov helwesteke negatîf nîşan bide: divê mirov ji her alî ve negatîf nêzî rejîma heqîqetê ya sîstemê bibe! Ez behsa helwest û beredanîneke hişk û çor nakim. Ez dibêjim; divê mirov wê çareser bike. Ne tenê li dijî tevn û torên desthilatdaran, li dijî kulmoza mêtingeran jî helwest divê. Kengî van kulmozan li her deverê li hemberî xwe berxwedaneke manedar dîtin û ji bo avakirina koman xebat hatin meşandin, hingê sîstemê ji dûvikê xwe ve hatibe zevtkirin û êdî wê dest pê bike ji hev bikeve. Bi tevahî civak bi zêhniyetê têne avakirin û berhemê wê ne. Weke tê gotin; dest û ling civakê ava nakin. Eger wisa bûya dinya li pêşiya me wê pirr cihê bûna. Bi tevahî bûyerên girîng ên dîrokê, pêşketin û pêkhatin weke berhemên îrade û zêhniyetên bi bandor derketin holê. Yek ji çewtiyên mezin ên rêbaza Marksîst ew bû; bêyî ku şoreşê di qadên zêhnî de xurt bike, li bendê ma proleterya rojane di bin nîrê zordestî û îstîsmarê de civaka nû ava bike. Marksîstan nedît ku proleter kole ye ku ji nû ve hatiye keşifkirin. Ew jî bi gotina beredayî ya weke ‘karkerê azad’ xapiyane. Tevî kêmasiyên din encama vê jî tê zanîn. Naxwe tevî destketiyên zanistî yên mirovatiyê ku divê em maneyê bidin wan, zêhniyeta me divê çawa be? Ji bo em bersiveke zelal bidin vê pirsê divê em objektîvîte û sûbjektîvîteyê hûrûkûr deşîfre bikin. Ji ber ku herdu zêhniyet jî di encamê de li heman bênderê ne. Ya yekemîn, objektîvîte weke ku gelek caran tê îdîakirin, îfadeya qanûnên civak û xwezayê nîne. Eger mirov hay jê hebe û hûrûkûr li ser biponije, mirov ê bibîne qanûna objektîvîteyê ji biwêja berê ‘gotina Xwedê’ tê û şêwazê wê yê modern îfade dike. Di vê objektîvîteyê de her tim deng di ser civak û xwezayê re holan didin. Eger em hinekî din mijarê veçirînin û ji hev bijenînin, em ê fêhm bikin ku ev deng ji ber serdestiya îstîsmarkar û zordar tê. Zêhnê objektîv û pergala dengan dibihîse, eleqeya wan ji nêz ve bi sîstemên şaristaniyê re heye. Ji aliyê van sîsteman ve hatine terbiyekirin û guh aşînayî wan kirine. Ji objeyan agahiyên nû bêne girtin jî ev yekser bi ser hin deverên sîstemê ve dibin. Her cara tiştekî nû tê dîtin, xwediyên sîstema teknîk wan berê yan jî paşê bi hezaran ben û qeydî bi sîstemê ve girê didin. Eger di berevajiyê wê de israr were kirin; weke gelek mînakên di dîrokê de hatine dîtin; ji Adem heta Brahîm, ji Manî heta Hellac-i Mansûr, ji Saint Paul heta Giordano Brûno wê li xezeba xwedayên sîstemê rast bên. Ji ber ku objektîvîte nêzî rastî û edaletê ye, dibe ku bi hezaran dijminê wê çêbibin. Eger objektîvîte bi rastî fêhmkirin û çavê dil be, tiştekî pirr giranbuha ye; wexta bi nirxa jiyana azad ve girê bide mirov digihîne zanatiyeke rastî. Lê ji bo vê jî divê mirov têkoşeriya fikrê ya mîna Hellac-ê Mansûr û Brûno li ber çav bigire. Di çarçoveya qanûnên zanistî de divê mirov bi hosteyî zanibe du encaman ji objektîvîteyê bigire. Berxwedan û hewldaneke mezin jêre divê, ji bo ku mirov bizanibe kîjan encama rastiyê û ya din jî encama sîstema hakim a li ser kar e. Şêwazê fikra objektîv ku zêdetir encama fikra analîtîk e, eger bi şêwazê fikra hisî ya kêliyan a çavkaniya wê mejiyê hisî ye, neyê girêdan, di dîrokê de wê rola dînozorên duyemîn bilîze. Cinawirê bombeya atomê çêkir, versiyona nû ya Levîathanê berê ye ku bi fikra analîtîk a modernîteya kapîtalîst hatiye teçhîzkirin. Tabloya neyênî ya em behsa wê dikin, berpirsiyarê wê ev versiyona nû ye. Em kengî xwedayê bê maske yê bi şiklê dewleta netewe lêbikolin, em ê ji nêz ve baş bibînin ka fikra analîtîk a objektîv dikare çi bike. Sûbjektîvîzma li alî dijber ê objektîvîzmê cih digire di wê îdîayê de ye ku mirov dikare bi guhdarîkirina li xwe û spekulasyonên bê obje bigihîje rastiyê. Ev, şêweyekî Eflatûnî ye. Wexta bi serê xwe bimîne, weke objektîvîzmê aliyê wê yê di fikrê de sabit û dixape derdikeve holê, ango rastî bi qasî ku têderxistin û tê hiskirin rastî ye. Bi aliyekî xwe yê din dikare xwe bigihîne fikra mewcûdiyetê (existentialism). Qebûl dike ku mirov xwe bi xwe afirandî ye. Tevî ku li ser navê wê gelek ekolênfikrê ava bûne jî ji bo ku di nava sîstemê de cih bigire weke objektivizmê paşve nemaye. Ji ber ku di têgihiştina li civak û xwezayê de ketiye ‘sûbjektivizmê’ (înkarkirina objeyê) dibe hêzeke xurt ji bo mirov ber bi ferdperestiyê ve bibe. Têgihiştina ferdê modernîteyê dike egoîst têkiliya xwe ji nêz ve bi sûbjektîvîzmê re heye. Ji ber ku ev yek li şûna ‘ez’ a rast ber bi ezeziyê ve dibe, weke motîvasyona bingehîn a diçe civaka ‘bi tenê dixwe’ tê dîtin. Sûbjektîvîzm ji fikra teqinî a ‘çiqas ezîtî ewqas heqîqet’ jî berpirsiyar e. Sîstema kapîtalîst gelek fikrên xwe ji vî şêwazê fikrê girtiye. Ev şêwazê fikrê di serî de edebiyat di qada hunerê de jî hatiye nîşandan û bi afirandina cîhana ferazî (imaginary) bi encam bûye. Bi rêya hunerê îndustriyê bi tevahî civak kir bin bandora xwe û meşrûiyeta sîstem hewcedarî wê ye qat bi qat bi cih tîne. Civak kêlî bi kêlî di bin bombebarana ferazî de tê ragirtin û dihêle ku qabîliyeta xwe ya fikirînê wenda bike. Heqîqet dadikeve asta cîhaneke sîmulasyonê. Maneya ferqa di navbera kopî û esil de namîne. Aliyê erênî yê sûbjektîvîteyê li xwe guhdarîkirin, zêdetir bi fikra hisî ve girêdayî û têkildar e. Di xweguhdarîkirinê de keşifkirina bi têderxistin û hiskirinê aliyekî xurt e. Di zanyariya Rojhilata Naverast û Tesewifê de hewldanek hatiye dîtin ku bi rêbaza li xwe guhdarîkirinê yekparebûna civak û xwezayê bê danîn. Bi vê jî gelek qonax hatine derbaskirin. Hînê jî mirov dikare weke çavkaniyeke xurt bike ku bi kêr bê. Li hemberî objektîvîzma Rojava, sûbjektîvîzma Rojhilat di warê exlaqî de bi nêzîkbûna xwe ya civak û xwezayê xwedî roleke li pêş e. Objektîvîzm û Sûbjektîvîzm jî timî ketine nava wê nexweşiyê ku xwe weke dengê Xwedê nîşan dane. Ji vî alî ve herdu digihîjin hevdu. Nêzîkbûnên xweda, xweza û civakê yên eqlê mirov tênagihin û hundirîn in, nikarin xwe rizgar bikin û dikevin xizmeta qralên tazî û li piştperdeyê yên di rewşa xwedayên bi maske û bê maske yên sîtemê de ne. Roja me ya îro, ya rastî di modernîteya kapîtalîst de objektîvîzm bi saziyên dibistan û zanîngehan ên pozîtîvîst (têgihiştina zanistê ya ku xwe tenê disipêre rastiyên maddî û fizîkî) ; subjektîvîzm jî bi her şêwaz saziyên xwe yên ruhaniyet û dîndariyê bi awayekî zexm û qehîm cihê xwe girtine û ji du aliyan ve sîstemê rewa dikin. Ji rêbazeke heqîqetê, ji rejîmekê zêdetir bi dondankiya sîstemê radibin. Weke sazî û kadroyên rewakirina desthilatdarî û îstîsmarê, bi qasî saziyên mêtingerî û zora eşkere bi kêr tên. Careke din hêzên sîstemê yên bi gotinên ‘desthilatdarî heqîqet e’, û ‘zanist hêz e’ bûne yek li pêşberî me ne. Navê lîstika di sêgoşeya sermaye-zanist-siyasetê de ku em dikarin weke ‘şîrketê‘ bi nav bikin, gera li heqîqetê ye. Li derveyî vê lîstikê her gera li heqîqetê ya dijminê sîstemê ye, yan tê tinekirin, yan jî dikişînin nava xwe û hewl didin wê bihelînin. Mane gelekî zêde ji dest çûye û li hemberî vê rewşê, şaristaniya maddî di qonaxa xwe ya pêşketî de dor li me girtiye. Ji xeleka hêza sermaye-zanist-polîtîk mirov çawa dikare xwe rizgar bike? Ji Nietzsche heta Michel Foucault fîlozofên azadiyê li bersiva vê pirsê geriyane û ev pirs ji wan pirsan nîne mirov karibe bersiva wê bide. Fîlozofên em behsa wan dikin, li hemberî modernîteyê hukim dane ku ‘civak hatiye xesandin’ û ‘mirov miriye’ ji lewra divê mirov van fîlozofan fêhm bike. Gelek nexweşî hene van hukmên fîlozofan piştrast dikin; kampên mirinê, bombeya atomê, şerên qirkirina etnîk, talankirina hawîrdorê, bêkariya girseyî, zêde zêde tengavbûna jiyanê, pirrbûna kansêrê û nexweşiyên mîna AIDSê. Ji lewra jî gera li heqîqeta dijber jî gelekî hewce dibe.

Dema dîrokî di warê hûnandina rêbazên cihê yên nû û heqîqetan de berdar e, bi vê tespîtê mirov dikare bibêje; îhtîmala ku civak di asta koman de ji nû ve were avakirin zêdetir e. Ji wezîfeyên rojane yên pratîk in ku utopyayên azadî û wekheviyê bi awayekî berçav di nava civakê de bêne avakirin. Ya li vir hewce dike nirxê riya mirov daye ber xwe û hêza îradeya (vîna) azadiyê ye. Em behsa wê demê dikin ku eşqa heqîqetê nêzî jiyana azad dibe. Gotina me ev e: HEQÎQET EŞQ E, EŞQ JIYANA AZAD E! Wê wextê, hem weke rêbaz û hem jî rejîma heqîqetê em bi eşq bi pey jiyana azad nekevin, em ne karin xwe bigihîhin zanîna hewcedariya me pê heye, ne jî em dikarin pêşengên nû û dinya xwe ya civakî ava bikin. Di çarçoveya van tesewirên xwe de em ji nêz ve li mijara zanîn û pêşengiyê binêrin.

REBERE GELAN (BEŞA 3 E MİN)

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)