LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)
0 Yorum
20-09-2021

B- DI DÎROKÊ DE ÇEND RÊBAZÊN HEQÎQETÊ YÊN SEREKE KU EM DIXWAZIN MANEYÊ BIDINÊ:
1- Rêbaza Mîtolojîk;
Di kûrahiya dîrokê de rêbaza pêşî ya em lê rast tên û em hewl didin maneyê bidinê, nêzîkbûna mîtolojîk a ji bo tevahiya bûyer û têgihiştinan e. Bi maneya teng mîtolojî jî rêbazek e; rêbaza eşkerekirina heqîqetê ye. Li pişt mîtolojiyê têgihiştina li gerdûnekê heye. Di mîtolojiyê de xweza bi ruh û ruhberan tijî ye. Herçiqas di roja me ya îro de ev yek weke baweriyeke zarokane were dîtin jî wexta mirov asta zanistê ya gihiştiyê li ber çav bigire ya rastî mirovê bibîne ku ev rêbaz bi qasî tê gotin şaş nîne. Têgihiştinên rêbazê yên mirî, bêruh û mehrûmê dînamîzmê, ji mîtolojiyê bêhtir ji maneyê bêpar in. Têkiliya helwesta mîtolojîk bi jiyanê re ji sedî sed hawîrdorparêz e, ji qederê dûr e, determînîst 1 nîne û zêdetir deriyê wê li azadiyê vekiriye. Ev têgihiştina jiyanê ya bi xwezayîbûnê re li hev dike, komên mirovan heta serdema dînên mezin rengîn û bi coş kiriye. Destan, çîvanok û mîtolojiyên bi pîroziyan barkirî, bi taybetî zêhniyeta bingehîn a jiyana serdema neolîtîk e. Çîvanok bi objektîvîteyê re li hev nake, ev nayê wê maneyê ku wê şîroveyên manedar der barê naveroka wê de neyên kirin. Li ser mîtolojiyan mirov dikare şîroveyên gelekî giranbuha bike. Bêyî van şîroveyan dîrokê pirr kêm were fêhmkirin. Ji bo mirov karibe komên mirovan ên demeke xwe ya dirêj bi çîvanokan bihurandine fêhm bike, weke rêbaza bingehîn mîtolojî xwedî cihekî girîng e ku dest jê nayê berdan. Rêbazên zanistî yên weke dijberê rêbaza mîtolojîk roja me ya îro derdikevin meydanê, bi delîl hatiye piştrastkirin ku piraniya wan bi xwe ji mîtolojiyê pêve ne ti tiştekî din in.
 
Dogmayên dînên yekxwedahebîn, rêbaza zanistî ya dewama wan e ku îdîa dike bi qanûnên mutleq dixebite, rêbaza mîtolojîk têra xwe piçûk xistine û divê îtîbara maneyên mîtolojîk paşve bê dayîn. Mîtolojî xizmên utopyayan in, û şêwazekî zêhnî û maneyê ne ku mirov nikare jê bigere. Bê mîtolojî (destan, çîvanok) û bê utopya hiştina zêhnê mirov dişibe tî hiştina bedena mirov. Baş tê fêhmkirin ku zêhnê mirov ê tevahiya zêhnê ruhberan e, nabe ku ev çarçoveya dewlemend a zêhnê mirov tenê bi zêhniyeteke analîtîk a matematîk were ravekirin. Ev bi jiyanê re li hev nake. Çawa ku zêhnê bi mîlyonan ruhberî matematîkê nas nake, nabe ku zêhnê mirov ê tevahiya zêhnê ruhberan e, bi matematîkê were sînordarkirin. Jixwe wexta matematîk cara pêşî hat dîtin ku vedîtineke şaristaniya Sumeran e, weke rola wê ya esasî di hesabdariya berhemê zêde de hatiye bikaranîn. Roja me ya îro mentiqê mirov hema bêjin bûye mîna mekîneyeke hesêb. Baş e, zêhnê bi mîlyonan ruhberî, heta tevgerên pirtikên jêr atoman, mezinahiyên bi pîvanên astronomîk nayên hesibandin, em ê bi çi û çawa fêhm bikin? Eşkere ye, hêza matematîkê têra van gerdûnên mîkro û makro nake. Qet nebe divê em deriyên xwe li rêbazên nû yên maneyê vekirî bihêlin da ku em yekser xwe bi dogmayan nefetisînin.
 
Mîtolojî hunerek e ku bûyerên civak nikarin wan ji hev derxînin û wan îdealîze dikin bi çîrokî îfade dike û ev şêwe di serdema destpêkê de gelekî belav heye.Em nikarin dest ji vegotina mîtolojîk berdin. Nexasim berî dîrokê, dîroka neolîtîk, serdema destpêkê û şaristaniya demokratîk beşekî mezin mîtolojîk e. Di vegotinên zanyar û efsaneyan de xwe tînin ziman. Eger ji aliyê civakî ve bi awayekî serketî ji hev bêne derxistin wê vegotina dîrokê ji sedî sed bi hêz û rengîn bikin.
 
2- Rêbaza Dînî;
Bi dogmabûyîna mîtolojiyê re dîn pêk tê. Mirov bi temamî ni-kare ji mîtolojiyê re dîn bibêje. Ji bo dîn şêweyên bawerî û peres-tinê yên naguherin hewce dikin. Bi tevahî hûnandî ye. Bingeha dî-nî bawerkirina ji bûyerên hûnandî ye. Aliyê wê yê bi tenê erênî ew e ku di gavavêtina fikra neberçav de telşên mezin di nava civakê de vedike, zorê dide fikra felsefî û zanistî, û nebi-destê xwe ji wan re zemîn amade dike. Fikra zanist û felsefeyê bi fikra dînî re di nava pêwendiyeke diyalektîkî de pêş dikeve. Şopên kûr ên dînî li ser wan hene. Ji têgihiştina mîtolojîk derbasbûna têgihiştina dînî ya dogmatîk qonaxeke mezin e. Têkîliyeke xurt di navbera vê derbasbûnê û dagirkirina qada zêhnî ji aliyê veguherîna civakî ya xwe disipêre hiyerarşî û çînîbûnê de heye. Pêdiviya hikumdar û mêtinkaran bi dogmayên neyêne guftûgokirin heye. Nirxên tabû yên pîroz in, gotinên Xwedê ne, û nabe mirov destê xwe bide wan, li dogmayan tê barkirin. Têkiliya vê bi desthilatdarî û mêtingeriyê wan heye, têkiliya vê bi berjewendiyên wan ên çînî û hiyarerşîk heye. Bi van dogmayan desthilatdarî û mêtingeriya xwe, berjewendiyên xwe yên çînî û hiyarerşîk veşartine û rewa kirine. Di têgihiştinekê de çiqas hikmekî hişk hebe, li wir ew çend zordarî û mêtingerî veşartiye. Helwest û nêzîkatiyên dînî di dîroka mirovatiyê de piştî dema mîtolojîk pêvajoya herî demdirêj e. Mirov dikare vê demê bi dîroka nivîsê bide destpêkirin. Yan jî pirr hindikî beriya wê, piştî wê. Ya divê em fêhm bikin ew e ka çima ev çend hewcedarî bi helwesta dînî hatiye dîtin.
 
Eşkere ye, ev helwest rêbazek e. Li gorî nêzîkatiya dînî, ya esas di armanca jiyanê û rêya gihiştina rastiyê de ew e, mirov li gorî GOTINÊN weke yên îlahên ji xweza û civakê wêdetir (mezintir) qebûlkirî tên nîşan dan, tevbigere. Kengî ji van gotinan derket; hînê li heyatê be tê berbendkirin, her cure koletî rewa dibe, piştî mirinê jî dibe cihennemî. Em li ber wê qonaxê ne ku êdî xwedayên bi maske têne afirandin. Êdî mirov bi hêsayî têderdixe ku ev xweda di heman demê de ew despot û şef e, fermanan dide û civakê dikoje. Pirr zêde bi maskekirina van xwedayan, têkiliya wê ji nêz ve bi xapandina têgihiştina mirov ve heye. Jixwe wexta despot pêşî derketin ser dika dîrokê jî xwe weke qral-xweda bi nav kirin ku vê xusûsê jî baş rave dike. Paşê weke gelek caran di dîrokê de hatiye dîtin gotinên xwe kirin qanûn û weke heqîqetên mutleq pêşkêş kirin. Herçend mêtingerî û zordarî xurt bû, rêbaza dogmatîk a dînî jî kirin rêya sereke ya mirovî; ya rastî, weke rastiyeke civakê hat avakirin. Di bin hikmê van despotên bi maskeya xweda de jiyan li mirovan hat herimandin û bi vê rêbazê ji bo koletiya demdirêj serî li mirovan hat tewandin.
 
Zêhnê mirovan hînî rêbaza dînî bûye. Ev jî nuqteyeke girîng e. Ji ber ku bi rêûresmên hişk ên hezar salan li komên mirovan serî tewandin û ev koletî jî rewa kirin. Têgihiştina baweriya bi qederê jî bi kok û zexm kirin. Şerên hov û mêtingeriyên mezin bi saya vê rêbazê mumkîn bûne: li gorî gotina pîroz û fermana Xwedê jiyan! Bêguman ev rêbaz derfet û îmkanên baş dide kesên di asta rêveberiyê de ne. Bi vê, diyalektîka kerî û şivan hatiye danîn. Koletî weke qonaxeke pêşketinê ya diviyabû biqewime hatiye pêşkêşkirin û heta ji wê jî wêdetir bi têgihiştina civaka naguhere rastiya xwezayî li ser vî hîmî hatiye cemidandin. Li aliyekî têgihiştina civak û xwezayeke cangiran, li aliyê din têgihiştina xwedayê hikim dike û rêve dibe, bi eşqeke her tiştî diafirîne û gelekî çalak e. Bi vî awayî têkiliyeke diyalektîkî bi zorê hatiye danîn. Eger em bibêjin; vê têgihiştin û rêbazê serdema Destpêk û Navîn rêve biriye, wê gotina me neyê wê maneyê ku me mesele zêde mezin kiriye.
 
Aliyê rêbaza dogmatîk ê mirov jê fikaran bike ew e ku li şûna têgihiştina xwezaya zindî ya xwe bi xwe diberide, rêyeke sekan a bi fermanên ji derve yê fermandarê mezin li ser mirovatiyê ferz kiriye. Encama vê ya girîng li ser civakê ew e ku heman pêkhatinên cangiran û rêveberiya ji derve bi destê şivên pirr xwezayî nîşan daye. Ev rêbaz gelekî kevn e û di serdema navîn de gihiştiye di asta herî jor a ultra-subjektivizmê. Ji lewra cîhana objektîv hema bêje tine hatiye hesibandin û nayê fêhmkirin hatiye qebûlkirin. Dinya bûye xaneke demborî ya heyatê, îdealên ebedî û baqî jî weke şêwazê jiyana esas hatine qebûlkirin. Kî gelekî bi dogma û klîşeyan baş zanibe ew alim hatiye qebûlkirin û li mertebeya herî jor rûniştiye. Di dîrokê de ev rêya fikrê ya di karektera antî-mîtolojîk de, ji bo jiyanê gem bike û weke girtiyekî mehkûm bike, bûye xwedî roleke sereke. Aliyê baş ê rêbaza dînî ew e ku di nav civakê de exlaq gelekî pêşde biriye. Di vê qonaxê de li bin navê vê rêbazê fikra qencî û xirabiyê pirr baş ji hev hatin kirin û weke hikmên mutleq hatin ferzkirin. Xusûsa vê rêbazê tê derxistiye ew e; zêhnê mirov qayişokî û nerm e, yanî bi hêsayî dikare şikil bigire. Mirov bi vê zêhniyetê ji alema heywanan a di bin xwe re cihê bûye û ev yek jî hîmê pêşketina exlaqî ye. Bêyî exlaq mirov ne dikare bibe civak, ne jî dikare were rêvebirin. Di rêbazê de exlaq ji bo civakê rastiyeke rêveberiyê û pêkhatinek e, dest jê nabe. Bêyî ku mirov naveroka exlaq a pozîtîf û negatîf guftûgo bike, divê pêşketinên di vî warî de weke têgihiştin an jî hiseke civakî ya mirov nikare jê bigere qebûl bike. Bêguman exlaq têgihiştineke metafizîk e, lê ev xusûs exlaq bêqîmet û bê kêr nake. Eger mirov bibêje; exlaqê metafizîk ji yê serdema mîtolojîk çêtir e, bawer nakim ku em zêdegaviyê dikin. Nabe ku mirov civakê bê exlaq bifikire, belkî jî civaka bê exlaq weke dînozorên ji ber xwarin û gîha neslê wan qediya ye, belkî jî mirovê bê exlaq ew kes e, dawiyê li neslê xwe tîne yan jî hawîrdora cîhanê ya jiyan lê dibe diherimîne û dike ku jiyan lê nebe. Her du jî li heman bênderê ne, di encamê de mirov nikare hebûna nifşê xwe dewam bike. Jixwe di roja me ya îro de ji ber hilweşîna mezin a exlaq e ku pirsgirêkên hawîrdor û jîngehê gihiştine ber felaketê.
Ne tenê di dînên mezin de rêbaza dogmatîk di fikra Yewnan a klasîk de giraniya xwe heye. Di vê fikrê de cihê rêbaza diyalektîk û nêzîkatiyên objektîv gelekî bi sînor in. Rêbazên serdest di vê fikrê de îdealîzma Arîsto û Eflatûn e. Ew di serdema navîn de ji bo rêbaza dînî ya dogmatîk bûne palpişt û spartekên xurt. Eflatûn weke fîlozofê herî mezin ê îdealîzmê hatiye qebûlkirin û heta afirînerê wê ye yan jî wisa hatiye pejirandin û ev yek bûye sedem bi çavê pêxemberan lê were nêrîn. Ji lewra fîlozofê herî nêzî pêxemberiyê ye. Helwestên pêxemberên her sê dînên mezin baş hatine stabîlîzekirin û nêzî damezrandina rêbaza dogmatîk in. Di her sê dînan de jî hêmanên damezrîneriya exlaqê metafizîk bi giranî hene. Li cem Bûda, Zerdeşt, Konfuçyûs û Sokrates exlaq derdikeve asta herî bilind. Bi taybetî jî Zerdeşt weke felsefeya bingehîn qencî û xirabî bi dualîteya tarî û rohniyê wekhev girtiye. Ev zanayên di dîrokê de cihê wan giranbuhaye, di şexsê wan de mirovatiyê di qada exlaq de qonaxeke mezin bihurandiye.
 
3- Rêbaza Felsefî;
Di dîroka şaristaniyê de cihê felsefeyê li gorî dîn herçend bi sînor be jî girîng e. Pêşketina zanista manedanê û kêmasiya dîn di warê ravekirinê de hewcedariya bi felsefeyê derxistiye holê. Zanyariya dîroka wê bi qasî dîn kevin, mirov dikare destpêka felsefeyê bihesibîne. Zanyar mirovê difikire temsîl dike û ji teolojiyê cuda xwedî çavkaniyeke maneyê ye. Mirov bi qasî guh bidin berdevkên xwedê serî li fikrên wî didin. Zanyar bi dewlet û şaristaniyê re zêde li hev nînin. Bêhtir girêdayî civaka derveyî civaka fermî ne. Di pêşketina exlaq û zanistê de rola wan diyarker e. Herçend di çavkaniyên nivîskî de xuya neke jî di civaka neolîtîk de jinên dayik-xwedawend û beşê hiyarerşiyê yê dejenere nebûyî nêzî zanyariyê ne. Em şopên vê yekê di civaka Sumeran de bi xurtî dibînin. Di derketina pêxemberan de gelek zanyar hene. Rêûresma zanyarî û felsefeyê ya Rojhilata Naverast hewcedariya xwe bi lêkolînê heye. Beriya çanda Yewnan cihê felsefeyê ne ya guftûgoyê ye. Şensê fîlozofên Yewnan ew e ku tevî mekanê cografîk şensê qonaxa bilind a şaristaniyê bi hev re jiyan. Çawa ku rahibên Sumeran avakirina dîn û xwedê, tevî avakirina dewlet û civakê bi hev re meşandin, fîlozofên Yewnanan jî di qonaxa jortir de civaka şareza bi nîv dîn û nîv felsefeyê di zikhev de ava kirin û meşandin. Heman kar hatiye kirin: bikaranîna hunerê têgînan. Ya pêşî bi avakirina dîn radibin, ya din jî bi têgînên felsefî bi heman rolê radibin. Dest pê dike, xwedayên bê maske wê cihê xwe ji xwedayên bi maske û qralên tazî re bihêlin. Di vê yekê de têkiliya di navbera felsefe û pêşveçûna fikra mirov de heye.
 
Di civaka Yewnan û Romayê de fikra felsefî rolake bi sînor lîst, wê di civaka kapîtalîst a Ewrûpayê de şoreşeke mezin çêke. Aloziyeke mîna di nava dînan de em li vir di nava pêşketina felsefî de jî dibînin. Di vê aloziyê de di qonaxa nû ya şaristaniyê de para berjewendiyên çînî û neteweyî yên ji aliyê sîstemê ve derketin pêş, gelekî hebû. Kengî bi şerê dînan nakokî çareser nebûn, zêdetir kar ket ser milê felsefeyê. Şerên di navbera salên 1618-1649’an de şerên dawî yên dînan in. Sedsala 17’an jî sedsala şoreşa felsefî ye. Felsefeya di civaka Yewnan û Romayê de roleke bi berpirsiyarî lîst di civaka şaristaniya nû de şêweya sereke ya îdeolojîk e. Ekolên mezin ên felsefî derdikevin. Li aliyekî ‘mirina xwedê’ tê îlankirin, li aliyê din serê qralên li piştperdeyê tê firandin. Bi dewleta netewe re ku bi xwe dibe mîna xwedê, qonaxa dewleta kapîtalîst dest pê dike ku ji qralekî tazî wêdetir tiştekî din nîne.
 
Xisleta wê ya mezin a yekemîn ew e ku ji aliyê îdeolojîk ve felsefeyê weke şêweyê bawerî û fikrê ji dînên pûtperest zêdetir qebûl dike. Felsefe dibe sedem ku di warê mane û manedanê de pêngavên gelekî mezin werin avêtin. Tovê tevahiya ekolên felsefî di vê demê de hatine reşandin; tevahiya şêweyên fikrê yên xwedî naveroka Îdealîzm, materyalîzm, metafizîk û diyalektîkê mumkîn dibe ku peyda bibin û werin guftûgokirin. Beriya Sokrates ‘felsefeya xwezayê’ li pêş bû, lê bi Sokrates re ‘felsefeya civakê’ giraniya xwe çêbû. Bi mezinbûna ‘pirsgirêka civakî ‘ re ango zordestî û mêtingerî di pêşketina van bûyeran de rol digirin. Xusûsek heye divê ez careke din diyar bikim, em wexta ‘pirsgirêka civakî’ dibêjin ango em dixwazin bibêjin; rêzezincîra bajar-bazirganî-dewlet-rêveberî hatiye avakirin. Her weha bajar weke şaristaniya maddî dihêle ku fikra felsefî ferz bike. Bajar bi xwe qutbûna ji civaka organîk îfade dike. Ji lewra zêhniyeteke ji xwezayê qutbûyî di nava bajêr de bi hêsanî dikare şikil bigire. Malzaroka her cure fikra mucered, metafizîka çor û fikra materyalîst, li ser hîmê bêbextiya bi hawîrdorê re şaristaniya bajêr e.
 
Hingê mirov dikare bibêje; felsefe ji aliyekî ve di warê fikrê de gavavêtinek e, li aliyê din şêwekî fikrê yê xerîbketina bi xwezayê re ye. Sofîstên zanîna felsefî belav dikin bi awayekî mîna rewşenbîrên sedsala 18’an ên Ewrûpayê ne. Bi peran dersê didin zarokên malbatên halê wan xweş. Çawa ku rahiban vedîtinên dînî dikirin û mirovên perestgehan çêdikirin, fîlozof jî dibistanên xwe bi xwe çêdikin. Mîna ku dêrên (meclîsên) xwe bi xwe ava dikin. Fena dînên pirrxwedayî gelek dibistanên felsefî çêdibin. Ango mirov dikare her dibistanê weke dînekî yan jî selexaneyekê şîrove bike. Ji ber ku di dawiya dawî de dîn jî şêweyekî fikrê ne, mirov dikare wan weke felsefeya şêweyê baweriyê girtiye û bi sazî bûye qebûl bike. Divê mirov cudahiya di nava wan de bi temamî dijberê hevdu fêhm neke. Xwarina îdeolojîk a gelên tên rêvebirin dîn e, ciwan û rewşenbîrên tebeqeya jor jî xwarina wan felsefe ye. Eflatûn û Arîstobi awayekî dixwazin wezîfeya rahiban a avakirina bajêr, parastin û rizgarkirina wî bi riya felsefê serketî bi cih bînin. Jixwe mijûliya bingehîn a fîlozofan ew e ka civak û dewleta sîte hînê baştir çawa tê rêvebirin, û beriya her tiştî çawa dikare li ser hîmekî baş bê danîn. Felsefe herçiqasî çavkaniya xwe mejî be jî bi giranî bûyeran dihûne û bi çavdêriyeke objektîv re timî têkildar e. Bi tevahî tê-kiliya xwe ya bi mejiyê hisî re qut nake. Şêweyê fikra mucered û neberçav, şêweyê fikra herî payebilind e. Kêrhatina wî ya ji bo zanistê, ji ya dîn pêşdetir e.
 
4- Rêbaza Zanistî;
Ya rastî, zanist zêde cudahiya xwe ji felsefeyê nîne. Mirov dikare zanistê weke felsefeya bingehê xwe yê ceribandinê xurt, şîrove bike. Bi çavdêrî û ceribandinê hewl dide herdu xwezayan manedar bike. Ya rast jî ev e. Lê pirsa dîn a ‘çima’ bersiva wê nîne û ev kêmasiyeke wê ya girîng e. Mirov bersiva xweza ‘çawa ye’ bide, ev nabe bersiveke têrûtijî ya ji bo jiyanê. Gerdûneke gelekî mezin heye, nabe ku mirov wê weke bê armanc, çima heye û bê sedem hebûna wê bibîne. Ev yek li gorî daxwazê nîne. Zanista ni-karibe ji bo jiyanê bersiva pirsa ‘çima’ bide, bivê nevê wê di en-camê de ji bo desthilatdariyê bibe amûrê kolekirinê. Ez weke te-zeke xurt pêşkêş dikim ku zanist ji ber têkiliya xwe ya bi zêhniye-ta kapîtlalîst re ji felsefe û dîn cihê bûye. Ez vê teza xwe weha dikarim piştrast bikim: Dîn û felsefe, û heta mîtolojî bîr û nasnameya civakê, hêza parastinê ya zêhnê wê ne. Gelekî berevajî bikin û bikin dijberê xwe jî ev yek rastiyeke civakî ye. Civakeke têkiliya wê ya bi bîr û dîroka wê re hatibe qutkirin, wê zanista wê bi vî rengî di xizmeta desthilatdariya rojane de be ku ew jî kapîtalîzm e. Di kapîtalîzmê de mîtolojî, dîn û felsefe ketine rewşekê hema bêje pênc pere nakin. Çima? Bersiv eşkere ye. Bi hezar salan, felsefe, dîn û destanan rê neda kapîtalîzma di telş û terkên civakê de ketibû kemînê. Wan kesên faîzxwir û spekulatorên bi buhayê alavan lîstin û kareke neheq bi destxistin şermezar kir û ew di civakê de nerewa îlan kirin. Di fikra civakê de heta dîn, felsefe û efsaneyan cihên xwe parastin û mejiyê hisî giraniya xwe dewam kir, mumkin nîne kapîtalîzm bibe ya sereke. Ti desthilatdarî di vê rewşa zêhniyetê de ango di rewşa exlaqî de nikare kapîtalîzmê rewa bike. Nîzama civakî-aborî ya xwe dispêriyê, nikare biparêze. Ji bo kapîtalîzm bibe sîstema dinyayê, têgihiştina li ‘rêbaza zanistî’ roleke girîng lîstiye. Roger, Francis Bacon û Descartes pêşengiya têgihiştina vê rêbaza nû kirine û bi hosteyî ferqa di navbera obje û sûbje de tê diyarkirin. Di rêbaza dogmatîk a serdema navîn de cihê obje û sûbjeyê zêde nînin. Weke siyekê xuya dikin û têne bikaranîn. Ewrûpaya Rojava ya bi ronesansê rabû ser piyan, bi reforma di Xirîstiyantiyê de û bi şoreşa rohnîbûnê ya felsefî rûyekî nû da obje û sûbjeyê, û bi vî awayî rêyeke nû vekir.
 
Subjetîvîteya mirov û obejktîvîteya dinyayê du hêmanên bingehîn in, li serê quncik û goşeyê rûniştine. Rêbaza dogmatîk a gotina xwedê esas digire bi exlaq re qîmeta xwe wenda dike. Ya rastî, li şûna xwedayên berê yên bi maske û qralên li piştperdeyê, serdema xwedayên bê maske û qralên tazî destpê dike. Mêtingeriya kapîtalîstîk di vî şêwazî de xwediyê rola sereke ya tehrîkê ye. Îstîsmara bi navê karê, ji her alî ve hewce dibîne ku têgihiştin û fêhmkirina civakê biguhere. Sedema esasî ya di bin ‘rêbaza zanistî’ ya nû de ev hewcedarî û mecbûriyet e. Mirovatî û xweza bi îstîsmareke mezin re rûbirû hatine hiştin. Ev îstîsmara civakê wê bi hêsayî ji aliyê wijdanê (exlaq) wê ve neyê qebûlkirin, lê kengî karibe guhertineke mezin a zêhnî pêk bîne, hingî wê karibe xwe ji nû ve ava bike. Ha ji bo vê yekê weke rêya rast a bingehîn barekî mezin dikeve ser milê ‘rêbazê’. Tê zanîn, ji bo guhertineke bi kok û ji dil Descartes ketiye nexweşiyeke mezin a şik û gumanê, ji her tiştî guman kiriye û di encamê de xwe avêtiye wî hikmê xwe yê meşhûr û gotiye: ‘Ez difikirim, wê wextê ez heme.’ Baş tê zanîn ku Bacon’î ji bo ‘objektîvîzmê’ pirr bi nazenînî tevgeriyane. Yên yekemîn; rê li ferd vekirine ku serbixwe bifikire, yên duyemîn jî derî li ferd vekirine ku çawa bixwaze bikaribe ‘objeyê’ bi kar bîne.
 
Ya diduyan, ‘rêbaza zanistî’ ye. Cihêkirina obje û sûbjeyê kilîta hegemonya zêhniyetê ye. Bi qasî xuya dike, rêbaza zanistî bêyî prensîba objektîvîzmê nabe, lê ya rastî ji bo serdestiya sûbjektîvîzmê qonaxeke pêş e, hewcedarî pê heye. Ji bo mirov karibe bi rê ve bibe divê mirov sûbje ango kirdar be. Di vê rewşê de bi awayekî xwezayî yên têne birêvebirin jî dibin obje. Tiştê dibe obje yanî dibe eşya jî serdestî lê tê kirin û tê rêvebirin. Eşya weke xweza obje ye, ji lewra mafê kirdar çêdibe wê bi rê ve bibe. Ango ev îfadeyeke birêvebirina eşya ji aliyê kirdar e. Mîna amentû ya zanistê be. Cihêkirina obje-sûbjeyê reh û rîşên xwe diçin heta dema Eflatûn. Cîhana ‘îdea’yan a Eflatûn ku xwe bi dualîteyên basît nîşan didin, bingehê tevahiya cihêbûnên bi heman rengî ye. Jixwe em bingehê mîtolojîk ê van dualîteyan bi awayekî harîqûlade li cem civakên Sumer û Misrê dibînin. Hiya-rerşiya jor bi awayekî xwedayî tê mezinkirin û bilindkirin, yên li jêr jî dikin benî û bende. Ev rewşa dîrokî reh û rîşên dabaşê ne. Îfadeya zêhnî ya dualîteyên mîna afirîner û yê tê afirandin, rê-veber û yê tê rêvebirin, xweda û bende, kelam û eşya, îdeayên mukemmel û nîşandanên wan yên basît hêdî hêdî pêş dikevin û xwe digihînin. Cihêkirina obje û sûbjeyê. Cihêkirina beden û ruh jî di vê çarçoveyê de ye. Maneya siyasî ya vê yekê înkara demokrasiyê ye, û rêvekirina li olîgarşî û monarşiyê ye.
 
Di rêbaza zanistî de hewce dike ku mirov têgîna ‘objektivizmê’ ji nû ve û hûrûkûr şîrove bike. Ji bilî fikra analîtîk bedena mirov jî di navê de xweza hemû (zindî û ne zindî) weke obje tê binavkirin, ji bo kapîtalîzm karibe xweza û civakê bimije û hikim lê bike, vê rola bingehîn bi cih tîne. Eger mirov obje û sûbjeyê hûrûkûr ji hev neke û negihîne rewabûneke mezin, der barê serdema nû de wê veguherîna zêhnî çênebe. Sûbje hêmanê herî rewa yê fikra analîtîk e, obje jî hêmanekî ‘maddî’ ye, her cure spekulasyon dikare li ser were kirin. Bi gotineke din ‘objektîvîteyê’ temsîl dike. Li ser vê cihêkirina ji hev a têgînan şerên mezin kirine. Şerê dêrê û zanistê divê mirov tenê weke xwe li hev rakişandina ji bo ‘rastiyê’ nebîne. Di bin vî şerî de têkoşînên mezin ên civakî hene; bi awayekî din mirov dikare bibêje, civaka berê ya bi exlaq barkirî û civaka kapîtalîst a tazî ya dixwaze kirasê exlaqê ji xwe bike, xwe li hevdu radikişînin. Mesele bi tenê xwe li hev rakişandina dêrê û zanistê jî nîne. Em hînê bi giştî civakê bigirin dest em ê bibînin; wijdanê civakê tevahiya dîrokê xwedî sîstemekê bû ku îstîsmar qedexe dikir, lanet dikir û guneh dihesiband. Li aliyê din projeya civakî ya nû ya kaptîtalîzmê ya ti qedexe, guneh û lanetê nas nake, dixwaze civakê heta dawiyê li mêtingerî û tehakumê veke.
‘Helwesta objektîv’ têgîna kilît a vê projeyê ye. Ev herdu sîstem pev diçin.
 
Fikra analîtîk bi têgihiştina ‘objektîvîzmê’ ti ‘nirx’ tineye nexe bin operasyonê. Ne tenê keda mirov, dikare bi tevahî xwezaya zindî û nezindî bixe tesarufa xwe û bike milkê xwe. Dikare bixe ber lêkolîn û lêgerînê û li ser her cure mêtingeriyê weke heq nîşan bide. Ji bilî sûbjeyên neqane, dikare her tiştî mekanîk bigire dest û bi awayekî bêrehm îstîsmar bike û hukim lê bike. Civaka dewlet-netewe-welatî-ferd weke objeya bingehîn li dijî civak û xwezayê bi rêxistin hatiye kirin ‘vedîtinên nû ne’ û xwedî wê qudretê ne, her dînîtiyê bikin; komên mirovan qir bikin û hawîrdorê bikin ku jiyan lê nebe. Levîathanê berê mîna ku har bûye. Hema bêje ti obje nîne hukim lê neke û parçe neke. Divê baş were fêhmkirin ku nêzîkatiya objektîvîst a rêbaza zanistî weke têgîneke bêguneh were naskirin wê rê li ber felaketan, ji rê derketinan û heta komkujiyên bêrehm ên mîna engezîsyonên ji serdema navîn mayî veke. Bi taybetî divê were destnîşankirin ku nêzîkatiya objektîv têgîneke zanistî ya bêguneh nîne. Eger ‘rêbaza zanistî’ weke amûrekî mezin ê cihêbûna çînî neyê fêhmkirin wê bêkêrî û îflasa sosyolojiyê ya di roja me ya îro de jî neyê ravekirin. Ez divê eşkere bibêjim ku min demekê ‘sosyalîzma zanistî’ weke zanista civakî ya bi îdîa didît, lê di îflaskirina wê de ‘rêbaza zanistî’ ya ‘objektîv’ xwedî roleke diyarker bû. Sosyalîzma zanistî û şaxên wê hemû piştî avakirina sîstemên civakî û pêkanînên wan ên demdirêj ji hundir ve ji hev ketin, hilweşiyan an jî yekser ji kapîtalîzma dewletê ber bi kapîtalîzma taybet ve veguherîn, ev yek ji ber ‘rêbaza zanistî’ û têgihiştina wê ya ‘objektîvîzmê’ pêk dihat. Ez niha qîma xwe pê tînim ku bibêjim; kengî cihê van mijaran hat, ez ê bi firehî wan rave bikim. Naxwe ji niyeta durist a kesên bi baweriyeke mezin beşdarî têkoşîna sosyalîzmê bûn û hewldan, guman nayê kirin.
 
Pêkhatinên zanistî hemû yên roleke sereke didin cihêkirina obje-sûbje‘yê gelekî ji serxwebûna xwe hez dikin. Ewqasî dilê wan bi serxwebûna wan ve ye, îdîa dikin ku di ser her cure nirxên civakî de tevdigerin. Belkî jî li ser navê zanistê ji rê derketina mezin di van îdîayan de veşartiye. Belkî jî ti carî nehatiye dîtin ku zanist bi qasî serdema kapîtalîst serdemeke din ev çend bi sîstema serdest re bûye yek. Cîhana zanistê bi naverok û heta rêbaza xwe, hem hêza avakirinê ya sîstemê ye, hem jî hêza parastin û rewakirina wê ye. Rêbaza zanistê ya serdema kapîtalîzmê û zanistên li ser vî hîmî çêbûne, hem hêza danûstendina sîstemê ji bo karê ne, hem jî ew hêz e; di xelekên derve û hundir ê civakê de rê li ber zêdebûna şêniyan, bêkarî, birçîbûn, êş, krîz û şeran vedike. Ji lewra tê gotin ‘ZANIST HÊZ E’ û ev yek bi gewîtî hatiye gotin. Belkî bê gotin; ma di vê de çi xirabî heye. Sîstema xwe bi zirxê bêgunehî û rewabûnê nuxumandiye, bi hêsayî dikare van gotinan bîne ziman û ev yek jî bi awayekî pirr xwezayî têne îfadekirin. Eger di roja me ya îro de modernîteya kapîtalîst di parametreyên xwe hemûyan de nîşan dide ku wê nikaribe dewam bike, di vê yekê de para ‘rêbaza zanistî’ gelekî heye. Ji lewra gelekî girîng e ku wexta mirov sîstemê rexne bike divê mirov li rêbaza wê ya xwe dispêrê û ‘disîplîna zanistî’ ya derketiye holê bike. Rexneya sosyalîst jî di navê de qelsiya bingehîn a sîstema rexneyan hemûyan ew bû ku wexta rêbaza sîstemê ya xwe pê ava kiribû û dewam dike, rexne kirin heman rêbaz bi kar anîn. Jixwe rastiyeke civakî ya bi vê rêbazê hatiye avakirin heye, bi heman rêbazê çiqas were rexnekirin jî mirovê nikaribe xwe ji heman encamê rizgar bike. Baş tê zanîn, yên di rêyên berê de hatine xêzkirin dimeşin wê neçar bigihîjin wan gund û bajarên rê diçin wan, naxwe wê negihîjin devereke din. Sosyalîzma zanistî jî di navê de ya hatiye serê dijberên sîstemê jî ev e.
 
Di nirxandina xwe de ez pirr hasas û bi nazenînî tevdigerim ku obje û sûbjeyê li ser hîmê karektera civakî û çînî ji hev bikim. Ji ber ku ev herdu têgînên bêguneh xuya dikin, ji bo modernîteya dewamkirina wê nabe, sedemên ontolojîk in. Ti têkiliya van têgînan, weke tê zenkirin, bi destketiyên zanistî re nîne yan jî îzafî ne û di vî warî bêguneh nînin. Herî kêm bi qasî rêbaza dogmatîk a serdema navîn xwediyê têgihiştina di cihê xwe de çikiyayî ya xweza û sûbjeyê ye. Ji bo serwextbûna li jiyanê bi awayekî eşkere cihêkirina obje û sûbjeyê, dike ku jiyana mirov ji serdema navîn paşketîtir û lawaztir be û bi maddiyatê bifetisîne. Jiyana mirov a ku rêbaza dogmatîk ew bê nefes û ji azadiyê bê par hiştiye, modernîteya kapîtalîst jî bi cihêkirina ojbe-sûbje parçeparçe dike. Di qadên jiyanê hemûyan de derz û qelşên kûr têne vekirin. Bi ‘disîplînên zanistî’ şaneyên yekparebûnê jî têne parçekirin. Jiyana civakî jî yekpare bi zeman û mekan ve ye û jê nabe. Bi parçekirina vê disîplînê nirxekî mezin hatiye wendaki rin. Di roja me ya îro de bi qasî ‘tengavbûna jiyanê’ trajediyeke jiyanê ya ji spartekên xwe yên cewherî, mekanî û zemanî hatiye kirin tineye. Em bi qeder û çarenûsa herî xirab re rûbirû ne. Nêzîkatiya li kansêrbûyîna civakî helwesteke alegorîk nîne, li dijî sîstemê şîroveya herî manedar e, ji bo jiyanê.
 
Réberé Gelan
Beşa 2. e min

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)