LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)
0 Yorum
28-09-2021

F- LI SER ESASÊ HEQÎQETA CIVAKÎ RAST TERÎRKIRINA JİYANÊ:

Wezîfeya bingehîn a zanista civakî rast binavkirin û terîfkirina jiyanê ye. Ji rahibên Sumer û Misriyan heta bi zanyarên civaknas ên pozîtîvîst ên îddîa dikin ku bi karê zanistê radibin, tevî ku maneya jiyana civakî terîf nekirine, li şûna ev wezîfeya herî bingehîn îfadeyên mîtolojîk ên berevajî û mirovan korfêhmî dikin pêşdebirin. Ma ne jiyan heta di çarçoveya civakî de neyê terîfkirin, mirov nikare behsa zanista civakî bike. Tiştekî neyê binavkirin û terîfkirin zanista wî jî nabe ku were pêşdebirin. Bêguman ev rewş jî di sîstemên şaristaniyan de bi avakirina belovajî ya heqîqetê re têkildar e. Di sîstemên şaristaniyan de ji kêliyên destpêkê heta roja me ya îro heqîqeta jiyana civakî nehatiye eşkerekirin û tevî vê yekê bi kategoriyên mîtolojî, dînî, felsefî û zanistî bi zêdeyî hatiye belovajîkirin û bi şêweyên çewt hatiye avakirin û vegotina wê hatiye amadekirin. Herweha ev vegotin bi huneran hatine cîlakirin. Çanda maddî ya şaristaniyê bi çanda wê ya manewî re dixin nava têkiliyeke diyalektîkî, bi vegotina dîrokê ya tê zanîn an jî ji bo zanîna wê destûr tê dayîn di çarçoveya xwestek, bawerî û berjewendiyên xwedayên tazî û bi maske de şêwazekî jiyanê bi evdan dan qebûlkirin. Herçiqas ev şêwazê avakirina jiyanê û dayîna qebûlkirinê li nerazîbûna bêjimar a zanyar, tevger û koman rast hatibe, li ber rabûbin û li ber xwe dabin jî dîsa karîbûye hebûna xwe dewam bike. Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê di tinekirina terîfa jiyanê de ye. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Hemin di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyr e ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike. Nexwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê? Çiqas bersiva van pirsan were dayîn, wê baş were fêhmkirin ku çima zanyarên civakî bersiv nadin pirsa bingehîn a weke “Jiyan çiye û têkiliya wê bi civakê re çawaye?” Dibe ku ev pirs gelekî besît xuya bikin. Lê hebûna jêre mirov tê gotin bi qasî jiyana xwe manedar e. Piştî ku ev jî nehat fêhmkirin ma çi qîmeta mirov heye! Di vê rewşê de belkî veguhere mexlûqekî ku ji heywanekî, heta ji jiyana nebatekê bêqîmetir be. Mirovatiyeke maneya xwe, heqîqeta xwe nizanibe yan nîne yan jî hebe bi awayekî herî rezîl û herî hov hebe.

a- Jiyan;

Belkî jî mirov nikare jiyanê terîf bike; ya rastî mirov bi awayekî îzafî dikare his bike, hinekî fêhm bike. Eger pêşketina beridînê rast be jî şîroveya beridînê ya Darwînîst ji diyarkirina ravekirina heqîqetê ya pêşketina cureyan û jiyanê dûr e. Beriya sê mîlyar sal li nava okyanûsê ji şaneyeke hê nebûye zindî heta mirovê roja me ya îro jiyana insên bi awayekî zincîrwarî were şopandin jî pirr kêm dikare di manedana jiyanê de bi kêr bê. Zanist niha di pêkhatina jêr perçikên atomê de li sirrên jiyanê digere. Wer xuya ye ku wê bi vê rêbazê ravekirineke bi sînor a jiyanê bê kirin û jê wêdetir neçe. Ji sedî sed têkiliya jiyanê bi van vegotinan re heye. Lê ev pirsgirêkê tam çareser nakin. Mirov jiyanê bi mirinê re bide berhevdu jî ji bo maneya wê têrê nake. Ango mirov bibêje “Jiyan beriya mirinê ye” ev jî nabe şêwazekî tatmînkar ê ravekirinê. Ya ji vê rastir ew e, jiyan bi tenê bi mirinê mumkîn dibe. Ez dizanim jiyaneke bêmirin wê nebe. Lê em ji zanîna maneya mirinê jî gelekî dûr in. Mirin jî herî kêm bi qasî jiyanê nayê terîfkirin. Belkî jî ev encameke îzafî ya jiyana me ye; belkî jî îmkaneke jiyanê, şêwazekî pêk hatinê ye. Tirsa ji mirinê, weke ez ê piştre bi berfirehî terîf bikim, têkiliyeke civakî ye. Mirin belkî jî tiştek e, ji vê tirsê ye. Ez dualîteya îdealîzm-materyalîzmê hevgirtî û raveker nabînim. Ev dualîteya xwedî karektera şaristanî di warê ravekirina jiyanê de ti qîmeta xwe nîne. Ji bo şîroveya ez dixwazim pêş bixînim dibêjim têkiliya vê dualîteyê bi heqîqetê re bi sînor e. Bi heman awayî têgînên bi can û bê can jî di warê jiyanê de ji ravekirinê dûr in.

Heqîqet 1: Ji bilî mirovê hewl dide li xwe serwext bibe, her bi can û bê can bi tenê dikarin bîranînên xwe bijîn. Berxika gurr pê girtiye û galaksiya kuna reş wê daqurtandiye belkî jî heman çarenûsa gerdûnî parve dikin. Ev bi xwe jî ji bo serwextbûna li jiyanê bi tenê di buhaya sirrekê de ye.

Heqîqet 2: Ji bo çêlika xwe ruhberê xwe parçe dike û perçikên jêr atoman ên bi lezeke dûrî aqilan pêkhatinên diyalektîkî bi cih tînin, bi heman pêdiviya rêzika gerdûnî dimeşin.

Heqîqet 3: Di civaka mirov de ev rêzika gerdûnî gihiştiye wê rewşê dikare xwe bixe ber lêpirsînê: Ez kî me? Bi vê pirsê rêzika gerdûnî cara pêşî hewl dide xwe bîne ziman.

Heqîqet 4: Bersiva pirsa “Ez kî me?” dibe ku armanca dawî ya gerdûnê be.

Heqîqet 5: Bi can-bê can tevahiya jiyana gerdûnî belkî jî ji bo xwe gihandina pirsa “Ez kî me?” ye.

Heqîqet 6: Dibe ku armanca dawî ev bersiv be “Ez ez im, ez gerdûn im, ez zeman û mekanê pêşî û paşiya wî, nêz û dûrê wî nîne me.”

Heqîqet 7: Fenafîllah, Nîrwana, Enel-Heq zanyariyên wan ên mutleq dibe ku armanca bingehîn a jiyana civakî ya mirov rave kiribin an jî dikarin eleqeya wî bi jiyana civakî re deynin holê.

Destnîşankirina van heft heqîqetan, nayê wê maneyê ku min jiyan terîf kir. Qada wê ya pêwendîdar lêdikolim, dixwazim lêbikolim. Jiyan dema tê jiyîn nayê fêhmkirin. Ji vî alî ve di navbera mane û jiyanê de nakokiyek heye. Wexta aşiqek bi maşûqê re ye, ev di heman demê de ew nuqte ye ku mane lê qediyaye. Mutleq fêhmkirin bi tenêbûneke mutleq ango bi bêmaşûqê mumkîn dibe. Gotina dibêje; yan ji yarê yan ji serî, di maneyeke fizîkî de ne, lê di maneya metafizîk de dixwaze vê rastiyê îfade bike. Ji bo mirov karibe xwe li tenêtiya mutleq rabigire divê mirov ji bo fêhmkirina wê mahir be, naxwe nabe. Tenêtiya mutleq tenê û bi tenê wexta gihişt hêza maneyê ango wexta ji têkiliya hêza maddî derket dikare pêk bê. Dualîteya hebûn-tinebûnê dişibe dualîteya mane-maddeyê. Herdu dualîte jî muceredkirî ne, û di rastiyê de nayên jiyîn. Jiyan bi îhtîmaleke mezin qabîliyeta bê dawî ya tertîpkirinê ya van dualîteyan e. Navberên tertîpkirinê weke kêliyên kaosê mîna mirinê xuya bikin jî ji bo pêkhatina jiyanê weke mecbûrî xuya dikin. Bi vê analîza kurt, min hewl da bi sînor be jî bînim ziman ku çima jiyan tam nabe were terîfkirin: terîfa mutleq a jiyanê tenêtiya mutleq, hîçtiyê, bêmaddetiyê hewce dike ku ev jî bi tenê di asteke muceredkirî de dimîne, ji lewra çi jiyan û çi jî xwe gihandina maneya wê tenê bi dualîte û îzafî pêk tê.

b- Jiyana Civakî;

Jiyana civakî tevî ku têgîneke gelekî besît e, weke têgîna bingehîn a tevahiya zanistan têgînek e ku divê were diyarkirin. Tevî ku gelekî tê bi karanîn, berevajî yeqînan, têgînek e ku mirov hê negihiştiye maneya wê. Em nizanin jiyana civakî çiye. Eger me zanîbûya, em ê bûbûna parêzvanên jiyana xwe ya civakî ya di bin sîstemên hegemonîk de hatiye parçeparçekirin. Di jiyana civakî de zanyarî ne, cehalet serwer e. Jixwe di qutbê dijber ê jiyana hegemonîk de jiyaneke cahilane heye. Eger perdeyên cehaletê bi ser jiyanên civakî ve nekin sîstemên hegemonîk nikarin dewam bikin. Ez ê karektera îzafî ya jiyanê li ber çav bigirim û hewl bidim jiyana civakî terîf bikim. Berê pêşî divê ez bibêjim jiyanên li her deverê wekhev, bê sînor, monoton û yeknesak nînin. Wexta jiyana îzafî tê gotin jiyaneke bi tenê û tek tê îfadekirin. Tekîtî weke tê zanîn û weke divê bê zanîn, gerdûnîtiyê red nake. Ne bi tenê tekîtî, ne jî bi tenê gerdûnîtî heye. Tekîtî-gerdûnîtî dualîteyek e ku bi qasî mane-maddeyê têne qebûlkirin. Tekîtî nebe gerdûnîtî pêk nayê. Her tek bêyî gerdûnî nikare bijî. Ji bo baştir were fêhmkirin dikarin mînakekê bidim: bi sedan gulên cuda yek bi yek tek in. Lê belê ji bo ev tevahiya gulan weke gul bêne binavkirin aliyekî wan ê hevpar heye. Ev aliyê wan ê hevpar gerdûnîtiya wan îfade dike. Di tevahiya cûrbicûrkirina gerdûnê de ev rêzik li ser kar e.

Bi awayekî çîrokwarî di vegotina serhatiya mirovê difikire ango Homo Sapiens de para rastiyê gelek heye û bi giştî ev vegotina tê qebûlkirin bi kurî weha ye; tê texmînkirin ku dused hezar sal berê li rojhilatê Efrîkayê jiyaye, piştre ji dayikekê bûye û tê texmînkirin ku pêncî hezar sal berê jî gihiştiye zimanê sembolan, bi xilasbûna dema dawî ya qeşayî re bîst hezar sal berê li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê ji civaka berî cotkariyê derdikeve û texmînî ji beriya panzdeh hezar salî û pêve nîzamekî jiyana civakî yê cotkariya qebîleyî û nêçîrvan- berhevkirina nebat-gîhayan di zikhev de pêkaniye. Li ev şêwazê jiyanê yê weke civaka gund-cotkariyê pêşket dema pênc hezar salî ya şaristaniya navendî jî zêde bû. Civaka gund-cotkariyê û civaka bajar-bazirgan-zenaet û pîşesaziyê weke dualîteyekê heta roja me ya îro behskiribû û min hewldabû bi xetên stûr an jî weke dem-dewranan pêşketina jiyaneke hegemonîk a bi bandor vebêjim. Min qonaxa Ewrûpa ya pêncsed salên dawî ya vê çanda hegemonîk di beşê berî vê de pêşkêşkiribû. Eşkere ye ku ji aliyê pêkhatin û gihiştina wê, heta ji aliyê pêxîrtengiyên wê yên avabûnê weke bingeh li vê çandê mohra civaka Rojhilata Navîn heye. Civak û çanda min hewl da maneya wê pêşkêş bikim ev e. Tekîtiyên wê gelek bin û yek ji tekîtiyên wê yên girîng modernîteya Ewrûpayê pêk bîne jî ji aliyê dem û mekanê ve kategorîkirin û bi muceredkirineke teka tekîtiyan her tim mumkîn e.

Rewşa civakê weke tekîtiyekê jiyana cinsê mirov diyar dike. Tekîtî û cudahiya di navbera jiyana mirovê li Rojhilata Navîn û jiyana mirovê li Efrîkayê de ev rewşa civakê diyar dike. Nijad an jî xisletên din ên fizîkî diyarker nînin. Eger bi lez nemire, ferdê mirov ê bêcivak ne bi tenê mirovê zanyar, wê nêzî cureyekî heywan be ku bi zimanê îşaretan qise dike. Mirovê bêcivak antî-mirov e. Avêtina mirovekî derveyî civakê, mirov bêcivak were hiştin ji bo mirovekî cezayê herî mezin e. Mirov tevahiya hêza xwe ji civakê digire. Asta herî pêşketî ya zanistan û zanyaran bi asta civakê ve girêdayî ye. Jiyana civakî weke fenomen û çendayetiyên besît ên fizîkî hesibandin xiyaneta herî mezin a pozîtîvîzmê bi mirov re kiriye. Gihiştina asta civaka mirov bi tenê weke pêngaveke gerdûnî dikare manedar bibe. Mirov jiyana civakî rast nas bike û bi zanebûn wê bijî bi qasî jiyanê bi xwe girîng e. Belkî jî jiyan ji bo rast naskirin û terîfkirinê ye. Divê hema yekser ez bibêjim, bi giştî jiyan, bi taybetî jî jiyana mirov encama avakirin û mîmariyeke xweser e. Wê çi bikeve nava vê avahiyê, diyarkirina vê jî wezîfeya bingehîn a zanista civakî ye. Ji bo xusûsa ez dixwazim diyar bikim baş were fêhmkirin, pinpinîka sê meh temenê wê heye dikarim mînak bidim. Avahiya wê ya hundir û ekolojiya dewrûberê jiyana sê mehî ya pinpinîkê diyar kirine. Eger pinpinîk nebe qurbanê qezayekê wê vî sê mehî karibe bijî. Ji ber vê jî bê pêşîbûn û paşîbûn (pirsa ezel-ebed) bi vî sê mehî bi sînor e. Hîç nafikire ku vê yekê jî bike pirsgirêk. Xwestekeke xwe ya bi vî rengî nîne, hebe jî zêde nake pirsgirêk. Mînak di nava mînak de: weke Gilgamêş. Ez Gilgamêş weke mînakekî neyênî pêşkêş dikim. Ez ê rave bikim. Tevahiya xweza û gerdûnê bi xwe li gorî ‘rêzika pinpinîkê’ pêk tê, dijî. Tenê li cem mirov ev rêzik ters dimeşe. Rewş vediguhere pirsgirêkeke gelekî mezin. Cinsê mirov ji bo temenê xwe ji lêgerîna ebedî-ezelî heta fikirkirina cennetê li ezmên, li bin erdê cehennem dikeve nava gelek hewldanên seyr û balkêş. Ji qral-xwedabûnê heta bi koletiyeke herî rezîl gelek awayên seyr peyda dike. Her roj ji jiyaneke cinsî ya ji rêderketî heta helwestên xwe weke cinsekî bêalî diyarkirin û gelek helwestên sînornenas bi tenê xweserî mirov in. Ji plansazkirina qirkirinê heta bi peyketina ava heyatê gelek helwestên li cem ti ruhberên din nînin, li cem cinsê mirov weke nexweşînê dewam dikin û diçin. Ji bo mirov van dînîtiyên xwe yên sînornenas pêşî lê bigire û wan fêhm bike, pêdivî bi naskirin û terîfkirina jiyanê heye. Naskirin û terîfkirineke rast dikare bibe gava pêşî ya jiyaneke rast. Bivê nevê ya jiyana mirov civakîbûna wî ye. Sedema yekemîn a bi israr ez li ser vê mijarê radiwestim ew e, zanista civakî hê hewl nedaye wê bide naskirin, hewl dabe jî heqîqet û maneyeke qîmeta xwe ya zanistî hebe daneniye holê, di avakirina wê ya rêxistinî û civakîkirina wê de bi serneketiye. Ji vê girîngtir û sedema duyemîn ew e, lîberalîzma modernîteya kapîtalîst ferd û ferdiyet li ser hîmê dijberê civakê wer nepixandî ava û cinawir kiriye, di erd û ezmên de hilnayê. Bi rewşa heyî, ferdiyet ne tenê pê dewam nabe, pê jiyan jî nabe. Jiyana ferdî ya li cem ti cinsê zindiyan nayê dîtin û li her cure rêderketinê vekiriye, ne hêza civakê ne jî hêza dinya me maye wê hilgire. Ev ferdîtî wisa ji rêderketiye, di bîstûçar saetê rojê de ji kuştina mirovan, kirina seks, spor û sinaetê, bi destxistina karê û meşandina êşkencê bêzar nabe. Eşkere ye ku dawiya vê ferdîtiyê nexweşiyên weke kansêr û AIDS’ê ne, jixwe ew jî pirr bi lez zêde dibin. Rojên ji wan re mehşer têne gotin û pêxemberan pirr berê xeber ji wan dane vê dema ferdîtiyê îfade dikin.

Nexwe weke rêzgirtina me ji bo jiyanê, wezîfeya me ya yekemîn ew e, divê em zanista civakî ya bi jiyana civakî tê naskirin ava bikin, duyemîn jî divê em jiyana ferdî û sîstema li pişt wê rawestînin û şert e ku divê mirov van herduyan bike yek û gav biavêje. Bêguman civakîbûn xwe dispêre rêxistinkirin û avakirina jiyana ferdî. Civaka ji ferd qut nabe. Qiyasa ferd û civakê em dikarin bişibînin qiyaskirina elementa hîdrojen û ûranyûmê. Atoma hîdrojenê dema bi serê xwe ye, avahiyeke besît e. Di hin cureyên wê de herçend hinek enerjî û perçik belav bibin jî gelekî bi sînor e. Di ûranyûmê de jî ji heman atomên sentez dibin gelek pêkhate misêwa enerjî û perçikan belav dikin. Jixwe bombeya atomê ji vê xisleta ûranyûmê çêdibe. Di civakê de jî gelek ferd hatine sentezkirin. Lê perçik û enerjiyên belav dike (komên nû û kevin) li gorî mirovê ferdparêz (atoma tenê ji bo dijî û wekî din bi kêr nayê) di astekê de ye, qiyaskirinê qebûl nake. Ferd wexta ji civakîbûnê derkeve yan jî ji dest bide, herçend fizîkî bijî jî, yan xayînek e, yan jî rezîlek e, piçûkketî ye, beredayî ye. Di herdu mane û rewşan de jî mirî ye. Em xisletên karekterîstîk ên bingehîn ên jiyana civakî weke pêngava gerdûnî rêz bikin.

1- Civak weke dîrok. Komên mirovan bi mîlyonan salan, li mekanên zor û zehmet di encama hewldan-têkoşînên mezin, bi êş û elem de komên tek ên pêşketî pêkanîne. Hin mekan û dem ji bo civak ji qonaxekê çipî qonaxeke din bike bi roleke diyarker rabûne.

2- Civak weke dîrok hewceyî bi asteke mejî dibîne. Asta mejiyê cinsê mirov civakbûna wî diyar kiriye. Civakbûnê jî ev asta mejî di rewşa zêhniyetê de neçarî xebitandin û pêşketinê kiriye. Xwezaya civakî avahiyeke nerm a asta zêhniyeta wê pêşketî pêşkêş dike.

3- Ziman bi tenê amûrê zêhniyeta civakî ne, di heman demê de hêmanekî avakirinê ye. Ziman yek ji xisletên bingehîn e ku pê civak heyî dibe. Weke amûrê mejiyê kolektîf nermbûna xwezaya civakî pirr bi lez pêşde dibe.

4- Şoreşa cotkariyê di çanda maddî û manewî ya civakê de şoreşa herî bi kok a dîrokê ye. Civaka mirov weke bingeh li dora cotkariyê şikil wergirtiye. Mirov civakeke bêcotkarî nikare bifikire. Cotkarî ne bitenê pirsgirêka debarê çareser dike; di serî de mejî, ziman, şênî, rêveberî, bergirî, parastin, cihwarbûn, dîn, teknîk, lixwekirin û avahiya etnîk, di amûrên çandî ên bingehîn ên maddî û manewî de rê li ber veguherîn û pêşketinên bi kok vedike.

5- Ji ber ku jin di domdarkirina civakî de xwediyê hewldana zêde ye, li gorî mêr di civakbûnê de bi rola sereke radibe. Anîn, mezinkirin û parastina zarokan dihêle ku civakbûn li ser rêya dayiktiyê pêş bikeve. Civak bi giranî nasnameya jin-dayikê hildigire. Di bingehê ziman û dîn de hebûna hêmanên mêtiyê vê rastiyê piştrast dike. Di civaka gund-cotkariyê de deng û nasnameya jinê hêza xwe diparêze û dewam dike.

6- Xwezaya civakî bi xwe exlaqî û polîtîk e. Exlaq nîzama rêzikên civakê, polîtîka jî rêveberiya wê diyar dike. Exlaq nîzam û mayîndebûna civakê, polîtîka jî pêşketina wê ya afirîner pêk tîne. Mirov nikare civakeke bêexlaq û bêpolîtîka bifikire. Dejenerebûna di asta exlaqî û polîtîk de bi pêşketina her cure koletî û newekheviyê re di zikhev de pêk tê.

ENCAM:

Divê Mirov Li ser Rêya Heqîqetê çawa bijî, çi bike û ji ku destpê bike? Di çanda Rojhilata Navîn de heqîqet û di rêya wê de mirin û jiyîn têgînên girîng in. Di çanda Ewrûpayê de ev têgîn weke dualîteya teorîk-pratîk tê nîşandan naverok û cewherê wê hatiye pûçkirin, parçekirin û yekparebûna xwe ji dest daye. Di modernîteya dereng de ev xusûs hê bêtir diyar e. Heqîqet mehkûmê ekonomîzmê hatiye kirin. Gera li heqîqetê herî zêde wexta pirsgirêkên civakî serî rakirine ketiye rojevê. Di van deman de vegotinek û çalakiyekê ji sedî sed hewl daye xwe weke heqîqetê pêşkêş bike. Analîza sosyolojîk a heqîqetê têkiliya wê bi neheqiyan re eşkere deyne holê. Desteserkirina ked û nirxa civakî weke neheqiyê hatiye terîfkirin, ji lêkolînkirin û bi cihanîna pêdiviyên wê re jî xebatên heqîqetê hatiye gotin û tim hatine mezinkirin, bilindkirin. Neheqiyê heq, heqê jî bi xwedê re wekhevkirin têkiliya civakî ya van herdu têgînan nîşan dide. Têgîna xwedê ji bilî muceredkirina metafizîkê bi vî awayî têkiliya wî bi wijdanê civakî re careke din tê piştrastkirin. Ketina ser rêya heqîqetê bi xwe re hesabpirsîna ji neheqiyê jî tîne. Nasnameya civakî ya xwe weke hebûna xwedayê herî mezin pêşkêş kiriye bi vî awayî bersiv daye neheqiyên li hemberî xwe û weke cezayê xwedê mehkûm kiriye. Ji hundirê civakê û ji xwezaya derveyî wê gef û neheqî çiqasî li ser nasnameya civakî zêde dibin destnîşankirina nasnameyê jî ewçend zêde dibe, ji bo wê nazarî (nêrîna xwedayî = teorî) û çalakiyên mezin (karên xwedayî) hatine pêşxistin. Ji ber van sedeman gelekî girîng e ku mirov serwext bibe, di çavkaniya dîn û felsefeyê de nasnameya civakî heye. Ji lewra li devereke din gera li çavkaniya dîn û felsefeyê hewldaneke tewş û badilhewa ye.

Di hegemondariya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst de yek ji armancên sereke ew e, rastiyên civakî dîrokî yên der barê têgîna heqîqetê û çalakiya wê de tarî bike û bitepisîne. Dîn û felsefe veguherandine milliyetgiriyê û xwedakirina dewleta netewe. Teorî û pratîk di têgîn û kirinên dewleta netewe yên tên mezinkirin û bêmirinkirin de têne dorgirtin. Zanist di bin ferman û rêveberiya felsefeya pozîtîvîst de xistine rewşekê pirsgirêkên ji sêlingên modernîteyê çêdibin analîz û çareser dike. Şervaniya heqîqetê ya bi qasî dîroka mirovatiyê kevn berê wê dane peydakirina berjewendiyên besît û sivik. Pirsgirêka bingehîn ew e, gefên li nasnameya civakî têne xwarin mijara heqîqetê ne, lê ev yek ji mijara wê derxistine û hewl dane li şûna wê ferdparêziyê bi cih bikin. Di vê çarçoveyê de mafê mirovan hatiye îstîsmarkirin. Fikrên dijberê sîstemê yên xwe weke îdeolojiyên rastparêz pêşkêş dikin jî newêrin ji paradîgmaya modernîteyê bibihurin û xwe nêzî vê yekê nakin. Lîberalîzm weke îdeolojiya fermî ya sîstemê li ser rastgir û çepgiran yekdestdariya xwe heta roja me ya îro karîbû dewam bike. Lîberalîzm weke yekdestdariya îdeolojîk a modernîteyê ji aliyekî ve enflasyona fikrê diafirîne, ji aliyê din ve jî tevî ku şêlandina herî mezin di enflasyonê de dike, di enflasyona fikrê de ya herî bi kêra wê bê bi kar tîne û bi rêya medya xwe zêhnan bombebaran dike û hewl dide encama herî zêde bi dest bixe. Têkûzkirina yekdestdariya fikrê armanca dawî ya şerê wê yê îdeolojîk e. Sîlehên wê yên bingehîn dîndartî, milliyetgirî, cinsiyetparêzî û weke dînê pozîtîvîst zanistîperestî ye. Bêyî hegemondariya îdeolojîk, bi tenê bi zordestiya siyasî û eskerî meşandina modernîteyê mumkîn nîne.

Lîberalîzm bi rêya dîndartiyê hewl dide wijdanê civaka beriya kapîtalîzmê kontrol bike, bi rêya milliyetgiriyê welatîbûna dewleta netewe û çînparêziya li dora kapîtalîzmê pêş dikeve kontrol dike û di bin destê xwe de digire. Hedefa cinsiyetparêziyê ew e, nehêle jin bêhna xwe bide. Fonksiyona bi bandor a îdeolojiya cinsiyetparêziyê ew e, hem mêr bike nexweşiyê desthilatdariyê, hem jî jinê di bin hisa destavêtinê de bihêle. Bi zanistîperestiya pozîtîvîst cîhana akademîk û ciwanan bê tesîr dike û nîşanî wan dide ku ji bilî yekbûna wan bi sîstemê re ti alternatîfa wan nîne û di berdêla tawîzan de yekbûna wan bi sîstemê re misoger dike. Li hemberî êrîşên îdeolojîk ên lîberalîzmê divê bi lez bersiv bê dayîn pirsên; divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku destpê bike. Bersivên dijberên sîstemê dane van pirsan herî kêm heta roja me ya îro bê tesîr hatine kirin. Bersivên modernîteyê dane ev hersê pirsên girîng bi tesîr bûne. Şêwazê jiyanê yê modernîte pêncsed salên dawiyê pêk tîne bi giranî mohra xwe li pirsa ‘divê mirov çawa bijî’ daye. Di serdema modernîteyê de bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin şêwazên jiyanê welê dane qebûlkirin û dawerivandine hinavên mirovan, ew homojen kirine. Qalibên jiyanê yên herkesî di bin navê rêzik û pîvanên gerdûnî de tek tîp kirine. Cudahî û cihêrengî li hemberî tektîpkirinê zelûl in. Serîrakirina li ber şêwazê jiyanê yê jêre jiyana modern tê gotin yekser mohra dînîtiyê tê lêxistin û bi surgûnkirina derveyî sîstemê tê mehkûmkirin. Kêm kes diwêrin serîrakirina li hemberî vê surgûnê û gefxwarina wê dewam bikin.

Pirsa ‘divê mirov çi bike’ jî ji mêj ve, pêncsed sal e ku kitebikite bersivên wê hatine dayîn: Tu yê ferdî bijî, timî xwe bifikire, “rêya bi tenê rêya modernîteyê ye’ tu yê bibêjî û ya dikeve ser milê xwe bi cih bînî. Rê diyare, usûl diyare: herkes çi dike tu yê jî weke wan bikî. Eger tu patronî divê tu karê bikî. Eger tu kedkarî divê tu li pey heqdestekê bazdî, bibezî. Wekî din li pey tiştên din ên divê bêne kirin bazdan û bezîn ehmeqî ye. Eger israr û serhişkê bê kirin encam avêtina derveyî sîstemê ye, bêkar hiştine, bêçarekirin e, rizandin e. Jiyan kirine bezîneke bi tehlûke ya hesp û bergîran. Bihêlin bersivdayîna pirsa divê mirov çi bike, ji bo bersiva pirsa divê mirov ji ku destpê bike sîstem weha dibêje “Ji cihê ku tu yê xwe baş perwerde bikî destpê bike.” Ji bo serketina di nava sîstemê de dibistan û zanîngeh mekanên destpêkirinê ne ku dest ji wan nabe. Li hemberî sîstemê gera li heqîqetê ya modernîteya demokratîk, helwesta wê ya îdeolojîk û bersivên wê yên dide sê pirsên bingehîn di buhaya sîstemeke alternatîf de ye. Ji hemû aliyan ve gera li nasnameya civakî, ji hev derxistina wê û pêşkêşkirina çareseriyên wê, şerê heqîqetê bi xwe ye, cewherê wê ye. Parêznameya min bi xetên stûr be jî encamên vê lêgerîn û vî şerî pêşkêş kiriye. Hewce bi dubarekirinê nîne. Sekna îdeolojîk bi rexnekirineke berfireh ji hegemondariya îdeolojîk a modernîteya serdest bihurînê îfade dike. Xwedîderketina heqîqetên civakî yên di dest de sekna îdeolojîk e. Nîşandana mehrûmbûna modernîteya kapîtalîst ji heqîqetê (ferdparêziyê tercîhî civakê dike, nasnameya civakî dike hedefa êrîşan), nîşandaan heqîqeta civaka ekonomîk, ekolojîk û demokratîk, nîşandana heqîqeta netewe û nîşandana hêza heqîqetê bi vê seknê re têkildar in.

Bersiva hevpar û pêşî ya ji bo pirsên divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku destpê bike ji nava sîstemê û li ser bingehê dijberiya wê bê destpê bike. Lê ji nava sîstemê dijberbûna wê, di asta zanînên kevn de şerekî heqîqetê yê her kêlî mirin têde hebe divê. Pirsên divê mirov çawa bijî û ji ku destpê bike di zikhev de bersiva wan bide. Ji bo vê jî divê tu ji vê jiyana modernîteyê weke kirasekî dînan ê fena zirxekî li te kirî biçirîne, nefret bike û jê bigere. Wexta hewce kir, tu yê her kêlî verşe dil (mîde), mejî û bedena xwe ji vê jiyanê bimale, paqij bike. Eger ew xwe weke bedewa cîhanê pêşkêşî te bike jî divê tu bi verşandina ya hundir û hinavên xwe bersivê bidiyê. Eger mirov bersiva pirsa ‘divê mirov çi bike’ bi du pirsên din re di zikhev de bide divê mirov bibêje; ez ê li dijî sîstemê timî di nava çalakiyê de bim. Bersiva pirsa divê mirov çi bike, pratîka bi serwextî û rêxistinî ye. Ji aliyê sîstema modernîteya demokratîk ve bersiva hersê pirsan xwegihandina hêmanên îdeolojîk û çalakî yên sîstemê îfade dike. Berê têgîna partiya pêşeng weke mîsyona pêşengiya teorîk û çalakî ya modernîteya demokratîk hê bi tesîr hatiye kirin. Mîsyona bingehîn a pêşengiya nû ye ku pêdiviya îradî û zêhnî ya sêlingên bingehîn ên sîstemê civaka ekonomîk, ekolojîk û demokratîk (rêveberiya bajar, xwecihî, herêmî, neteweyî û ji netewe wêdetir demokratîk konfederalîst) tedarik bike. Ji bo vê jî divê hejmareke têr û naveroktijî avahiyên akademîk bêne lêkirin. Divê komikên akademîk ên nû bi tenê qîma xwe bi rexnekirina cîhana akademîk a modernîteyê neynin, tevî vê alternatîfa wê jî pêşde bibin û li gorî naverokên wan bi navên cûrbicûr akademiyan ava bikin. Di serî de ekonomîk-teknîk, ekolojîk-cotkarî, demokratîk siyaset, ewlekarî-parastin, jin-azadî, çand-nasname, ziman- dîrok, zanist-felsefe, dîn-huner, li gorî girîngî û pêdiviya civakê li her qadê avakirina akademiyan erk û wezîfe ye. Kadroyên akademîk ên bi hêz nebin hêmanên modernîteya demokratîk ava nabin. Çawa ku bêyî hêmanên modernîteya demokratîk ti maneya kadroyê akademîk nebe, hêmanên modernîteya demokratîk jî bêyî kadroyên akademîk wê ti maneyê îfade nekin û wê bi ser nekevin. Yekparebûna di zikhev de ji bo mane û serketinê şert e.

Fikir, zikir, çalakî û têgihiştina cuda ya modernîteya kapîtalîst ku weke kincekî bi lanet li ser pişta mirovî disekine, divê ji sedî sed bêne terikandin û li dawiyê bêne hiştin. Fikir-zikir- çalakî nîşaneyên meznahiyê ne, ti car yek ji ya din cihê nabe, divê mirov wan yekpare li xwe bike û bijî, heqîqetê timî li ser pişta xwe bigire. Kesa-ê hersêyan bi hev re bi bersiva pirsên divê mirov çawa bijî, çi bike û ji ku destpê bike nikaribe temsîl bike divê dernekeve şerê heqîqetê. Şerê heqîqetê berevajîkirin û belovajîkirina modernîteya kapîtalîst qebûl nake. Bi wê re nikare bijî. Bi kurtî, kadroyê akademîk mejî ye, rêxistin e, û a di mûrehk û demarên zîro yê beden (civak) de belav dibe. Rastî yekpare ye. Heqîqet rastiya yekpare ye ku tê îfadekirin. Kadro heqîqeta rêxistinkirî û çalakkirî ye. Wexta ku çanda Rojhilata Navîn xwe nû bike, divê zanibe ku rêya vê di şoreşa heqîqetê re derbas dibe. Şoreşa heqîqetê şoreşeke şêwazê zêhniyet û jiyanê ye. Şoreşa xwe rizgarkirina ji şêwazê jiyanê û hegemondariya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst e. Divê mirov bi dîndar û şovenîstên ezbetperest ên sexte yên xwe bi rêûresmê digirin nexape. Ew bi modernîteya kapîtalîst re şer nakin. Mîna kûçikê nobedar hinekî para xwe dixwazin. Ti car mirov nikare van kesan weke şervanên heqîqetê bifikire. Jixwe li hemberî modernîteyê ne bi tenê têkçûyî ne, di heman demê de şelaq in. Eger çepgirên kevin, femînîst, ekolojîst û tevgerên kulturalîst dixwazin antî-modernîstên gotin û gavên wan hevgirtî bin divê bizanibin şerê heqîqetê di nava yekparebûna xwe de pêk tê û divê wê di şêwazê jiyana xwe de jî bi cih bînin, bimeşînin Eger şerê heqîqetê di her kêliya jiyanê de, li tevahiya qadên civakî, li komikên kominî yên ekonomîk û ekolojîst, li bajarên demokratîk, xwecihî, herêmî, neteweyî û mekanên ji netewe wêdetir hat meşandin wê mane û serketinê bi dest bixe. Çawa ku di derketina destpêkê ya dînan de jiyana qasid û hewariyan hebû yên li pey heqîqetê diçin mîna wan nejîn şerê heqîqetê nayê kirin, were kirin jî bi sernakeve. Rojhilata Navîn hewcedariya xwe bi hozaniya xwedawendiya jina xwe nûkirî, Mûsa, Îsa û Muhemmedan, Saint Paulan, Maniyan, Weysel Qeraniyan, Hellacê Mansûran, Suhreverdiyan, Yûnis Emreyan û Brûnoyan heye. Şoreşa heqîqetê bi xwedîderketina mîrateya kevnên kevin nabin lê xwe nû dikin pêk tê, naxwe bi ser nakeve. Bi tenê jiyan bi xwedîderketina li mîrateya wan dibe û ev piştrast dike ku şoreş û şoreşger namirin. Çanda Rojhilata Navîn çanda yekkirina fikir-zikir-çalakiyê ye û ji vî alî ve têra xwe dewlemend e. Modernîteya demokratîk bi zêdekirina rexneya xwe ya li şaristanî û modernîteya kapîtalîst li vê çandê wê bi rola xwe ya dîrokî rabe. Ferdê şaristaniya demokratîk bi qasî ku li dijî sê suwarên mehşerî yên modernîteya kapîtalîst (kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewleta netewe) timî têkoşîneke bi hev re ya fikir-zikir- çalakiyê bimeşîne, divê timî bi sê melekên rizgariyê yên modernîteya demokratîk (civaka ekonomîk, civaka ekolojîk û civaka demokratîk) timî têkoşîneke jiyanê ya bi hev re ya fikir-zikir-çalakiyê di kesayeta xwe de bide, naxwe nikare xwe pêk bîne, nikare xwe weke pêşengê heqîqetê ava bike. Bi qasî komika akademiyayê, di yekîneyên komin ên civakî de jiyan û têkoşînê bi hev re nemeşîne nikare bibe pêşengê (murşîdê) bi cihanîna cîhana dad, azadî û demokrasiyê. Rexnekirina Pirtûkên Pîroz û hozanên xwedawend giranbuha ye (wexta ku weke amûrên şaristaniya serwer û modernîteyê hatin bi kar anîn). Jixwe yên ji ber mayî mîrateya me ya jiyanê ne, nasnameya me ya civakî ne. Milîtanê heqîqetê yê serdema demokratîk ew kes e, vê nasnameyê li şexsiyeta xwe diniqirîne, dikole, mîrateya jiyanê bi awayekî azad dijî û dide jiyîn.

REBERE GELAN (BEŞA 10 E MİN )DAWİ

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)