LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)
0 Yorum
19-09-2021

A- DESTPÊKEKE KURT Lİ SER PİRSGİRÊKA RÊBAZ Û HEQÎQETÊ:

Rêbaz weke têgîn rê, hînbûyîn û nêzîkbûnên hestyarî û aqlane ne ku dikin mirov bi awayekî herî kurtebirr bigihîje armancên xwe û encamê. Kengî zelal bû ku wê kîjan rê te kurtebirr bigihîne hedefa herî rast, wê wextê rêbaz hatiye dîtin. Aliyê rêbazê yê erênî ew e ku hatiye ceribandin û serketina wê ya di warê encamdanê de ye. Ji ber ku dûrûdirêj hatiye ceribandin û paşê diyar dibe, rêwiyên wê yên pê eleqedar dest jê bernadin. Têkiliya murîd-murşîdan tîne hişê mirov.

Rêbaz bi maneya rêya mirov herî kurtebirr digihîne hedefê, têgîneke navend Rojava nîne. Ji serdemên herî kevin ve ekolên hozanî û zanyariyê yên Rojhilata Navîn wê diceribînin. Rêyên kêrhatî yên ji bo xwe gihandina zanîn-agahiyê her tim hatine ceribandin. Di nava wan de yên herî encamgir weke rêbaza bingehîn hatine hilbijartin. Ekolên fikrê herî zêde li ser têgîna mentiqekî ango pêşdebirina rêbazekê ponijîn e ku ev yek usûleke ji rêûresmê ye. Kengî Ewrûpa bû navenda hegemonîk a sîstema şaristaniya dinyayê, di gelek qadan de pêşketinên rê li serdestiyê vekirin di qada zanistî mijara rêbazê de jî xwe nîşan da. Di sedsalên 16. û 17. de Bacon, Descartes û Galîleo bi nêzîkatiyên girîng ên rêbazê derketin holê. Ev derketin û gavavêtina wan ji nêz ve têkiliya xwe bi rewşa Ewrûpayê ya bûye navenda sîstema hegemonîk re heye.

Obje û sûbje ji têgînên girîng ên rêbazê ne. Pêşdebirina cihêkirina van têgînan têkiliya xwe bi hukimkirina li xwezayê re heye. Amûrên nû yên daneheva sermaye û desthilatdariyê, çiqasî giraniya xwe dan ser hem çavkaniyên xwezaya civakî hem jî fizîkî-biyolojîk pirr neçû fêhmkirin ku çavkaniyên li ser sekinîne gelekî kêrhatî ne. Herdu çavkaniyên xwezayê çiqasî kirin obje, ewqasî jî li pey hev kêrhatina xwe ya zêde dibe ji daneheva sermaye û desthilatdariyê re pêşkêşkirin. Di fikrê de berdêla vê pêşketina maddî cihêbûna obje û sûbjeyê ye. Ev rewş li cem Bacon xwe cihêkirina objektîv û sûbjektîv nîşan dide, li cem Descartes jî bi şêweyê dualîteyeke tûj a ruh û beden xwe dide der. Li cem Galîleo jî matematîk fena zimanê xwezayê weke pîvaneke obje ya herî pêşketî derdikeve pêş. Di meşa dirêj a dîrokê de ku ji Mezopotamyayê ber bi Yewnanistana Serdema Antîk ve kir, rê li bûyer û pêşketinan vebû, bi awayekî bi heman rengî, lê bi cihêwaziyên xweser ev yek li rojavayê Ewrûpayê dubare dibe. Ya rastî, civaka Sumer jî pratîka jiyanê ya li Mezopotamya Jor di parzûnkên hezar salan re hatibû dawerivandin barkirin Mezopotamya Jêr û li vir xweseriyên jiyana xwe jî tevlî kirin û bi vî awayî şêweyê orjîn afirandin. Di sîstemên şaristaniya navendî de sûbje (kirdar) her tim çavkaniya xwe sermaye û desthilatdarî ne. Serwextî, vegotin û îradeya azad temsîl dike. Carnan ferd carnan sazî ye, lê timî heye. Ya para objeyê jî dikeve timî gel, jin û barbarên li derveyî desthilatiyê ne. Kengî mîna xwezayê ji sûbjeyê re weke çavkanî xizmetê bikin têne bîra kirdaran. Jixwe wekî din bi ti maneyê nayên fikirîn û ev jî li gorî ya divê bibe dibe. Di mîtolojiya Sumeran de mirov weke evd ji pîsiya xwedayan, jin jî ji parsûyê mêran hatiye afirandin. Ev çîrokên afirandinê asta objekirinê ya di kûrahiya dîrokê de gihiştiyê nîşan dide. Bêguman ev nêzîkatiya cihêkirina obje û sûbjeyê piştî veguherînên girîng mumkîn bûye ku bigihîje Ewrûpayê. Lê mirov nikare înkar bike ku pêşketina zincîwarî di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Di roja me ya îro de sînorê cihêkirinê yê di navbera obje û sûbje de qels bûye û ev jî bi sereketiya kapîtala fînansê re têkildar e. Di sîstema şaristaniya navendî de hegemondariya sembolîk a kapîtala fînansê tevahî rewşên berê yên obje û sûbjeyê ji hev derxistiye. Wexta cihê wê tê her kes xwe sûbje, wexta cihê wê tê her kes xwe dixe şûna objeyê, ev têkiliyeke xwe ya xurt bi şêweyê nû yê daneheva sermaye û desthilatdariyê re heye. Bi amûrên sermaye û desthilatdariyê yên mîna aşûta tê xwarê zêde dibin (çavkaniya xwe milliyetgirî, dîndartî, cinsiyetparêzî û zanistparêzî), hem di asta rastî, hem jî di asta feraziyê de mîna extapot û sermûşaxê xwe li civakê gerandine, alandine. Di van şert û mercan de her kes û her sazî dikare xwe têra xwe di statuya obje û sûbje de bibîne. Fonksiyona xwedayên di dema civaka Sumeran de amûrên îdeolojîk werdigirin. Veguherîna di cihêbûna obje û sûbje de bivê nevê wê pêk bê, xisletên nû yên sembolîk ên xwedayan û hukimraniya wan jî bêguman wê cihêbûna heyî bê kêr bike.

Tevahiya dîroka şaristaniya navendî zanîn-agahî her ku çûne parçe bûne û pîrozbûna xwe ji dest dane. Ev rewşa em behsa wê dikin jî çîrokeke xwe ya bi heman rengî heyî. Mekanîzmayên sermaye û desthilatdariyê çiqasî zêde bibin, zanîn-agahî jî ewqasî parçe dibin. Mirov çavdêriya vê xusûsê di dîrokê de dike. Di tevahiya civakên klan û qebîleyan de zanist yekpare ye. Nûnerên wê pîroz têne hesibandin. Zanist weke dayîneke xwedê tê qebûlkirin. Li gorî daxwaz û hewldana her kesî lê tê belavkirin. Di mîtolojiyan de ev bi tevahî welê ye. Di dîn û felsefeyê de nêzîkatiya vê yekê pîvaneke sereke ye. Lê parçebûna pêşî di avahiya zanistî ya Ewrûpaya Rojava û zanistên xwezayê de tê dîtin. Organîzasyonên zanînê yê nû (akademî û zanîngeh) her ku çûne ji civakê qutbûne û bi tevahî ketine xizmeta elîtên sermaye-desthilatdariyê û bi awayekî eşkere xwe di mertebeya saziyên nadîde yên dewleta nû (Levîathan) de dibînin. Pêvajoya desthilatdarîbûn û sermayebûyîna zanistê, di heman demê de bûye pêvajoya xerîbketina bi civakê re. Biryargeh û perestgehên zanistê yên pirsgirêkan çareser dikin êdî bûne navendên hegemondariyên îdeolojîk, xerîbkirin û pirsgirêk afirandinê. Çiqasî çavkaniyên civak û xwezayê hene, ewqasî beşên zanistî jî hatine zêdekirin. Ev rastî bi serê xwe jî têrê dike ku ji bo mirov ketina zikhev a zanist-sermaye- desthilatdariyê piştrast bike. Qada zanistê ji tevahiya civakê re cihekî pîroz e, lê ji vê xizmeta wê pîroz dike gelekî hatiye dûrkirin. Navendên zanistê her yek ji wan kirine pîşeyên çavkaniya pereyan, heta bi xwe bûne sermaye; bûne hevparê herî gunehkar ên bi tehlûke yên desthilatdariyê. Em pirr baş dizanin ku di serî de sîlehên nuklêr, her cure sîlehên hilweşîner ên dikarin hawîrdorê bi erdê re bikin yek li navendên zanistê têne çêkirin. Li şûna ku bi fikar xwedî li heqîqetê (wijdanê kolektîf ê civakê) derkeve, weke mamosteyên biaqil ên hilberandina sermayeya herî bi bereket û desthilatdariyê hatine terfîkirin.

Roja me ya îro wexta ku zanist tê gotin pirsa pêşî tê hişê mirov ev e, “Gelo çiqas pere têde heye?” Lê ya civak ji zanistê hêvî dike ew e, dixwaze ji fikarên xwe yên bingehîn re bersivê bibîne. Ji ber fikarên xwe yên maddî û manewî, civakê zanist bi awayekî yekpare weke pîşeyekî xwedayî hesibandiye û wisa qebûl kiriye. Dejenerebûn û rizîna akademî û zanîngehê bi van şert û mercan ve girêdayî ye. Krîza zanistî çavkaniya xwe van şert û mercan e. Dîroka zanîn-agahiyê bi dîroka şaristaniyê ve girêdayî veguheriye û ji pêxîrtengiya giştî ya sîstemê di heman astê de para xwe girtiye û ji vê aqûbetê nikarîbûye xwe xilas bike. Li cihê ku xwestiye bibe amûrê çareseriyê, bi xwe bûye amûrekî girîng ê pirsigrêk afirandinê. Encam, parçebûna zanistî, belavbûn û kaos e. Xwezayên yekemîn, duyemîn û sêyemîn, bi gotineke din xwezayên cihêwaz divê mirov li wan serwext bibe. Bi tevahî xwezaya ji derveyî mirov bi şêweyê Xwezaya Yekemîn tê cihêkirin. Ev di nava xwe de têgîneke bi nakok e. Ji ber ku ev yek berê pêşî dikare mirov bibe dualîteyên weke bi can-bê can, heywan-nebat, heta fizîk-kîmya û gaveke din jî wêdetir maddeya xuya dike-ya nake, enerjî-madde cihêkariyên cihêreng ên bêserûbinî bibe û mirov bi vî awayî bide fikirîn. Jixwe her cihêbûnek civakeke xwe ya li gorî xwe heye. Em wexta ji nêz ve li pirsgirêka xwezayan binêrin, em ê bandora kûr a cihêbûna obje û sûbjeyê li ser wan bibînin. Ev cihêkirineke têkûz nîne, herî kêm mirov divê hewcedariya bi şert a cihêkirinên bi vî rengî destnîşan bike. Civaka mirov weke Xwezaya Duyemîn, bêguman xweseriyên xwe hene û qonaxeke pêşketina xwezayî ya girîng e. Li şûna ku weke xwezayeke cuda were diyarkirin, weke qonaxeke xwezayê ya cihêwaz were bi wesifkirin manedartir e.

Karekterîstîka herî girîng a xwezaya civakê ya wê ji yê din cihê dike ew e, kapasîteya zêhnî bilind e, nerm e, û hêza wê ya xwe avakirinê ye. Bêguman di Xwezaya Yekemîn de zêhn, nermtî û hêza xwe avakirinê heye. Lê li gorî xwezaya civakê giran, hişk û hêdî dimeşe. Xwezaya civakê bi tevahî teorîzekirin gelekî girîng e. Herçiqasî civaknasên pêşî di rêza yekemîn de cih dane vê xusûsê jî ber bi roja me ya îro ve analîzên parçe û avahiyê zêdetir derketine pêş: çawa ku di analîzên xwezayên din de tê çavdêrîkirin. Herweha cihêkirina xwezaya civakê bi şêweyên avahiyên jêr-jor, bi şêweyê ekonomîk-polîtîk-desthilatdarî dabeşkirin, bi awayê tebeqe û qonaxên weke komina destpêkê, koledarî, feodalîzm, kapîtalîzm û sosyalîzm-kominîzm parvekirin, eger bi tenê li ser bingehê nêzîkatiyeke ‘CIHÊWAZTIYÊ’ bi baldarî were kirin dikare encamên manedar bide. Ti analîza avahî, tebeqe û parçe nikare şûna nêzîkatiya teorîk a yekpare bigire. Mirov dikare bibêje, di vê mijarê de ti civaknas û fîlozof ji nêzîkatiya yekpare ya Eflatûn û Arîsto nebihurî ye. Heta mirov dikare bibêje, şîroveyên yekpare yên pêxember û zanyarên bi koka xwe ji Rojhilata Navîn û bi giştî jî ji Rojhilat, li gorî civaknas û fîlozofên modernîteya kapîtalîst hê bêtir civakî ne, û mirov zêdetir ji wan hîn dibe. Nêzîkatiya wan a hê li pêş û pêşketî ye. Divê bi girîngî were destnîşankirin ku di bêtesîrkirina nêzîkatiya teorîk a yekpare de rola herî girîng a amûrên daneheva sermaye û desthilatdariyê ye.

Li ser civaka mirov bi awayekî dijwar hewcedarî ji nû ve û nêzîkatiyeke toerîk a kûr a rêbazê heye. Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku rêbazên sosyolojîk ên di nava qelebalixiya hejmaran de fetisîne, ji eşkerekirina rastiyan wêdetir ser wan digirin. Eger ez bibêjim sosyolojiyên heyî ji mîtolojiyan zêdetir ser rastiyan digirin û dinixumînin divê ev weke gotinên ji xwe zêde û nepixandî neyên hesibandin. Heta mirov dikare bibêje, hiskirina mîtolojiyê ya rastiyê, li gorî maneya di sosyolojiya modernîteya kapîtalîst de heta dawiyê insanî ye, û zêdetir nêzî heqîqetê ye. Bêguman zanista civakî girîng e, lê ji rewşa heyî re zehmet e ku mirov bibêje zanist e. Vegotinên sosyolojîk ên li naverastê ji rewakirina modernîteya fermî wêdetir zêde maneyekê îfade nakin. Di vê mijarê de hewcedarî bi şoreşeke bi kok a zanistî û gavavêtineke rêbazî heye.

Qonaxa ku mirov dixwaze weke Xwezaya Sêyemîn maneyekê bidiyê, bi tenê ev bi şoreşa zanistî û rêbazî gengaz dibe. Xwezaya Sêyemîn weke têgîn di qonaxeke jor de ji nû ve ahenga Xwezaya Yekemîn û Duyemîn îfade dike. Sentezeke di asta jor de ya xwezaya civakî bi Yekemîn Xwezayê re bi qasî paradîgma teorîk a şoreşger pêdiviya wê bi şoreşeke bi kok a pratîk jî heye. Nexasim jî ji bo li dawîhiştina qonaxa sîstema şaristaniya navendî roja me ya îro sîstema dinyayê ya kapîtalîst ango modernîteya wê ev yek diyarker e. Ji bo pêkhatina vê jî herî kêm divê avahiyên şaristaniya demokratîk bêne lêkirin, weke xusûsên darî çav divê di karektera civakê ya ekolojîk û femînîst de pêşketin bibin, hunerê siyaseta demokratîk fonksiyonel were kirin û civaka sivîl a demokratîk were avakirin, ev gav divê bi awayekî serketî bêne avêtin.

Qonaxa ku mirov dixwaze weke Xwezaya Sêyemîn maneyekê bidiyê, bi tenê ev bi şoreşa zanistî û rêbazî gengaz dibe. Xwezaya Sêyemîn weke têgîn di qonaxeke jor de ji nû ve ahenga Xwezaya Yekemîn û Duyemîn îfade dike. Sentezeke di asta jor de ya xwezaya civakî bi Yekemîn Xwezayê re bi qasî paradîgma teorîk a şoreşger pêdiviya wê bi şoreşeke bi kok a pratîk jî heye. Nexasim jî ji bo li dawîhiştina qonaxa sîstema şaristaniya navendî roja me ya îro sîstema dinyayê ya kapîtalîst ango modernîteya wê ev yek diyarker e. Ji bo pêkhatina vê jî herî kêm divê avahiyên şaristaniya demokratîk bêne lêkirin, weke xusûsên darî çav divê di karektera civakê ya ekolojîk û femînîst de pêşketin bibin, hunerê siyaseta demokratîk fonksiyonel were kirin û civaka sivîl a demokratîk were avakirin, ev gav divê bi awayekî serketî bêne avêtin.

Xwezaya Sêyemîn sozdana cennetek an jî utopyayekê nîne; mirov ê cihêwaziya hêza xwe ya serwextbûnê ya li ser xwezayan zêde dibe biparêze, TEVLÎBÛNA xwe ya ahenga mezin pêk bîne. Ev bi tenê sozdana hesret, armanc û utopyayan nîne, hunerê jiyana xweşik û baş e ku maneya xwe ya pratîk a rojane heye. Ez behsa biyolljîzmê nakim. Ez tehlûkeya vê nêzîkatiyê dizanim. Ez behsa utopyayên cennetê yên ‘Xwedatî’ yên danehevên sermaye û desthilatdariyê jî nakim. Ez xwedî pêşbînî me ku ev nêzîkatî jî hûrûkûr çi îfade dike, armancên wê yên bi tehlûke û hilweşîner çi ne. Materyalîzmê jî soza cenneta kominîzmê ya vulger dabû û ew jî kêrhatî nebû, çor bû, ez dikarim bibêjim ku bi awayekî varyanteke ya seriyê din bû. Jixwe em ji tecrûbeyên xwe yên jiyana rojane fêhm dikin ku ji her cure sozdana lîberalîzmê bêhna cehennemê tê.

Ji bo pêkhatina Xwezaya Sêyemîn hewcedarî bi ‘dem’eke dirêj heye. Xwezaya Yekemîn û Duyemîn di qonaxeke jor de li ser bingehê cihêwaziyan weke sîstema demokratîk a rejîma pêkhatin û îfadekirina wekhevî û azadiyê, eger di nava wê de xisletên civaka ekolojîk û femînen pêş bikevin mumkîn e. Xwezaya civaka mirov hêzên pêkanîna vê qonaxê hildigire. Ya divê mirov zêde li ser bifikire meseleya xwezayên cihêwaz e, eger mirov bi vê rêbazê nêzîkî wê bibe, dikare mirov bibe pêkanînên hê manedar ên teorîk û pratîkê. Di van demên dawiyê de pirsgirêkeke girîng a rêbazê di çarçoveya gerdûnîgirî û îzafiyetê de tê guftûgokirin. Mirov vê weke gerdûngirî û taybetbûna maneyê şîrove bike wê heman naverokê îfade bike. Em bi pirsgirêkeke rêbazê re rûbirû ne ku divê bi baldarî ji hev were derxistin. Em dikarin vê pirsgirêkê weke qonaxa nû ya cihêkirina obje û sûbjeyê gihiştiyê jî terîf bikin. Ji nêzîkatiyên hişk ên amûrên sermaye û desthilatdariyê re bi pirranî ‘qanûn’ tê gotin, ev yek ji ber şertên maddî yên di bingehê pirsgirêkên rêbazê yên bi vî rengî de ne.

Etîketa ‘gerdûnîtiyê’ li nêzîkatiya qanûnîk tê xistin û ev jî ji nêz ve têkiliya xwe bi amûrên rewakirinê yên îdeolojîk re heye. Gotina “qanûn hesin dibirre” ji vê derê tê. Divê mirov baş fêhm bike ku qanûn berhemekî desthilatdariyê ye. Em ji bîr nekin ku desthilatdarî tê maneya sermayeyê. Hukimraniya desthilatdariyê di heman demê de tê maneya ‘qanûnê’. Qanûn jî çiqasî ‘gerdûnî’ be, ewqas jî bi hêz e, û li ber rabûna wê bêîmkan tê kirin. Ji pêjna mirov bi vî rengî avakirina xwedê destpê dike. Mirovê xwediyê desthilatdariyê dîkteya xwe ya nikare eşkere îfade bike îlahî dike û bi vî awayî amûrekî rewakirinê dahiyane diafirîne û tesewir dike ku wê desthilatdariya xwe hê bi hêsanî dewam bike. Ji lewra divê mirov baş fêhm bike ku di bingehê tevahiya gerdûnitiyan de –hemû nebin jî –hewldanên bi vî rengî bi rêje û nîsbeteke girîng cih digirin.

Îzafiyet jî herçiqasî weke qutbekî dijber bê nîşandan jî bi xwe jî tehlûkeyên bi heman rengî hildigire. Rewşa mirovê bi tevahî piçûk hatiye xistin ji rêzik, rê û rêbazê hatiye dûrkirin îfade dike. Ji têgihiştina li seriyekî din a dibêje “Çiqas mirov hene ewqasa jî rêzik û rêbaz hene” derî vekirî dihêle. Li gorî ku di pratîkê de derfet û îmkanê vê yekê nînin, di encamê de bivê nevê êsîrî qanûnên gerdûnîtiyê bibe. Herdu têgihiştin jî para mejiyê civaka mirov an zêde mezin dikin ango digihînin asta ‘qanûna gerdûnî’, yan jî mijarê dadixin astekê bi şêweyê “Herkes qanûna xwe heye” pirr piçûk dibînin û ji rê derdixin. Gengaz e ku mirov mejiyê civakî hê bi awayekî rastî şîrove bike. Eger mirov şîroveya îzafiyet û qanûna gerdûnî negihîne asta wan bike qutbên dijberê hev weke rewşa rastiyê ya di zikhev de bike têgîn dikare rê li vegotineke kêrhatî veke. Rêzikgiriya gerdûnî ya naguhere digihîje pêşketina li ser xeteke rast ku dawiya vê hebûya, di gerdûnê de diviyabû heta niha em gihiştibûnayê. Qusûreke bi vî rengî ya li ser xeta rast a pêşketinê heye. Eger rastbûya ku gerdûn timî ber bi armancekê ve rast diçe, li gorî têgîna ‘ezeliyetê’ ya naveroka xwe bêserûbiniye, diviyabû heta niha gihiştibûya armanca xwe. Berevajî, eger îzafiyet a têgîna ‘xelekwariya bêserûbinî’ di nava xwe de dihewîne rastbûya, diviyabû guherîn û pêşketinên heyî yên gerdûnî pêk nehatana, neqewimiyana. Ji ber van sedeman li ser xeteke rast pêşketina gerdûnî û xelekwarîbûn (çemberwarîtî) têgihiştinên rêbazî ne, ji ravekirina pêşketina gerdûnî ya cihêwaz dibe û diguhere mehrûm in. Rêbazên bi qusûr in. Rêbaza nêzî rastiyê ew e, “Bi cihêwazbûnê re guhertinê mumkîn dike; bi qasî kêlî, aniha jî di nava xwe de bêserûbinîtiyê dihewîne”. Ez yeqîn dikim ku divê bi vê avahiyê were terîfkirin. Pêşketin bi qasî ku xelekwarî ye, xelekwarîtî jî bi qasî ku pêşketin e, bêûserûbinîtî di kêliya aniha de veşartî ye, di navê de ye, yekparebûna pêkhatina kêliyê jî di nava xwe de bêserûbinîtiyê dihewîne, ji bo avakirina rejîma heqîqetê ev perspektîfeke rêbazî ya bêtir ravekir û bê fêhmkirin pêşkêş dike.

Girîng e ku di mijara rêbaza diyalektîkî de jî em li ser hin xusûsan rawestin. Bêguman keşifkirina rêbaza diyalektîkî destketiyeke gelekî mezin e. Bi çavdêriyeke hûrûkûr her kêlî mirov keşif dike ku gerdûn xwedî karektereke diyalektîkî ye. Lê xusûsa li vir dibe pirsgirêk ew e, divê diyalektîk çawa were terîfkirin. Di mijara diyalektîkê de cudahiya di navbera şîroveya Hegel û Marks de tê zanîn. Hilweşîna herdu şîroveyan rê lê vekir cihê kêfxweşiyê nîne. Şîroveya Hegelwarî rê li avakirina Dewleta Elman a Milliyetgir vekir û bi cihanîna faşîzmê encamên xwe yên xeternak nîşan dane. Herçiqasî encamên bicihanîna çînparêziya teng û sosyalîzmê ya peyrewên Marks cuda be jî tê zanîn rê li gelek rewşên neyênî û hilweşînê vekirin. Li vir, li şûna ku mirov qusûrê di Marks an jî Hegel de bibîne, divê mirov qusûrê ya wan kesên diyalektîk têra xwe şaş şîrove kirine û bêtir rast nêzîk nebûne, bibîne. Jixwe rast nîne ku mirov nêzîkatiya diyalektîkî bike malê Hegel û Marks, herweha mirov wê bike malê fikra Yewnana Serdema Antîk jî tespîteke di cih de nîne. Di hozanî û zanyariya Rojhilat de mirov têra xwe li şîroveyên diyalektîkê rast tê. Bêguman li Yewnanistana Serdema Antîk û Rohnîbûna Ewrûpayê di vê mijarê de destketiyên girîng pêk hatine.

Diyalektîkê ne weke yekîtiya dijberên hevdu hildiweşînin, ne jî guhertinê bê dijber bi şêweyê pêkhatin û afirandina kêliyê şîrovekirin rast e. Têgihiştina yekemîn herî çor e, qutban ber bi meyla dijmintiyê ve dibe, gerdûnê ji rêzikan bêpar û timî di nava koasê de dibîne û jê wêdetir jî ev têgihiştin ti encamê nade. Têgihiştina duyemîn jî pêşketinê bê tengezarî, ji dijberan bêpar, xwedî hêza xwe nîne, pêdiviya bi hêzeke ji derve timî ferz dike, piştrastkirina vê têgihiştinê jî mumkîn xuya nake. Baş tê zanîn ku mirov di vî derî re digihîje metafizîkê. Naxwe gelekî girîng e ku mirov diyalektîkê ji van herdu şîroveyên her yek ji wan li seriyekî rizgar bike û bimale. Diyalektîkeke avaker û ne hilweşîner jixwe xusûseke di bûyeran de tê dîtin. Mînak mirov bi xwe, belkî jî bi qasî temenê gerdûnê yê tê hesabkirin pêşketineke diyalektîkî di nava xwe de hildigire. Ji perçikên jêr-atoman ên herî pêşketî heta bi atom û molekulan bi tevahî qonaxên biyolojîk ên beridînê di nava xwe de hildigire. Ev pêşketina harîqûlade diyalektîkî ye. Lê bi awayekî neyê înkarkirin li naverastê ye ku diyalektîkeke pêşdebir û avaker e. Bêguman nakokiyên çînî (mirov dikare yên qebîleyî, etnîkî, neteweyî û sîstemî jî li van zêde bike) yên gelekî têne guftûgokirin hin dijmintiyên diyar hildigirin. Lê eger em hêza aqil a gelekî nerm ji bîr nekin, bêyî ku tevkujî bibin mirov dikare van nakokiyan li gorî ruhê diyalektîkê çareser bike. Jixwe xwezaya civakê bi mînakên bêhejmar ên van çareseriyan tijî ye. Îdeologan li cihê xwestin pêşketinê baştir rave bikin, belkî jî li derveyî îradeya wan encamên berevajî bi dest xistin û nikarîbûn xwe ji ketina vê rewşê rizgar bikin. Ji ber ku gelek caran ketin vê rewşê, ev jî hê girîngiya şîrovekirina diyalektîkê nîşan dide.

Di mijara diyalektîkê de ji bo rênedana şaşiyekê divê mirov qiyasa wê bi metafizîkê re jî bi kurtî şîrove bike. Ji ber ku metafizîkê li derve bi afirênerekî li pêkhatinê geriyaye, bêguman ev di dîrokê de nêzîkatiya herî bê kêr e. Felsefe, dîn û zanisperestiya pozîtîv a vê nêzîkatiyê rê li wan vekir bi temamî sîstemeke ‘mêtinkariya zêhnî’ afirand. Xweza hewcedariya xwe bi afirênerekî ji derve nîne yan jî hebe ev afirêner ji derve na dikare ji hundir be. Lê mirov bi hêsanî dikare îddîa bike ku metafizîkê ‘rejîmên mêtinkar ên zêhnî’ mîna afirênerekî ji derve li ser mejiyê xwezaya civakî bi cih kir. Ji lewra rexnekirina metafizîkê û jê bihurîn gelekî girîng e.

Lê belê aliyekî din ê metafizîkê heye dixwazim li ser rawestim. Ez dibêjim mirov bê metafizîk nikare bitebite. Metafizîka ez behsa wê dikim, afirêneriyên çandî yên civaka mirov in. Tevî mîtolojî, dîn, felsefe û zanistan, her cure huner, polîtîka û teknîkên hilberînê jî di nava vê de cih digirin. Berdêla fizîkî ya hisên qencî û bedewiyê nînin. Ev nirxên xweserî mirov in. Nexasim huner û exlaq nirxên metafizîk in. Li vir a divê were zelalkirin xusûsa dualîteya metafizîk-diyalektîkê nîne, cihêkirina di navbera afirêneriya metafizîka baş û xweşik û metafizîka xirab û kirêt de ye. Dîsa dualîteya dîn-bêdînî, felsefe-zanist ne, dîn, felsefe, baweriyên zanistî, heqîqet û rastiyên jiyanê balkêş dikin û dihêlin ku mirov karibe bêtir xwe lê ragire.

Divê mirov ji bîr neke ku xwezayê lîstikeke mezin û pirrcure li pêşiya jiyana mirov daniye ser dikê. Rola mirov a li ser vê dikê nabe ku mîna ya xwezayê be. Ew li ser vê dikê bi tenê bi lîstikên çêkirine wê jiyana xwe sererast bike. Ji ber vê rastiya hûrûkûr e ku şano weke nîşandana jiyanê tê terîfkirin. Li vir a girîng ew e, di vê jiyana li ser dikê de daxistina asta herî jêr a şaşiyan, aliyên xirab û krêt e; derxistina asta herî jor a rastî, qencî û bedewiyê ye. Em dema behsa metafizîka qenc, xweşik û rast dikin, em vê karekterîstîkiya mirov a kûr destnîşan dikin. Naxwe ez behsa metafizîkên mirov kor, kerr û bêhis nakim. Ez yeqîn dikim ku wexta mirov muqayeseya der barê diyalektîk-metafizîkê de dike, ev tespît gelekî girîng in.

Réberé Gelan

Beşa 1 e min

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)