DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (15. BÖLÜM)
DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (15. BÖLÜM)
0 Yorum
04-09-2021

KÜRDİSTAN TARİHİNDE KADINLAR

Qedem xer

Hurrem

Mah banu: zerdestı

Sırın: kasrı sırın

Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş.

ŞECERET-AL-DURR: di dema rêveberiya Selahaddîn Eyyubî de jiyankiri ye. Pîştê kuştina kurê xwe û hevserê xwe,dibe melîkeya Misrê. Li gor qanûnên Îslamî rêvebertiya jinê qadexe ye. Ji ber vê yekê ji aliyê zilamên serdest ve ji vê erkê tê girtin. Di sala 1257’ an de tê kuştin.

XATUNA ZADİNE:

Şah Ebbasî rêveberê demê dixwest Kela Dimdimê ya li Rojhilatê Kurdîstanê, bidest bixe. Şerê ku di qewimî de Kurd bin dikevin. Piştî şeş salan cardin liberxwe didin. Hevsera Mîr Ebdela, Xan Xatûna Zadîne piştî mirina wî dibe rêvebera herêmê. Bi artêşeke hezar leşkerî êrîşî ser leşkerê Kela Dimdimê dike û kelê dixe destê xwe.

DEYFE XATUN: Xarzaya Selehattin Eyûbî ye. Li Helebê ji dayîk dibe. 25 saliya xwe de ji xanedana Eyûbiyan Elmelik Elzahêr re dizevice. Lê piştî 7 sal şûnde hewserê dimire û Deyfe Xatûn ciha wi dibe rêvebira Helebê. 10 sal rêveberiya Helebê dike. Kurê wê 17 salîya xwe de rêveberiyê dewr digire. Lê jiber ku 24 saliya xwe de dimire, Deyfa Xatun cardin dibe rêvebira Helebê û şeş salê din Helebê rêve dibe. Li hember êrişên Moxolan berxwedaniyek pir mezin dide. Bi dehan caran bi artêşa xwe li hember êrişên Moxolan serdikeve. Deyfa Xatun piştî serkevtênên xwe yên di şer de, li Helebê dibistanek bi navê Fîrdewsî ku nivîskarê ŞAHNAME yê ye avadike.

MEHÛŞ SENENDECÎ (Sine): Di sedsala 13. de weke jineke helbestvan derdikeve pêş. Çaxê xwe de di wêjeya Kurdî de pir navdare. Mehûş Senendecî helbestên xwede ciheke girîng dide êş û azarên gelê Kurd. Di dema Mehûş Senendecî de ciwaka Kurd êşên xwe yên ji sedema Ereba Îslam rûbirû dimînin bi rêya helbestan tînin ser ziman. Ji xwe îro ji saya hûnera helbestan çanda û dîroka gelê Kurd wenda nebûye. Di heman demê de mirov dikare qada wêjeyê bi teybet jî ya helbestvantiyê weke qada tekoşîna jina Kurd jî bi nav bike.

RİHAN LORÎSTANÎ: Di sedsala 15. de jiyan kiriye. Jineke tembûrvan û helbestvaneke mezin ya herêma Loristanê ye. Rihan Lorîstanî heman demê jineke rewşenbîr û bijîjke. Hunera Rihan Loristanî, hîna jî di nava folklor û hunera Loristanê de zindîbûna xwe diparêz e.

XATÛNA ZADÎNE: sedsala şazdemîn de li rojhilatê Kurdîstanê kela dimdimê keleyek binav û deng bûye. Kurd li hember Ebbasiyan vê qela Dimdimê de tekoşînek nav û deng dide. Jibona parastina kela dimdimê jinên Kurd bi fedakarî û welatparêziyeke mezin tekoşîn dikin. Lê dîsa jî qela Dimdimê dikeve destê Ebbasiyan de. Dema ku Dimdim dikeve destê Ebbasiyan bi sedan jinên Kurd, ji bo nekevin destê dijmin jehr vexwarin û xwe dîwarê qelê de avêtin. Xatûna Zadîne piştî hevserê wê Mîr Ebdela Xan dimire dibe rêvebera heremê. Piştî ku dibe rêveber bi armanca tolhildana wan jinên ku Kela Dimdimê de jiyana xwe dest dane, bi artêşeke hezar leşkerî êrîş dibe ser Kela Dimdimê û qelê dest dixe. Ji arteşa Xatûna Zadîne re hêzên Çengzêrîn dihat gotin. Demeke dirêj rêveberiya herêmê dike.

MAH ŞEREF XANİMA KURDİSTANÎ: Jineke Erdelanî ye û li bajarê Sîne sala 1804 an de ji dayîk dibe. Sedsala nuzdemîn de ango çaxê serhildanan de jiyankiriye. Nivîskar û helbestvane ke navdare. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana edebiyata Îranê bandoreke pir mezin çêdike. Mah Şeref Xanima Kurdîstanî nava Erdelaniyan bixwe de bi navê MOSTÛRE ERDELANÎ tê naskirin. Dîvaneke helbesta ya ku ji 20 hezar beytan pêk tê dinivîsîne. Gelek pirtûk û makale nivîsandiye. Pirtûka wî ya herî navdar bi navê Kûrdîstana Dîrokî ye. Yekemîn dîvana wê piştî mirina wê 39 sal şûnde ji milê Farsan bi navê Dîvani Mah Şeref Xanima Kurdîstanî tê çapkirin. Pirtûka xwe ya binavê Kurdîstana Dîrokî de ji ciwanên Kurdan re wuha bangavazî dike; Keç û Xurtên Kurd binivîsin. Şerê navxweyî û êşa gelê me binivîsin. Destpêkê hîs bikin û piştre binivîsin. Bila her tişt ji sibê re bimîne. Dagirkerî, talan û şerê îxtîdarê binivîsin. Yek jî ruxmê wana hemûyan qehremantî û evînên tên jiyankirin binivîsin.

HATU ŞEHNAZ: jina begê Erdelanê Helo Xan e. Begê Erdelanê Helo Xan jibona parastina Erdelan bi Farsan re ketiye nava şer de. Hatu Şehnaz dema Helo Xan dişîne cihê şer wuha dibêje: ez naxwazim xuna te bikeve ser axê, lê heger tu de bizanibi ku axa me wê bikeve destê dijmin, wê demê mirin ya herî xweş û pîroze. Dema ku şer dijwar dibe jibona alîkariyê HATU ŞEHNAZ ji hemû jinên Erdelanê re bangavaziya tewlêbûna şer dike û wuha dibêje: hemû jinên ciwan bila cilê zilaman xwe bikin û werin cihê şer. Yên ku dixwazin dîl bikevin destê Îraniyan jî bila malên xwe de bisekînin. Jibona ku dijmin ne zane ew jinin jibona wê dibêje hemû cilên zilama xwe bikin. Li ser bangavaziya HATU ŞEHNAZ, 500 jinên Kurd bi cilê zilaman, hesp û şûrên xwe jibona şer amade dibin. Ew artêşa jinan di komutantiya Hatu Şehnaz de diçe tewlê şer dibe. 3 roja şereke dijwar tê jiyankirin. Jinên Kurd komutantiya Hatu Şehnaz de tekoşîneke pir mezin didin. Zilamên Kurd ên ku cepha şer de ji wê rewşê hêzeke pir mezin digirin. Û şer bi serkevtina Erdelaniya xilas dibe. Bi wê awayê Hatu Şehnaz weke yekemîn jina Kurd a fermandar bi nav û deng dibe.

XATÛNA EDÎLE: Sedsala nuzdemîn de di herêma Soran de Eşîra Caf bi nav û deng bû. Xatûna Edîle piştî mirina hevserê xwe dibe rêvebera eşîrê. Bazdeh salan rêveberiya vê eşîrê dike. Xatûna Edîle bi xwe ji bajarê Helebçeyê ye. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser heremê bandoreke pir mezin hebû. Dewleta Îranê û hinek eşîrên Kurd dixwazin XATÛNA EDÎLE bikêşin nava şerê vê demê yê nîjadperest û berjewendîperest. Lê Xatûna Edîle bi wana re nabe yek. Polîtîka û siyaseteke serbixwe dide meşandin. Ev rêbazê serbixwe ji bo wê demê gelek girînge. Serbixwe tewgerandin hêz û zanebûna Xatûna Edîle diyar dike.

FATA REŞ: sedsala nuzdemîn de ango şerê Osmanî û Rusan de jina Kurd FATA REŞ bi şerkeriya xwe deng wedide. FATA REŞ serokeşîra Kurdên Mereşê ye. Bixwe Elewiye. Bi artêşa xwe ya 300 kesî we ji Mereşê tê Îstenbolê û tewlê şerê Osmanî û Rusan dibe. Rojnameyên Rus, Îngîlîz, Fransiz û Almanan hemû li ser şerkeriya wê jina Kurd wuha dinivîsin: “ Li ser yekîneyên leşkerî piranî jinên Kurd disekînin û wana asta fermandariyê de nava artêşa Tûrkan de cihê xwe digirin”. Dîsa nivîskarê Hollandayî LOBEL pirtuka xwe ya li ser Tûrkiyê de wuha dinivîsîne: jinên

Kurd li gorî jinên din yên rojhilat hê bêtir azadin û weke zilaman agîdin. Mînaka wê ya herî baş jî FATA REŞ e”.

MAYAN XATÛN: sedsala nuzdemîn de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdiye. Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî jiber bawariya xwe rûbirû mane têw jê re dibêjin. Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezinkirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku jiber zanyariya xwe li hember xwedî serî radike ya rastî ji milê xwedî ve meleka herî zêde tê heskirine. Jiber ku xwedî zanyar û azadîxwaze. Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêrin. Jiber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine. Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan. Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire serxwe. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser rêveberên Tûrk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin. Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike. Jiber ku nava Êzîdiyan de statûya jinê pir jêre.

ENCÛM YAMULKÎ: Yekemîn rêxistina jinên Kurd sala 1919 yan de bi pêşengtiya Encûm Yamulkî tê avakirin. Navê rêxistinê Civaka Bilindkirina Jinên Kurd bû. Serokê wê jî Encûm Yamulkî bû. Encûm Yamulkî ji malbatek arîstokrat ango çîna jorîn ya civaka Kurdan dihat. Jixwe jinên nava rêxistinê de cihê digirin jî hemû ji çîna arîstokrat a Kurd bûn. Encûm Yamulkî wê demê jineke pijîjk û rewşenbîr bû. Lê bêngehê netewperveriya xwe ji çanda Kurdan zêdetir disparte çanda rojava. Encûm Yamulkî bi gotina xwe ya ku dibêje “Kurd jibona her tişt soz nadin, lê dema ku sozek dan jî ji wê soza xwe navegerin.” Hafse Xana Neqîp, di 1891’ê de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di salên şer de, nasnameyek girîng a jinekî bi zanabûna xwe jinên kurd rêxistin kirî û di jiyana civakî de bi bandor e. Jinên ji ber xizanî û çewisandinê tengaviyê dijîn, xwe dispêrin Hafse Xanê.Ew, di aliyê civakî de rêvebera jinan bû. Xebatên xwe yên jin û Kurdistanê yên wê dihizirî ku pir dişibin hev, bi hev re dan meşandin. Di 1930’ê de, di derbarê mafên netewî yên kurdan de nameyekê dinivîse û ji bo Cemiyeta Miletan (NY) dişîne. Ev bi navê kurdan destpêk bû. Hafse Xan, ji bo zanabûna jinên kurd pir zêde xebitî. Di damezirandina rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de cih girt û jê re serokatî kir. Her wiha dibistanekî şevê ya ji bo jinan xweser vekir. Ev, yekem Dibistana Jinên Kurd bû. Ji bo alîkariya Komara Mihabadê ya di 1946’ê de hatî damezirandin xebitî. Paşê neçar bû biçe Îranê. Hafse Xana Neqîp her tim bawer kir ku, mirovatî di xetekî mirovperwerde dikare biguhere-veguhere. Hafse Xana Neqîp, yek ji nûnera çanda jinê ya dema xwe bû. Ji bo nasnameya xwe ya cins û nîjadî têkoşîn dida, bawer dikir ku divê hemû mirov li gor mafên xwe yên gerdûnî yên ji dayîkbûnê ve tên bijîn, wekhev nêzî mirovên ji her gelî dihatin dibû. Hafse Xana Neqîp ji ber nexweşiya penceşêrê, di 15’ê Nîsana 1953’ân de jiyana xwe ji dest da.

ZERİFE: sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî weke jineke serhildêr û agîd derdikeve pêş. Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike. Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê honandin. Tim bi gotina HEVAL gazî hewudu kirine. Zerîfe him jineke helbestvan û polîtîke û him jî jineke serhildêr û azadîxwaze. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destê xayinan dikeve destê dijmin. Serhildana Koçgirî de asta pêşengtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide. Rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û çareser kirina pirsgirîkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.

BESÊ: di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra ALAN e a ku Dersîmê de herî bi nav û deng û jina Seyit Riza ye. Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide. Dibin bombebarana balafiran de heyanê cephana xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cephana wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re jibona ne keve destê dijmin xwe zinaran de diavêje. Serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd jibona nekevin destê dijmin de weke Besê xwe zinaran de diavêjin yan jî xwe çeman de berdidin.

MERYEMXAN: sedsala nuzdemînde jiyandike. Keçeke ji eşîra Botî ye. Ango ji Şirnexê ye. Meryemxan dîvana dengbêjan mezin dibe. Her ku li gond dîvana dengbêjan kom dibe, Meryem xan jî li ser banê malê wan guhdar dike. Jiber ku jine nikare biçe nava dîvanê de cihê xwe bigire. Nava civaka Botiyan de dengbêjî jibona jinan şerme. Jibona wê Meryemxan bisalan tenê bi xwe re stranan dibêje. Lê dengbêjî jibona wê weke evînê ye. Ji sedema ku çaxê serhildanan û komkujiya Ermeniyane, malbata Meryemxan neçarê koçberî Musulê dibin. Li wê derê bi malbata Bedîrxaniyan re têkeliyên malbatî çêdikin. Malbata Bedîrxaniyan ji xweşikbûn û dengbêjiya MERYEMXAN pir bandor dibin. Piştre Meryemxan bi Mehmet Bedîrxan re dizewice. Lê piştî ku dizewicin şûnde malbata Bedîrxaniyan nahêlin Meryemxan dengbêjiyê bike. MERYEMXAN ji wê nêzîkatiya Bedîrxaniyan serî natewîne û zilamê xwe berdide. Jiber ku heskirina wê ya dengbêjiyê bi eşq û heskirineke pir mezine. Piştî ku zilamê xwe berdide diçe Baxdatê cem xweşka xwe Elmas Xan ku bi Îngîlîzekê re zewiciye. Mala Elmas Xan jiber zilamê wê weke malavahiya siyasetmedar, rewşenbîr û hunermenda ye. Li wê derê Meryem Xan gelek hunermendên Kurd nasdike û bi wan re strana dibêje. Biştî ku nava wan hunermendan de strana dibêje bi xweşikbûna dengê xwe demekî pir kinde nav û deng dibe. Bi wê awayê nava ciwaka Kurdan de weke jineke dengbêj dibe yekemîn ku plaqa xwe derdixe. 1939 de di Radyo ya Baxdayê de stranan dibêje. Naha gora xwe li Baxdayê ye.

RİNDÊXAN: Piştî serhildana Şêx Seyîd şûnde di bin navê Şark İslahat Planî pêk anînên ku li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedan pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serîrakirinên biçuk jî tên binavkirin. Jiber ku berxwedaniyên wan eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimîne wusa tê gotin. Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunise. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus RİNDÊXAN deng vedide. RİNDÊXAN bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer de, weke agîdekê pêşengiya şer dike. Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarin li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim” Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min” Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê. Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wuha bilind dibe; Ez im rinda Rindexan

Keça mîr û axa û çiyan

Ey tirkê Tacik

Karê we çi ye li van çiyan

Rinda bûye namdar

Ez dimirim, birîndar û bê zar

Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar.

GÛLNAZ XANİM: Di dîroka agîdiya jinên Kurdan de mînaka din a balkêş jî Gûlnaz Xanim e. Gûlnaz Xanim, serhildana Agîrî de di rêza herî pêş te nava serhildaran de cihê xwe digire. Ji bo parastina sîvîlan bi artêşa Tûrkan re ketiya nava şerên dijwar de. Tê gotin ku ' dibe tirsa dilê fermandarên Tûrk' . Pişt re dîl dikeve destê dijmin. Dema ku birayê û kurê wê tê kuştin, dewleta Tûrkan serî wan û serhildêrek din jê dike û dîne nîşanî Gulnaz Xanim dike. Û jê dipirsin 'Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!'. Gulnaz Xanim biserbilindî nêzî seriyan dibe; Bi lingê xwe serê Îzzed Beg nîşan dide û tenê dibêje 'Ev serê biayê min e'. Piştre serê duyemîn nîşan dide û dibêje 'Ev jî serê lawê min e'. Dema ku tê ber serê sêyemîn bi dileke xemgîn dibêje 'Heyfa viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû' Ew sekna Gûlnaz Xanim matmayî û bêdengiyeke kur li ser fermandarên Tûrk dide çêkirin. Piştre vedigere fermandaran û wuha dibêje; 'Berxê nêr ji bo kêr e!'. Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 sal şûnde îdam dikin.

HAFZA XAN: Ji Sûlêmanê ye û Xûşka Şêx Mahmut Berzencî ye. Bi kesayeta xwe ya netewperver, jinparast, siyasî û wêjeyî derdikeve pêş. Donema xwe de jibona hişyar kirin û perwerde kirina jinan hewildanên mezin dide û gelek xebatan pêş têxe. Mala xwe dike cîhê perwerde kirina jinan. Dema ku komara Mahabadê tê avakirin bi nameyekê jibona hertiştî piştgiriya xwe pêşkeş dike. Li ser wê Qazî Muhamed jê re nameyek spasiyê dişîne. Dîsa derbarê doza Kurdan û azadiya jinên Kurdan de nameyan ji meclîsa gelên cîhanê re dişîne. Bi wê avayê pirsgirîka Kurd dibe rojeva gelên cîhanê. Hafza Xan sala 1953 yan de ji qanserê dimire. Dema ku diçe ser dilovaniya xwe, jinên ku ji milê Hafza Xan ve hatine perwerde kirin daxwaziya ku mezelê wê li ser Girê Seyvan çêbibe dikin. Li ser daxwaziya jinan mezelê Hafza Xan li ser Girê Seyvan çêdikin.

MİNA QAZİ: dîroka siyaseta Kurdan de Mîna Qazî kesayetek girînge. Avakirina komara Mahabadê de roleke mezin dileyîze. Mîna Qazî jina Qazî Muhamede. Mîna Qazî sala 1945 an de tekoşîna jina Kurd de gaveke nû diavêje û rêxistina Yekîtîya Jinên Kurdistan avadike. Bixwe jî dibe serokê wê rêxistinê. Dîsa Komara Mahabadê de erkên girîng digire ser milê xwe. Kovara jinan derdixe. Piştî ku komara Mahabadê hildiveşe şûnde jî Mîna Qazî tekoşîna xwe warê siyasî de dide berdewamkirin. Bi caran tê girtin û di îşkenceyan de derbas dibe. Lê dîsa jî heyanê mirina xwe dest ji tekoşîna xwe bernade.

LEYLA KASİM: Leyla Qasim dîroka Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin. Leyla Qasim, li Xaneqîn di nava malbateke hejar û welatperwer de ji dayîk dibe. Li Bexdayê zankoyê ango beşa sosyolojî dixwîne. Sala 1970 yan de dema ku li zankoya Bexdayê xwandewane dibe endamê KDP a İraqê. Bi wê awayê destpê xebatên xwe yên azadî kirina Kurdistanê dike. Jiber ku tê gotin:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tewlê xebataşoreşgerî bibin” Leyla Qasim hirs dibe û bîryara wan gotinan wala derbixe  derdikeve rê. Li ser wê esasê jibona destxistina mafên netewî li Baxdayê destpê xebatên şoreşgerî ên ciwanên Kurd dike. Leyla Qasim bi rêhevalê xwe Cewad Hemewendî re di sala 1974’an de li ser rewşa sosyolojiya Kurdan gotarek (nutuk)nivîsandin. Lê jiber wê gotarê tên girtin û gotara wan jî bê ku belaw bibe dikeve destê sîxurên Bees. 28 e Nîsanê 1974 an de Leyla Qasim bi çar hevalên xwe ve tê girtin û îşkenceyên pi giran de derbas dibin. Pişt re bi bîryara îdamê tên dadgehkirin. Leyla dadgehê de wuha parastina xwe dike: “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”. Dema ku Leyla Qasim dibin sêdarê marşa Ey reqîb dibêje. Leyla ne tenê jibona mafên netewa Kurd serî radike, heman demê li hember rewşa jina Kurd jî serîradike. Di vê derbarê de wuha dibêje:” Heger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”

Mamosta Cîgerxwîn di helbesteke xwe de li ser Leyla Qasim wuha dibêje:

Leyla keça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ku canfîda

Xweş bin ji te jar û geda

Leyla çiraxa şevreş e

Wê rû li Kurdan kir geş e

Kuştin bi me Kurdan xweş e

Zordarî êdî nameş e!

Leyla bijî, sed aferîn

Ji bo me bûye ol û dîn

Dîsa li min der hûn birîn

Heta cîgerê min bûye xwîn!

Margaret George- Pêşmergeyek Sûryanî, Margaret, jineke pêşmerge ye ku di salên 1960’an de navdar e. Ji ber ku ew pêşmerge bu ji alîyê mirovan dihat heskirin. Wêne yên wêyî bi cil û bergên pêşmergetî da nişandan ku rêya çîya ji hemu jinan re vekîrî ye. Lê jinên din yên ku li başurê kurdistan jiyan dikirin qeysa Margaret ne bi şans bun. Di wan şert û mercan de Ji bo jinên din nasnameya misilmantî wek astengekî bu. Bêyî ku malbata wan nebe nikaribun bi çuna çîya. Bav, bira u xwişka wêbi Margaret re bu. Wênekêşê kurd Zaher rashid yê ku wê deme surete wê kişandi bu wusa bahsdikir: ‘‘Ez margaretê baş nas dikim. Wê deme dihat Qela Dize.Pir caran dihat stüdyoya min ya wêneyan. Ji ber ku ji wêneyan pir hes dikir. Pir mirov dihat wêneyên wê ji min dixwestin.Bi taybet jî kurdên Iran. Ji ber ku ew pêşmergeyek li çîya şer dikir û navdar bu. Peşmergeyên li çîya jî wêneyên wê li gel xwe digirtin’’ dawîya jiyana Margaret bi êş e. Tê iddia kirin ku fermandarek peşmergeyan xwestiye pere eleqet deyne lê dema ku wê ev red kiri ye bi şiklekî kiryarê wê ne diyar hatiye kuştin. Lê ew di hafiza kurd u suryaniyan de ew qehremanek e.

KEÇA NEXEDEYÎ: Keça Nexedeyî, yek ji jinên herî bi hêz ya serdema Komara Mahabadê ye. Navê wê yê rast nayê zanîn. Ji ber ku gel wê weke Keça Nexedeyî bi nav dikin. Keça Nexedeyî, bi tekoşîn, egîdî û jêhatîbûna xwe nava civaka Mahabatê de binav û deng dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. ji loma Nexedeyî, hîn di destpêka ciwantiya xwede dikeve nava hewildanên azadiya Kurdistanê. Di salên 1941-42’an de bi awayeke çalak beşdarî xebatên damezrandina komara Mahabadê dibe. Rejîma Îranê ji bo vê tekoşera Kurd pûşman bike û teslîm bigire êşkenceyên pir dijwar lê dike. Keça Nexedeyî bi mehan zincîranve girêdayî dimîne û çavê wê tê kor kirin. Dema ku rejîma Îranê dibîne, Keça Nexedeyî ji berxwedaniya xwe dest bernade, wê çaxê 1947 an de wê jina şoreşger darve dikin.

DERLEME 15. BÖLÜM

 

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

KADIN ETRAFINDA GELİŞTİRİLECEK BİLİM, DOĞRU SOSYOLOJİYE ATILMIŞ İLK ADIM  OLACAKTIR

KADIN ETRAFINDA GELİŞTİRİLECEK BİLİM, DOĞRU SOSYOLOJİYE ATILMIŞ İLK ADIM  OLACAKTIR

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (1. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (2.BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (3. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (4. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (5.BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (6. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (7.BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (8.BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (9.BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (10. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (11. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (12. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (13. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (14. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (15. BÖLÜM)

DÜNYA KADIN TARİHİ ÜZERİNE DERSLER (16. BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (GİRİŞ)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (1.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (2.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (3.BÖLÜM)

KÖLELİĞE VE ÖZGÜRLÜĞE AÇILAN KAPILARIMIZ (1.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (4.BÖLÜM)

KÖLELİĞE VE ÖZGÜRLÜĞE AÇILAN KAPILARIMIZ (2.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (5.BÖLÜM)

JİNEOLOJİ ÜZERİNE (1.BÖLÜM)

JİNEOLOJİ ÜZERİNE (2.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (6.BÖLÜM)

TOPLUMSAL CİNSİYET (1.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (7.BÖLÜM)

JİNEOLOJİ ÜZERİNE (3. BÖLÜM)

JİNEOLOJİ ÜZERİNE (4.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (8.BÖLÜM)

TOPLUMSAL CİNSİYET 2.BÖLÜM

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (9.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (10.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (11.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (12.BÖLÜM)

JİNEOLOJİYE DOĞRU SOSYOLOJİYE ADIM ATMAK

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI 14.BÖLÜM

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI 15.BÖLÜM

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI 16.BÖLÜM

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (17. BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI 18.BÖLÜM

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (19.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (20.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI (21.BÖLÜM)

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI 22.BÖLÜM

TARİHTEN GÜNÜMÜZE KADININ ÖZ SAVUNMASI 23.BÖLÜM (SON)