LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)
0 Yorum
27-09-2021

E- XWEZAYA CIVAKÎ Û HEQÎQET:

5-Yekeya Esasî ya Heqîqetê; Civaka Exlaqî û Polîtîk;

Modelên cûbicûr ên ji bo qada civakî hatine pêşdebirin têne zanîn. Yekeya ji van herî zêde tê zanîn û tê bi karanîn bi giştî nêzîkatiya dewletê, bi taybetî jî dewleta netewe esas digirin, para bêhtir xwe dispêrin perspektîfa çîna navîn a bûrjûvayê ye. Dîrok û civak li dora avakirina dewletan, hilweşîna wan û pirsgirêkên wan ên parçebûnê têne lêkolîn. Di rastiya civaka dîrokî de ev meyla yek ji modelên herî seresere ye, ji têgihiştina perwerdeyê ya fermî ya dewletan wêdetir bi ti rolê ranabe. Armanca wê ya bingehîn ew e, dixwaze bi rola îdeolojiya rewakirinê ya dewletê rabe. Ji rohnîkirinê zêdetir, ji veşartin û sergirtina pirsgirêkên tevlîhev ên dîrok û civakê re xizmetê dike. Ev nêzîkatî di pozîsyona herî bê rûmet a sosyolojîk de ye.

Nêzîkatiya Marksîst a çîn û ekonomî weke yekeya bingehîn bijart, li dijî yekeya dewletê xwest xwe weke modela alternatîf formule bike. Çîna karker û ekonomiya kapîtalîst weke modela lêkolînê ya civakî hatin hilbijartin. Vê nêzîkatiyê herçiqasî hişt ku dîrok û civak ji aliyê pêkhatin û girîngiya ekonomî û çînî ve bêne ravekirin jî bi xwe re qusûrên girîng anîne. Ji ber ku ev nêzîkatiyê dewlet û saziyên din ên avahiya jor berhemên avahiya jêr hesibandin û bandorên wê yên besît nirxandin, kir ku rewşê daxîne ekonomîzmê. Reduksiyonîstiya ekonomîk jî mîna reduksiyonîstiya dewletê ya xwedî têkiliyên gelekî tevlîhev ên yekpare, ser rastiyên civaka dîrokî girtin û ji bo nekeve vê rewşa bi qusûr nikarîbû xwe rizgar bike. Nexasim ji ber qelsbûna analîza desthilatdarî û dewletê çînên kedkar û gelên bindest ên îddîa dikir ku bi navê wan radibe, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve têra xwe gurçûpêç nebûn. Bi têkoşîneke teng a ekonomîk û bi têgihiştina hilweşandin û avakirina desthilatdarî û dewleta bi şêweyê komplogeriya dewleta firsendperest, ji kapîtalîzmê re ji îdeolojiya wê ya herî xas lîberalîzmê zêdetir xizmet kir. Rastiya Çîn û Rûsyayê vê xusûsê pirr baş rohnî û zelal dikin. Têgihiştin hene, dîrok û civakê weke hêza desthilatdarî û erka wê şîrove dikin. Mirov pirrî caran li van têgihiştinan rast tê. Lê ev nêzîkatî jî bi qasî hilbijartina modela dewletê bi qusûr in. Herçiqasî desthilatdarî yekeyek e ku berfireh a lêkolînê be jî bi serê xwe nikare xwezaya civakî rave bike. Desthilatdariya civakî mijareke girîng a lêkolînê ye, û gelek aliyên xwe yên raveker hene. Lê reduksiyonistiya desthilatdariyê çawa ku di her cure têgihiştinên reduksiyonîst de tê dîtin qusûrên xwe hene.

Cureyekî din ê nêzîkatiyê ku timî derdikeve pêşiya me ew e, civakê ji rêzikan mehrûm, têkiliyên tekane weke bûyerên bêserûbinî lêkolîn dike. Mirov vê nêzîkatiyê hema hema dikare weke modeleke nêzîkatiya wêjeyî ya tesewirî destnîşan bike û ev nêzîkatiyên zêde îzafî ne, bi tenê dikare mirov li nava daristanên civakî bide wendakirin. Modelên nêzîkatiyên zêde gerdûnî yên berevajî xuya dikin lê bi heman rolê radibin jî hewl didin bi çend qanûnan civakê bi tenê bi fizîkeke sivik terîf bikin. Li hemberî pirrcuretî û pirrengîniya dewlemend a civakê, wer xuya ye ku nêzîkatiya ji çavtarîkirin û korkirinê re herî xizmet dike ev nêzîkatî ye. Têgihiştina civaka pozitivîst a weke modela herî çor û seresere ya hem zêde îzafiyetê, hem jî zêde gerdûnîgiriyê di hinavê xwe de dihewîne, hêjayî bi bîr xistinê ye. Mirov dikare sîstema şaristaniya demokratîk weke dibistana zanista civakî ya rewşa hebûna xwezaya civakî û pêşketina wê li ser bingehê civaka exlaqî û polîtîk lêkolîn û qebûl dike. Ekolên zanista civakî yên cûrbicûr komikên wan ên lêkolînê yên cuda hene. Teolojî civak dîn dike bingeh. Sosyalîzma zanistî bingehê xwe çînî ye. Yekeya bingehîn a lîberalîzmê ferd e. Çawa ku yên dewlet û desthilatdariyê dikin bingeh hene, yên şaristaniyê dikin bingeh jî kêm nînin. Ev bi tevahî nêzîkatiyên di bingehê wan de yekeya wan hene, weke min gelek caran destnîşan kir, ji ber ku xwedî nêzîkatiyeke dîrokî û yekpare nînin hatine rexnekirin. Ji bo civakê lêkolîneke manedar divê li ser nuqteyên man û nemanê ango nuqteyên heyatî hûrûkûr rawest e. Bi awayekî bingehîn divê dîrok û rojane di wan nuqteyan de qala wan bê kirin. Naxwe lêkolînê ji çîrokbûnê wêdetir neçin.

Me yekeya xwe ya bingehîn weke civaka exlaqî û polîtîk destnîşan kir, ev ji ber ku şaxên dîroktiyê û yekparetiyê digirin nava xwe girîng in. Civaka exlaqî û polîtîk vegotina herî yekpare û dîrokî ya civakê ye. Mirov dikare exlaq û polîtîkayê bi xwe weke dîrokê jî bixwîne. Civaka şaxên wê yên exlaqî û polîtîk hene, civaka herî zêde nêzî tevahiya hebûn û yekparebûnan e. Dewlet, çîn, mêtinkarî, bajar, desthilatdarî û netewe nebin jî civak dikare hebe. Lê mirov nikare civakê bê exlaq û polîtîkayê bifikire. Belkî ji bo hêzên din, nexasim jî ji bo yekdestdariyên sermaye û dewletan weke mêtingeh û çavkaniya maddeya xam hebin, lê di van rewşan de jî bermahiyên civaka ji civakbûnê derketiye weke mîrate maye. Weke rewşa civaka xwezayî civaka exlaqî û polîtîk bi etîket û rengên weke koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst bi navkirin maneya xwe nînin. Ya rastî, bi vî awayî binavkirin û terîfkirina civakê bi rola veşartina rastiya civakê radibin û civakê dadixin asta hêmanên wê (çîn, ekonomî, yekdestdarî). Wexta ku li ser bingehê van têgînan teorî û pratîka pêşketina civakî tê analîzkirin em di vegotinan de tengavbûn û asêbûnekê dibînin û ev jî çavkaniya xwe ji kêmasî û şaşiyên di cewherê wan de digire. Bi tevahî analîzên civakê yên bi van sifetên nêzî materyalîzma dîrokî disekinin têne bîra mirov ketine vê rewşê û eşkere ye ku vegotinên nirxên wan ên zanistî qels wê bê çare bimînin. Şaxê dînî tevî ku gelekî behsa girîngiya exlaq kiriye jî şaxê polîtîk ji zû ve bi ser dewletê ve berdaye. Nêzîkatiyên lîberal ên bûrjûvayê jî bi tenê ser şaxên civakê yên exlaqî û polîtîk nagirin; di heman demê de her cara keys û firsendê bibînin xwe ji şerê bi vê civakê re paşve nadin. Ferdparêzî herî kêm bi qasî desthilatdarî û dewletê rewşa şer a li dijî civakê ye. Lîberalîzm bi awayekî bingehîn tê wê maneyê ku civak tê bêhêzkirin (civaka bêexlaq û polîtîk) û ji her cure êrîşên ferdparêziyê re tê amadekirin. Lîberalîzm îdeolojî û pratîka herî zêde li dijî civakgiriyê ye.

Sîstema Şaristaniya Demokratîk bi awayekî paradîgmatîk û ampîrîk (teorîk û pratîk) çarçoveya wê bi şêweyekî hîpotezî em dikarin bi vî rengî pêşkêş bikin. Lê eger em xisletên sereke yên yekeya Sîstema Şaristaniya Demokratîk careke din bi sernavên bingehîn pêşkêş bikin em ê wisa rêz bikin:

1- Civaka exlaqî û polîtîk, ji destpêka civaka mirov heta bi dawiya wê xisleteke bingehîn e, divê mirov lê bigere. Civak weke bingeh exlaqî û polîtîk e.

2- Civaka exlaqî û polîtîk, li qutba dijber a sîstemên şaristaniyên li ser sêberiya bajar-çîn-dewletê (avahiya berê ya hiyarerşîk) mezin dibin, cihê xwe digire.

3- Civaka exlaqî û polîtîk, weke dîroka xwezaya civakî bi sîstema şaristaniya demokratîk re di nava ahengekê de pêş dikeve.

4- Civaka exlaqî û polîtîk, civaka herî azad e.

5- Bi qasî xebata organ û komikên exlaqî û polîtîk hêzeke din a diyarker nîne ku civakê azad bike û bihêle. Ti şoreş û qehreman bi qasî şaxên exlaqî û polîtîk di azadkirina civakê de nikarin jêhatîbin. Jixwe şoreş û qehreman bi qasî ku alîkariya civaka exlaqî û polîtîk bikin dikarin bi rola xwe ya diyarker rabin.

6- Civaka exlaqî û polîtîk civaka demokratîk e. Li ser bingehê hebûna civaka exlaqî û polîtîk ku civaka şefaf û azad e, demokrasî dikare manedar bibe. Civaka demokratîk şêweyekî rêveberiyê ye ku têde ferd û kom dibin kirdar û li beramberî hev civaka exlaqî û polîtîk herî zêde pêşde dibin. Ya rastî, em jixwe ji fonksiyoneliya civaka polîtîk re demokrasî dibêjin. Bi maneyeke rastî polîtîka û demokrasî têgînên wekhev in. Eger azadî ew qada atmosferî ya polîtîka xwe têde îfade dike bê qebûlkirin, wê wextê demokrasî li vê qadê şêwazê îcrakirina polîtîkayê ye. Sêbera azadî, polîtîka û demokasiyê, nabe ku ji bingehê exlaqî mehrûm bin. Em ji rewşa rêûresmî ya azadî, polîtîka û demokrasiya bi sazî bûyî re dikarin exlaq bibêjin.

7- Civakên exlaqî û polîtîk bi her şêweyê sermaye, milkiyet û desthilatdariyê re ku bi awayekî fermî dewletê îfade dikin, bi beramberî di nava nakokiyeke diyalektîkî de ne. Dewlet misêwa dixwaze li şûna exlaq huqûqê li şûna polîtîkayê jî burokrasiyê bi cih bike. Di tevahiya dîrokê de vê nakokiya dewam kiriye li seriyekî wê şaristaniya fermî ya dewletdar û li serê din jî sîstematîka şaristaniya demokratîk a ne fermî pêşketiye. Du tîpolojiyên cihê yên maneyê derdikevin holê. Nakokî dikarin pirr dijwar bibin rê li şer vekin an jî dikarin li hev bên û rê li aştiyê vekin.

8- Hêzên civaka exlaqî û polîtîk û hêzên yekdestdar ên dewletdar bêyî sîleh û bêyî kuştin li hev bikin ji bo bi hev re bijîn û vê îradeyê nîşan bidin pêkhatina aştiyê mumkîn dibe. Civakê dewletê yan jî dewletê civakê tine bike, ji vê zêdetir aştiya bi şert a jêre lihevkirina demokratîk tê gotin pêk tê ku di dîrokê de jî ev rewş hatine dîtin. Dîrok ne bi temamî bi şêweyê îfadeya civaka exlaqî û polîtîk weke şaristaniya demokratîk, ne jî bi temamî bi şêweyê îfadeya civaka çînî û dewletdar weke sîstema şaristaniyê pêk tê. Bi şêweyekî gelekî nakokî û têkilî, rewşên şer û aştiyê bi peyhevketî pêk tê. Ev rewş herî kêm bi qasî pênc hezar salan e ku welê dewam dike. Ji lewra bi şoreşên lezgîn tavilê ji holê rakirina wan bi qasî utopîk e, ji mêj ve hatina wan weke çarenûsê qebûlkiririn û wan di seyra wan de pejirandin û destnedana wan jî rewşeke exlaqî û polîtîk a nerast e. Divê mirov ji bîr neke ku têkoşîna sîsteman wê dirêj biqudîne û biajo. Di vê çarçoveyê de nêzîkatiyên taktîk û stratejîk ên qada demokratîk û azadiya civaka exlaqî û polîtîk berfireh bikin hê bêtir manedar û encamgir in.

9- Eger civaka exlaqî û polîtîk bi sifetên hev dişopînin ên weke komin, koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst were terîfkirin, wê ev li şûna ravekirinê bi rola sergirtinê rabe. Bêguman di civaka exlaqî û polîtîk de ji sifetên koledar, feodal û kapîtalîst re cih nîne, lê di nava lihevkirine bi prensîb de bi mesafe, bi sînor û bi kontrol mirov dikare nêzî van sifetan bibe. Ya girîng ew e, mirov ne wan tine bike ne jî ji aliyê wan ve were daqurtandin; bi serdestiya civaka exlaqî û polîtîk timî hêz û qada wan bi sînor bike. Sîstemên komin û sosyalîst bi qasî demokratîk bibin bi civaka exlaqî û polîtîk re wekhev dibin. Bi rewşên wan ên dewletê re wekhevbûn nabe.

10- Civaka exlaqî û polîtîk weke hedefên lezgîn di nava hedefên wê de dewleta netewe, tercîheke dînî yan jî li pey rejîmeke li derveyî demokrasiyê nabeze û nabe ku hedefên wê yên wisa hebin. Mafê diyarkirina hedefên civakê û wesfên wan bi tenê mafê îradeya azad a civaka exlaqî û polîtîk e. Bi qasî biryar û guftûgoyên rojane, biryarên stratejîk jî bi îfade û îradeya polîtîk û exlaqî ya civakê diyar dibin. Ya esas, guftûgokirin û bûyîna hêza biryarê ye. Civaka vê hêzê di destê xwe de bigire, dikare tercîhên xwe bi awayekî herî têkûz diyar bike. Ti ferd û hêz xwedî wê hêz û erkê nîne li ser navê civaka exlaqî û polîtîk biryarê bide. Di civakên exlaqî û polîtîk de muhendisiya civakê nabe.

11- Li ber rohniya van terîfan ku min hewl da ji gelek aliyan ve pêşkêş bikim, wexta mirov li mijarê temaşe bike mirov ê bibîne; Sîstema Şaristaniya Demokratîk bi xwe bi awayê yekparebûna exlaqî û polîtîk a xwezaya civakî timî weke rûyekî dîroka şaristaniyê her hebûye û her hebûna xwe dewam kiriye hatiye. Tevî hemû mêtinkarî û zordestiya sîstema dinya fermî, rûyê din ê civakê tine nebûye, nikarîbûne tine bikin. Jixwe tinekirina wê jî mumkîn nabe. Çawa ku kapîtalîzm, bêyî civaka ne kapîtalîst nikare hebûna xwe dewam bike, sîstema dinyayê ya fermî jî weke şaristanî, bêyî sîstema şaristaniya demokratîk nikare hebûna xwe dewam bike. Eger em hê berbiçav bikin, şaristaniya bi yekdestdarî bêyî şaristaniya bê yekdestdarî nikare hebûna xwe dewam bike. Berevajiyê vê rast nîne. Ango sîstema herikîna dîrokî ya civaka exlaqî û polîtîk weke şaristaniya demokratîk, bêyî hebûna şaristaniya fermî, bê asteng û hê bi biste dikare dewam bike.

REBERE GELAN (BEŞA 9 E MİN)

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)