LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)
0 Yorum
22-09-2021

D- EGER MIROV BAŞ WERE ANALÎZKIRIN WÊ GERDÛN JÎ BAŞ BÊ FÊMKIRIN:

Em bi redkirina yên beriya Bacon û Descartes dest bi lêkolîn û lêgerîna xwe bikin. Piştî ku me dualîteyên obje-sûbje û ruh-beden red kirin, ji her aliyî ve li cih e ku mirov weke destpêk insên bixe bingeha dabaşê. Em ne behsa dinyayeke mirov di navendê de û ne jî behsa nêzîkatiyeke humanîst dikin. Em behsa rastiyên ku di mirov de gihiştine hev dikin.

1- Weke kevirê bingehîn ê maddeyê atom, hem di warê hejmarê û hem jî di warê rêzbûnê de bi awayê herî dewlemend heye û gihiştiye hev.

2- Mirov di cîhana biyolojîk de ji heywan û nebatan hemûyan zêdetir xwedî awantaja temsîliyetê ye.

3- Şêweyên herî pêşketî yên jiyana civakî ava kirine.

4- Cîhaneke zêhnî ya gelek nerm û azad temsîl dike.

5- Dikare metafizîk bijî.

Ev xislet û taybetmendiyên em behsa wan dikin; mirov dikare di zikhev de û yekpare heman demê li cem însên bibîne. Di vî warî de çavkaniyeke nedîtî ye. Bi awayekî yekpare fêhmkirina vê çavkaniyê di heman demê de fêhmkirina gerdûna pêkhatî ya tê zanîn e. Bi kêmanî xwedî wê qîmetê ye ku ji bo fêhmkirinê destpêkeke rast e. Sînorê herî dawî yê zanist gihîştiyê “kûantûm” û “Kozmos” dîtinên gelek balkêş ji me re pêşkêş dikin. Kûantûm wek pirtikên jêr atomê û pêlên fîzîkî qadên nipî nû li me vedikin. Bi vî awayî tespîtên cuda têne kirin, ji hiskirinê heta tercîhên azad, di heman demê de bûyîna du tiştên cuda, ji ber xwezaya mirov, pîvana mirov nikare ti car xwe ji nediyarbûnê xilas bike. Têgihîştina maddeyên bêruh û hişk bi temamî li aliyekî din têne hîştin. Berovajî gerdûneke heta dawiyê zindî û azad derdikeve pêşberî me. Di vê nuqteyê de sirra bingehîn bi taybetî di mirov de dijî. Em behsa îdealîzmê û subjektîvîzmê nakin. Em nakevin guftûgoyên felsefî yên têne zanîn. Em serwext dibin ku li gerdûnê ev çend cihêrengî li sînorê kûantûmê diqewimin. Em dibînin, êdî ji pirtikên atomê jî wêdetir, di gerdûna pirtik-pêlan de bûyerên diqewimin, bi taybetî “zindîtî” her cureyê hebûnê pêk tîne. Em dema behsa pêderxistin û hiskirina kûantûmê dikin ev vê rastiyê destnîşan dikin. Bêguman ev çend cihêrengiya xwezayê bi mejiyekî mezin û tercîheke azad dibe. Ji maddeyeke bêruh û hişk çawa ev qas nebat, çîçek, ruhber û mejiyê însan zêde dibe. Her çend tê gotin, metabolîzma ruhber ji molekulan pêk tê jî, em heta bûyerên ji molekulan, atom û pirtikên atomê, sîstema pirtik-pêlan wêdetir rave nekin, gengaz xuya nake ku em karibin cûrbecûrî û cihêrengiya xwezayê rave bikin. Bi heman awayî em dikarin kozmosê jî analîz bikin. Li ser sînorê dawî yê gerdûnê (eger hebe) bûyerên diqewimin dişibin bûyerên di kûantûmê de pêk tên. Di vir de têgihîştina gerdûneke zindî derdikeve pêşiya me. Gelo gerdûn bi xwe, nabe ku bi zêhn û maddeya xwe hebûneke zindî be? Di kozmolojiyê de ev pirsek e, her ku diçe zêdetir tê guftûgokirin.

Em dibînin, êdî ji pirtikên atomê jî wêdetir, di gerdûna pirtik-pêlan de bûyerên diqewimin, bi taybetî “zindîtî” her cureyê hebûnê pêk tîne. Em dema behsa pêderxistin û hiskirina kûantûmê dikin ev vê rastiyê destnîşan dikin. Bêguman ev çend cihêrengiya xwezayê bi mejiyekî mezin û tercîheke azad dibe. Ji maddeyeke bêruh û hişk çawa ev qas nebat, çîçek, ruhber û mejiyê însan zêde dibe. Her çend tê gotin, metabolîzma ruhber ji molekulan pêk tê jî, em heta bûyerên ji molekulan, atom û pirtikên atomê, sîstema pirtik-pêlan wêdetir rave nekin, gengaz xuya nake ku em karibin cûrbecûrî û cihêrengiya xwezayê rave bikin. Bi heman awayî em dikarin kozmosê jî analîz bikin. Li ser sînorê dawî yê gerdûnê (eger hebe) bûyerên diqewimin dişibin bûyerên di kûantûmê de pêk tên. Di vir de têgihîştina gerdûneke zindî derdikeve pêşiya me. Gelo gerdûn bi xwe, nabe ku bi zêhn û maddeya xwe hebûneke zindî be? Di kozmolojiyê de ev pirsek e, her ku diçe zêdetir tê guftûgokirin. Ji bo mirovê di navbera kûantûm û kozmosê de radiweste em dibêjin “mîkro kozmos”. Axir tu dixwazî her du gerdûnan; kûantûm û kozmosê fêm bikî, li mirov serwext bibe û ji hev derbixe! Ya rastîn mirov navika hemû pêhesîna ye. Çiqas agahî û zanebûnên me hene berhemên mirov in. Ji kaûntûmê heta kozmosê di hemû qadan de agahiyên me mirov pêş de birine. Ya divê em lêbikolin pêvajoya pêhesîna mirov e. Ev bi maneyek din, dîroka tekamul û beridandina gerdûna me ya 20 mîlyar salî ye ku temenê wê bi qasî hatiye pîvan. Bi rastî mirov kozmosekî mîkro ye. Ji ber ku di wî de sîstema kûantûmê dimeşe. Em ji pirtikên jêr atomê û pêlan heta molekulên DNA yên pêşketî, beridandina dîroka maddeyê dibînin. Her wiha ji qonaxa herî jêr a nebat û heywanan heta qonaxa pêşketina mirov, hemû pêvajoyên pêşketinên dîrokî mumkîne werin dîtin. Bi awayekî ilmî baş hatiye dîtin ku genê mirov di hemû qonaxên biyolojîk de xwe dubare dike û mezin dibe. Qonaxên pişt re bi civak û beridandinê temam dibe. Bi beridandina civakê re jî zanistê digihîne qonaxa îro. Lewra hukmekî ilmê ye, ku dibêje; mirov xulase û kurtasiyeke gerdûnê ye.

Eger em şîroveya xwe ya li ser mirov berfireh bikin, em dikarin îdeaya hin faraziye û hîpotezan bikin. Eger di hemû materyalên mirov pêk anîne de zindîtî, pêhesîn û taybetiyên azadiyê nebûna, wek encama van hemû taybetiyan însan jî wê li cem pêhesîn, zindîtî û azadiyê pêş neketa. Ji tiştekî neyî, tiştekî nû dernakeve. Ev têgihîştina me ya maddeyên bêcan pûç dike. Bêguman organîzasyonek mîna cureyê însan û civak nebe, hebûnek xwedî agahî pêş nakeve. Lê belê di vê organîzasyon û civakê de meteryalên rol dilîzin, xwedî taybetiyên agahî, pêhesîn, watedarî û azadiyê nebin, agahî û zanebûnê jî nikaribin pêk werin û ev dabaşeke tê fêmkirin. Di cewherê xwe de eger tiştek nebe, çima were afirandin? Li gorî vê nirxandinê, ne bi bandorên sivik ên ji xwezaya der ve û ne jî mirov bi awayekî Descarteswarî dibe xwedî agahî, van herdu şîroveyan jî piştrast nake. Fikir û dîtina nêzî rastiyê ew e, ku taybetiyên di gerdûna kûantûm û kozmosê de diqewimin di mirov de jî têne jiyîn. Bêguman ev gerdûn di çarçoveya rêzik û pîvanên xwe yên xweser de dimeşe. Gerdûn di mirov de têne ziman. Encama ji vê tê derxistin ew e ku eger mirov baş were analîzkirin wê gerdûn jî baş bê fêmkirin.

1- Weke Cûre û Pêkhateya Herî Baş a Maddeyê Mirov;

Pêşî, weke kevirên atom jê pêkhatî têkiliyên zindî yên di navbera atoman û nava atomê de herî baş di mirov de têne teşxîskirin. Bi awayekî din, mumkîn e, mirov weke maddeyeke rêzbûyî ya difikire were tesewirkirin. Bêguman, bi vê tesewirê em mirov bi tevahî ji maddeyê pêkhatî nahesibînin û maddeyê jî ji hisa zindîtiyê bêpar nabînin. Madde li gorî xwe xwedî hisa zindîtiyê ye, mirov jî ji kombûna vê maddeyê wêdetir xwedî maneyekê ye. Bêguman bi vî awayî manedayîn hewldaneke dijwar e. Divê mirov di vê têgihiştinê de li çavkaniya metafizîkê bigere. Ji bo têgihiştinê em bi şêwazekî nerm û qayişokî yê bê sînor diponijin, heye ku ev yek ji dualîteya madde-maneyê bibuhure. Belkî jî armanca her tiştê zindî û ne zindî bihurandina ji vê dualîteyê be. Armanca maddeyê ew e ku bi mane bibe, armanca maneyê jî ew e ku ji maddeyê bibuhure. Heye ku hilma herî mirî ya eşqê mirov di vê dualîteyê de bibîne. Belkî jî dualîteya ‘dehfdan-kişandin’ bi xwe veguherîbe madde-maneyê. Wexta tê gotin di bingeha gerdûnê de eşq heye belkî jî mebest jê ev dualîte be. Mîna ku ev eşq di mirov de li ser hîmê herî bi hêz rûniştî be. Eger mirov dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim.

Ez bawer dikim ku perçika maddî jî pakêtoka enerjiyê ya di rewşa mehkûm de ye. Enerjî maddeyeke rastî nîne; bi gotineke din ruhê maddeyê ye. Li gorî min lêkolîna maddeya di mirov de rêbaza herî nêzî rastiyê ye. Wer xuya ye; li laboratûwarên modernîteyê yên bi awayekî dijwar hatine îzolekirin, mumkîn nîne mirov xwe li ser maddeyê bigihîne şîroveyeke nêzî rastiyê. Jixwe di fizîka kûantûm de têkiliya di navbera ‘ya çav li ser’ û ‘çavdêr’ de qet rê nade pîvanê. Çavdêr dikare maddeyê biguherîne, ya çav li ser jî di şert û mercên laboratûwarê de dikare xwe ji çavdêr vedize, rizgar bike. Wê wextê fêhmkirineke rast tenê bi çavdêrî û çavê hundirîn mumkîn dibe. Jixwe ji mirov çêtir laboratûwar nabe. Bi vê rêbazê Demokrîtos karîbû atomê keşif bike û rêbaza rast jî pirr ji mêj ve destnîşankiribû. Em nabêjin laboratûwar bê kêr e, em dibêjin; cihên prensîbên bingehîn di çavdêriya hundirîn û xweguhdarîkirinê de ye. Em dikarin prensîba xwe hînê zêdetir xurt bikin. Bi tevahî qanûnên fizîk û kîmyayê mumkîn e, di mirov de nêzî bêqisûrê bê dîtin. Ti laboratûwara kîmya û fizîkê bi qasî di ya mirov de xwedî tevneke bi kapasîte nîne. Agahiyên fizîk û kîmyayê yên herî zêde nêzî rastiyê mirov dikare xwe di însên de bigihînê. Maneçêkirina ji têkiliya madde-enerjiyê dîsa bi şêweyeke dewlemend di mirov de heye. Ew derfet heye mirov xwe di mejiyê însên de bigihîne yekîtiya madde-enerjî-fikrê. Gelo ev yekîtiya di mirov de taybetiyeke gerdûnê ye? Tespîta me dikare me ber bi pirseke wisa mezin ve bibe. Tê fêhmkirin ku di esasgirtina mirov de prensîba me ya yekemîn heta dawiyê xwedî potansiyela têgihiştinê ye. Ji lewra em dikarin weke prensîbeke rejîmê ya tekûz ji bo rêyeke bi esas a agahîgirtinê û çawatiya heqîqetekê bifikirin.

2- Weke Cûreya Pêşketî ya Cîhana Biyolojîk Mirov;

Em dikarin dualîteyên zindî û nezindî bi mînakên dewlemend di mirov de bibînin. Di nav zindîtiyên darî çav de ya mirov xwediyê taybetiyên herî pêşketî ye. Pêşketina zindîtiyê di mirov de derketiye asta herî jor. Bi vê re beşê maddeyê jî bi pêşketina zindîtiyê di zikhev de û pêre gihiştiye asteke pêşketî. Bi serûberiya di maddeya mejî de û pêşketina di zindîtiya wî de hînê jî tijî sirr e. Zanist der barê mejî de xwedî agahiyên gelekî bi sînor in. Di mejî de têkiliyên di navbera qabîliyeta maddeyê ya nîzamî û zindîtiya qabîliyeta fikra mucered de bi dest xistiye, hînê jî weke pirsgirêkeke mezin a keşfê li pêşiya me radiwest e. Em wexta behsa dewlemendiya mînakan dikin em behsa vî organê muhteşem dikin. Her weha di serî de dil, organên din ên bedenê bi serê xwe mûcîze ne. Ez hema yekser vê bibêjim; organên mirov ew çend kompleks in, nabe ku mirov ji lêkolînên tibbî re bihêle. Bi yekîtiya tevahiya zanistan hêja ye, lêkolînên hînê baştir bêne kirin. Dualîteya ruh-beden a mirov di qada psîkolojî û tibbê de hiştin cehaleteke mezin e, û heta bi qasî qetlê gunehekî mezin e. Di mînaka mirov de çavdêriya em li ser têkiliya zindî-nezindî bikin, divê mijarê bi hinek feraziyan rave bikin. Beriya her tiştî divê em qabîliyeta zindîtiyê weke potansiyelê di maddeyê de qebûl bikin. Eger ev qabiliyet nebûya, tevna maddî ya di mirov de wê bi zindîtiya fikir û his a ku jê gelekî pêşketîtir e, nikarîbûya hevalbendiye bike. Eger wisa be, em çawa dikarin bi têgihiştineke xurttir di maddeyê de xwe bigihînin potansiyela zindîtiyê? Bersiva yekemîn, divê dualîteya ‘dehfdan-kişandin’ li serê têgîna zindîtiya potansiyel bê danîn. Ev prensîba xweser a di gerdûnê de tê dîtin, dibe ku manedar be, mirov wê weke potansiyela zindîtiyê şîrove bike. Ya duyemîn jî bi vê prensîbê ve girêdayî karektera pêlê ya bi perçikan ve em dikarin nîşan bidin. Em dikarin li vê dualîte û prensîba di gerdûnê de hebûn-valatiyê zêde bikin. Mirov nikare li hebûneke bê valatî, valatiyeke bê hebûn bifikire.

Eger em zorê bidin sînorên fikra xwe, ya rastî wexta mirov ji dualîteya hebûn-valatiyê bibuhure wê herdu jî ji holê rabin. Em dikarin çi navî li pêkhatina nû bikin? Ha ev jî pirsa duyemîn a mezin e. Hinek weke hînbûne dikarin yekser bersiv bidin û bibêjin; ‘xwedê’ ye. Lê eger em di vê mijarê de nelezînin dibe ku em bigihîjin fikrên manedartir. Belkî jî em ê karibin bigihîjin maneya sirra jiyanê û bersiva wê. Weke tê zanîn ji bo dehfdan û kişandinê karekterê pêlê yê perçik hewce dike. Karektera perçik a di her teyisandina pêlekê de heye, sedema hejmara leza di saniyê de 300.000 km ye. Jixwe têgihiştina ‘kunên reş’ yên rohniyê dadiqurtînin jî rewşa esrarengîn zêdetir giran dikin. Piştî ku hêza lezê ya tîrêjê hat daqurtandin rastiya mirov bigihîjiyê çi ye? Yek ji pirsên zor jî ev e. Eger em ji kunên reş re giravên enerjiya xam bibêjin, em ê ji enerjiya diteyise re çi bibêjin? Gelo gerdûn ji kuneke reş a ji dualîteya madde-kun pêk tê? Gelo di vê rewşê de madde ew e ku ya ne madde ye xwe nîşan dide û dike bê dîtin? Eger wisa be, gelo em nikarin vê gerdûna xwe dide dîtin, weke zindiyeke mezin bibînin? Gelo di jiyanê de dualîte hemû vê dualîteya gerdûnê bi bîr dixînin? Mînak hezkirin-nefret, qencî-xirabî, xweşikî-krêtî, rast-çewt dibe ku ev xwe nîşandana vê gerdûnê bin? Mirov dikare pirsan bêserûbin bike. Lê eger em bi pirsên zanista em pêre dilebikin û nas dikin mijûl bibin, dibe ku hînê zêdetir me hîn bikin û bi kêr bên. Bi delîlan piştrast bûye madde enerjiya şidiyayî ya ketiye serhev e. Hevkêşeya navdar a Einstein tê zanîn. Tê gotin di navbera mirovê mirî û mirovê zindî de ferqa giraniya enerjiyê ya 18 gram heye. Gelo di rewşeke welê de zindîtî dibe sîstemeke taybet a herikîna enerjiyê? Wexta ev enerjî derdikeve û vala dibe, gelo hebûna xwe diparêze? Hingî gelo ruhparêziya di baweriya anîmîzmê de nayê piştrastkirin yan jî qet nebe nayê wê maneyê ku divê ev bawerî li ber çavan were girtin? Gelo ma nabe ku mirov têgihiştina dibêje; ‘gerdûn tijî ruh in’ yan jî peyva Hegel 3 a ‘mejiyê gerdûnê‘ (Geist) weke ‘enerjî ruhê maddeyê yê zindîtiyê ye’ binirxîne û weke têgihiştin, hiskirin û şîroveyeke ciddî li ber çav bigire?

Em dikarin pirsên bi vî rengî hînê zêdetir bikin. Ya girîng ew e, em ê têkiliya zindî û nezindîtiyê, ne bi dogmatîzma metafizîk a serdema navîn şîrove bikin, ne jî bi cihêkirina obje-sûbje, ruh-beden a modernîteya kapîtalîst nêzî heqîqetê bibin. Ne prensîba hêza afirîner a ji derve can dide, ne jî dualîteya madde-ruh a ji mêj ve di gerdûnê de heye dikarin têgihiştina me ya dewlemend a jiyanê rave bikin. Pirsên me kirin û mînakên me dan, nîşan didin û rave dikin ka em çiqasî li ser dewlemendiya di mirov de biponijin, em ê hêza xwe ya çavdêrî û lêkolînê xurt bikin, zindî û zindîtî jî di navê de şensa me wê hebe em bûyeran hemûyan (bûyerên mucîzewî jî di navê de) fêhm bikin. Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û dadê heye. Ti pêkhatin bêyî şertên xwe û ravekirina xwe dernakeve holê. Xweza, di pêkanîn û çêkirinê de ji dîtina me wêdetir bi edalet e. Ji qabîliyetên me yên çavdêriyê yên şaşkirî û berevajîkirî divê mirov civaka şaristaniyê berpirsiyar bibîne, belkî bi vê tespîtê şîroveya me li cih be. Çêbûna mirov jî pêşketineke adil e ku pêk hatiye. Mirov dikare bibêje; bi tevahî nîzama gerdûnî, cîhana biyolojîk û pêkhatinên civakî di xizmeta hebûna mirov de ne. Ma ji vê mezintir edalet dibe? Eger dewlet û hiyarerşiya mezin a di civakê de ev rastî berevajîkiribin û ser van rastiyan girtibin, divê mirov weke berpirsiyarê vê jî dîsa van hêzên mirov ên berevajîkar bibîne. Hingî jî mirovên li pey edaletê diçin wê bi xwe wezîfedar bin. Ji bo edaletê yê/ya her cure mane û çalakiyê bike dîsa mirov e. Bêguman mirovên bibêjin ‘ez li edaletê digerim’ ew kes in ku divê daxwazkar bin, pêdiviyan bi awayekî manedar, çalak, rêxistinkirî û bi dewamî bi cih bînin.

Di cîhana biyolojîk de nirxandina pirr texlîdî û qonaxên beridandinê di nav perspektîfa me ya sereke de mumkîn xuya dike û hêsan dibe. Mirov bi saya derbasbûyîna di navbera molekulên zindî û nezindî de, dikare fêhm bike ka çawa nebat ber bi heywanbûnê ve beridîne. Zanist di van mijaran de têra xwe pêşde çûye. Tevî kêmasiyan û pirsên bêbersiv mane, em gihiştine dewlemendiyeke mezin a maneyê. Gerdûna nebatan bi serê xwe mûcîzeyek e. Ji kevzeke seretayî ber bi dareke mêweyan a nedîtî, ji mêrgan ber bi gulên bi stirî beridîn hêza qabîliyeta zindîtiyê nîşan dide. Jixwe delalbûna gulê û di asta xweşikbûna wê de bi stiriyan xweparastina wê, ji kesê herî korfêhm re jî dikare hinek tiştan bibêje. Aliyê herî balkêş ê beridandinê ew e ku qonaxa paşî qonaxa pêşî di xwe de dihewîne û weke parçe û endamekî dewlemendiyê diparêze. Nebata herî dawî û paşî wekî ku xulaseya tevahiya nebatan be, bi rola ‘dayikê’ radibe û hebûna xwe dewam dike. Weke ku tê zenkirin, di beridandinê de (Dogmatîzma Darwînîzmê) zindî hevdu tine nakin, dewlemend dikin, zêde dikin û hebûna xwe dewam dikin. Ji texlîdekî gelek texlîd, ji kevza seretayî ber bi cûrbecûriyeke bêserûbinî pêşketinek heye. Divê mirov pirrtexlîdî û cûrbecûriyê weke ziman û jiyana nebatan fêhm bike. Ew jî xwedî malbat, xizm û heta carinan xwedî dijmin in. Ji lewra her texlîd û cins weke prensîb xwedî pergaleke parastinê ye. Hema bêjin; ti hebûn ji parastinê bêpar nîne.

Taybetmendiyeke din a ku divê mirov çavdêrî wê be jî zêdebûna bi cins û bê cins e. Zêdebûna bê cins yek ji şêwazên zêde kevin ê zêdebûnê îfade dike, zêdebûna bi cins jî bi cotbûnê zêdebûna texlîda cinsên cihêwaz îfade dike. Nêrtî û mêtiya di yek endamê komekê de ji qonaxên derbasbûnê heta îro mane. Ji bo pirrbûn û cihêwazbûna texlîdan divê cinsiyet di komên cihê de temsîla xwe bibînin. Mêtî û nêrtî bi komên cihê ji hev nebin, nikarin xwe bigihînin curbecuriyê. Li vir em harîqayeke xwezayê re rûbirû ne. Zewacên xizman weke dewama vê nêrtî û mêtiya di komê de cih digirin. Di cotbûna van zewacan de em pirrî caran dibînin cins xwe li hev radikişînin, texlîdên bi felç derdikevin holê û ev yek jî weke encameke vê beridandin 4 û tekamulê ye. Cihêbûna cins weke nêr û mê, di tevahiya gerdûnê de weke pîvaneke pêşketinê li ser hîmê nakokiyeke erênî, bi cihêbûnê (em jêre dikarin bibêjin diyalektîka pozîtîf jî) pêşketina xwe dewam dike. Pirr eşkere ye ku israra ‘weke xwe mayînê’ înkara pêşketinê ye. Baş tê fêhmkirin ku her gera li heqîqetê ya mutleq (fikra metafizîk) ku bi prensîba ‘her weke xwe ye’ radibe, jê nayê gerdûnê şîrove bike. Li gerdûnê dualîteya di her zerreyê de çawa ku di ti hebûnê de weke sedema pirsgirêkê nayê dîtin, dualîteya di hebûna mirov de jî nabe ku weke pirsgirêk were bi karanîn. “Gelo hebûn çima dualî ye?” bersiva em bidin vê pirsê divê felsefî be. Analîza ontolojîk (zanista hebûnê) dikare li bersiva vê pirsê (pirsgirêk ne) bigere. Bersiva min ev e: hebûn ji bilî dualîteyê nikare hebûna xwe pêk bîne. Dualîte, şêwazê mumkînbûna hebûnê ye. Jin û mêr bi rewşa xwe ya heyî nebin jî ango ne hev-alî bin jî dîsa nikarin ji dualîteyê xwe xilas bikin. Bûyera jêre ducinsî jî tê gotin ev e. Divê mirov matmayî nemîne. Lê dualîte her tim ji bo pêkhatina cuda meyldar in. Bingehê mirov dikare ji bo mejiyê gerdûnî (Geist) li delîl bigere jî di vê meyla dualîteyê de dikare bigere. Yek ji aliyên dualîteyê ne xirab ne jî baş e, bi tenê divê cuda be. Eger dualîte bibin wekhev wê wextê hebûn pêk nayê. Mînak du jin an jî du mêr nikarin pirsgirêka zêdebûnê ya hebûna civakî çareser bikin. Ji lewra bersiva pirsa “Çima jin an jî mêr?” qîmeta xwe nîne yan jî eger divê bersiva vê pirsê bê dayîn wê wextê divê bersiveke felsefî bê dayîn û bê gotin, ji ber ku gerdûn divê (neçar e, di wê meylê de ye, bi wî aqlî radibe, bi wê xwestekê) welê pêk bê.

Pirsgirêkeke din a divê em balê bikişînin ser jî ew e, ka çima gerdûn dixwaze pêş bikeve? Bi awayekî rasttir, gelo taybetiya pêşketinê ya gerdûnê bi xwe delîlê zindîtiya wê nîne? Tiştekî qabîliyeta xwe ya zindîtiyê tinebe, ma dikare pêş bikeve? Cîhana biyolojîk bersivdana vê pirsê hêsan dike. Ji bo pêşketina biyolojîk pirseke din a girîng der barê îstîsnabûna ‘dinya’ me de ye. Bi qasî ku em dizanin û haya me jê heye, tê gotin, di gerdûnê de stêrkeke zindîtî lê hebe, nehatiye dîtin. Ev nêzîkatî bi xwe gelekî bi pirs e. Berê pêşî divê em bi bîr bixin ku ji bo tespîtkirina tevahiya stêrkan, kapasîteya mirov gelekî bi sînor e. Pêşî (kelmêş) çiqasî karibe dinyayê şîrove bike, mirov jî gerdûnê ewqasî dikare (belkî) şîrove bike. Gotina ‘mirov dikare her tiştî zanibe’ îdîayeke fikra metafizîkê ya ji wesweseya wê ye. Ev, helwestek e, dişibe afirandina xwedê. Ji bo mirov pêkhatina di gerdûnê de qewimiye rave bike, bi hejmaran anîna wê ya ziman û di nava hejmaran de fetisandina wê zêde bi kêr nayê û wê rave nake. Jixwe ji bo serwextbûna li hikmetên dinyayê, hînê em li destpêkê ne. Ji niha ve diyar jî nîne serwextbûn û têgihiştin ê me rastî çi bîne. Pirrî caran tê gotin ‘Her zindiyek gerdûnek xwe heye’ pêwîst e, mirov vê têgihiştinê piştguh neke. Dîsa mirov pêre gerdûnên din jî bifikire, dibe ku hin aliyên din rave bike. Eger em mînakeke weha bidin, em ê baştir karibin qala mebesta xwe bikin: di bedena mirov de her şaneya zindî li gorî xwe hebûnek e, û heta di şaneyên mejî de fikir çêdibe. Ma hucre û şaneyên bi vê xisletê dikarin bibêjin, bi qasî ku em difikirin, gerdûn heye? Li aliyekî din, ev şane haya wan ji mirov û gerdûna mezin a li dewrûbera mirov nîne. Lê ev rewşa em behsa wê dikin, hebûna mirov û gerdûnên mîkro- makro ji holê ranake. Gelo nabe ku em mirov jî weke şaneyekê di vê gerdûna makro de qebûl bikin? Eger em bi hêsayî wêribin vê bikin, em dikarin ji aliyê cuda ve hukim li hebûna gerdûnan bikin. Mebesta me ji gerdûnên bi hev re ew e; eger her gerdûn girêdayî qonaxekê (sefheyekê) û pîvana pêlekê be, eger wisa tê şîrovekirin, hingî mumkîn e ku bi qasî neyê jimartin gerdûn hebin. Sîstema pêlê ya mirov jî zaye bi tenê yek ji van qonaxan e. Bi van vegotinan mebesta me spekulasyon nînin. Em dixwazin ji fikra teng xwe xilas bikin. Em dixwazin ji xefika berevajîkirina bawerî û zanînê ya nîzama dewletê û hiyarerşiyê rizgar bibin. Pirraniya nexweşiyên rêbazê berhemên wan in. Dîsa van mekanîzmayên dewlet û hiyarerşiyê ku weke mekîneya derewan û çeloxwarîkirinê dixebitin, gelek fikrên rast jî tine kirine.

Cîhana heywanan bi serê xwe sîstemek e. Di destpêkê de cinsê ku şaneya hevbeş a heywan û nebatan temsîl dike, derketiye holê. Jixwe bi çavdêriyeke baldarî wê bê dîtin ku bêyî cîhana nebatan wê derbasbûna cîhana heywanan nebe. Jiyana nebatî şertê pêş ê jiyana heywanan e. Ya girîngtir jî hebûneke pêşketî ya nebatan şertê hebûneke pêşketî ya heywanan e. Zindîtiya potansiyel di cîhana heywanan de rê vedike li hisên pêşketî yên weke dîtin, bihîstin, êş, xwestek, hêrs û hezkirinê. Ji ber ku timî li pey xwarinê baz dide, hewce dike ku mirov birçîbûnê ji nêz ve hûrûkûr lêbikole. Bi hêsayî mirov dikare têkiliya bêparbûna ji enerjiyê bi birçîbûnê re deyne. Careke din têkiliya di navbera zindîtî û enerjiyê de derdikeve pêşiya me. Bi dawîhatina li birçîbûnê re ya ku diqewime ew e; enerjiya hewcedarî pê heye rezerv bûye û hatiye hilgirtin. Pêdiviya bi têkiliya cinsî jî hewce ye, ji nêz ve were lêkolîn. Ev pêdiviya xwe dijwar û bi arezû dide hiskirin, fonksiyonek e, dewamkirina jiyanê îfade dike. Zêdebûn û kombûna enerjiyê di pêkhatina têkiliya cinsî de dîsa têkiliya wê ya bi jiyanê re têne bîra mirovan. Lê divê mirov têkiliyên cinsî weke yekane sedema bi tenê ya ji bo dewamkirina jiyanê nefikire. Belkî jî yek ji rastiya pêşneketî ya ji bo dewamkirina jiyanê rêya bi têkiliya cinsî ye. Bi vê riyê, mirov tenê li gorî hejmarê jiyana xwe dewam dike. Curbicurî û beridandin di jiyanê de rê li ber dewlemendiyê vedikin. Wekî din, têkiliya cinsî ne tenê xwesteka jiyanê û dewamkirina wê ye, tirsa ji mirinê, ya rastî mirinê bi xwe di nava xwe de hildigire. Her têkiliya cinsî hinekî jî mirin e. Hin heywan hene piştî têkiliya cinsî yekser dimirin. Wê wextê mirov dikare bibêje; zêde girêdana bi têkiliya cinsî ve pêkhatina mirinê û rewşa jiyanê ya herî paşketî bi bîr dixe. Bi tenê mirov bikeve ber destê têkiliya cinsî, ev rêya mirinê xurt dike. Têkiliya cinsî çendîn wergere hisên hezkirin û xweşikbûnê, çendîn bê jiyan, ew çend mirov nêzî bê miriniyê dibe. Di berhemên hunerî de hisa bê miriniyê encama vê yekê ye. Zêdebûna bi rêya cinsî, em dikarin weke şêwazekî parastinê şîrove bikin. Tu çendîn zêde bibî, tu dikarî his bikî ku tu heyî, tu yê dewam bikî û xwe biparêzî.

Çewtiyeke gelekî mezin e ku mirov zewqa di çalakiya cinsî de weke ‘eşqê’ bi nav bike. Berevajî, zewqa girêdayî têkiliya cinsî înkara eşqê ye. Modernîteya kapîtalîst seksualîte weke kansêrekê mezin kiriye û ev yek jî bi navê eşqê kuştina civakê ye. Eşqa rastî, ew heyecan e, ji zimanê pêkhatina gerdûnê tê hiskirin. Gotina mewlana ya dibêje; ‘Di vê alemê de çi heye eşq e, jê pêve tev qal û qîl e’ dibe ku bibe şîroveyeke heqîqî ya eşqê. Kengî mirov karîbû ji zewqa têkiliya cinsî bihurî wê karibe behsa eşqê bike, ya rastî girêdayî dualî pêşketina asta azadiyê ya di exlaqê mirov de ye. Di warê maddî de, têkiliya şehweta cinsî bi bêtevgerî û jidestdana azadiyê re heye. Ya rast ew e ku ne tenê têkiliya di navbera jin û mêr de eşqa di navbera hêmanên tevahiya gerdûnê de divê mirov bi ahenga pêkhatinê ya eşqê ve girê bide. Pêşketina his û hestan bi serê xwe mûcîze ye. Mînak divê em dîtinê çawa şîrove bikin? Ji sedî sed diyar e ku dîtin yek ji hêmanê herî pêşketî yê zindîtiyê ye. Dîsa eşkere ye ku bêyî rohniyê mirov nikare bibîne. Dîtin şêwazekî fikrê ye. Di serî de seksualîte, girîng e ku mirov bi tevahî taybetmendiyên zindîtiyê weke awayekî fikrê bibîne. Zindîtî bi xwe qabîliyeteke têgihiştin û hînbûnê ye. Di vê çarçoveyê de gotina Descartes a ‘Ez difikirim, wê wextê ez heme’ li cih e. Eger em hînê bi giştî bînin ziman: em dikarin bibêjin, tevgera gerdûnê ya bi pîvan û rêzikan, hînbûn e. Lê dîsa jî hînbûna bi çavan pêşketineke muhteşem e. Ev gotin têne fêhmkirin: ‘Xwedê ji bo xwe bibîne gerdûn afirand.’ Hukmê Hegel ê ji bo hay ji xwe hebûnê ‘Geist’ dibe madde têkildarî dîtinê ye. Dibe ku dîtin yek ji armancên pêkhatinê be. Zewq û hisên êşê xwe weke zindîtiya havyan didin hiskirin. Herdu his jî hayjêbûna ji jiyanê bi bîr dixînin. Herçiqas bi zewq bibe ewqasî haya xwe ji jiyanê dibe, jiyanê qebûl dike; dîsa çiqasî êşê bikişîne ewçend haya xwe ji jiyanê dibe, lê derdê jiyanê nayê kişandin û dewamkirin. Herdu jî ji bo hînbûnê du dibistanên baş in. Zewq û êş ji bo hînbûnê gelekî giranbuha ne. Zewq mirov baş hîn dike, lê dikare rê li ber her dînîtiyê veke. Dîsa êş mirov baş hîn dike, ji lewra jî pirr bi hêz dike ku mirov qedir û qîmetê bide jiyanê. Dawiya zewqê nêzî êşkişandinê ye, lê di dawiya êşê de şensê jiyaneke bi zewq gelekî zêde ye. Jiyan ji bo cihêtiyên di navbera xwe de nîşan bidin, xwe pirr bi zewq û bi pirr êşkişandinê hîn dikin û datînin holê.

Ji ber ku têkiliya di navbera jiyan û mirinê de têra xwe xwedî karektereke metafizîk e, ya rast ew e ku mirov vê yekê di mijara civaka insên de bigire dest û li ser raweste. Di dabaşa heywanan de yek ji xusûsên divê mirov li ser raweste mijara goştxwarinê ye. Cîhana heywanan bi tevahî xwe bi nebatan xwedî dike û wisa jiyana xwe dewam dike. Goştxwarin hewcedarî û pêdiviyeke nebenabe nîne. Lê komeke mezin a goştxwiran heye. Divê em van çawa rave bikin? Pirr zêdebûn gefan li jiyanê dixwe û ev xusûs dikare bibe hêmanek ji bo em mijarê ji hev derxînin. Bi têkiliya cinsî zêdebûn rêyeke dewama cinsan misoger dike, lê wexta ev zêdebûn sînorê xwe derbas bike, dikare derfet û îmkanên jiyanê tine bike. Mînak bi lez zêdebûna mişkan dikare nebatan tine bike. Heywanên mîna pez û dewaran jî dikarin qira nebatan bînin. Her weha di cîhana çivîkan de zêdebûneke bê tewazun heye. Di rewşeke welê de jî mar, şêr û baz li ser kar in, ev jî bi armanca tinekirinê nîne, ji bo cîhana heywanan hebûna xwe dewam bike weke mecbûriyetekê derdikeve holê. Heye ku bi tehlûke be, mirov vê dabeşbûna rolan a di xwezayê de bê edaletî bibîne. Lê di vir de wezneke nazik heye. Kengî ev wezin hat xirakirin û naverast tijî mar, şêr û baz bibin, hingî li dawiyê wê kêm heywan bimînin. Xwe bi serûberkirina sîstemên xwezayî tiştekî gelekî balkêş e.

Em ê li ser zêdebûna bi têkiliya cinsî, girîngiya bi serûberkirina wê di civaka mirov de, cihê wê di dewamkirina jiyanê de û têkiliya wê bi exlaq, bi awayekî berfireh binirxînin. Eger em mirov weke hêmanê bingehîn ê mijara xwe destnîşan bikin û ji nû ve li têkiliya wî ya bi cîhana biyolojîk re vegerin, em ê karibin bibînin ku bi tevahî xisletên jiyanê di mirov de xulase hene. Bi tevahî xislet û taybetmendiyên jiyanê yên em ji heywan û nebatan dizanin, em dikarin li cem mirov bibînin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku mirov hem armanca pêşketina cîhana heywan û nebata ne, hem jî warisê wan e. Ruhberekî di ser mirov re belkî mirov weke feraziyekê bifikire. Jixwe di mirov de qabîliyeta mezin a fikrê belkî jî dike ku pêkhatineke nû, hewce neke. Qabîliyeta fikir û hînbûnê ku xisleteke bingehîn a zindiyan e, weke pêşketineke mejî li asta herî jor e. Xwenaskirina gerdûnê bi mirov dibe. Ayeta di Pirtûka Pîroz de dibêje; ‘Ji bo bême naskirin min insan afirand’ belkî jî bi vê maneyê ye. Bêguman mirov ketina serhev a zindîtiya heywan û nebatan hemûyan e, berevajiyê wê ne rast e; ango hûn bi tevahî heywan û nebatan bidin serhev nakin mirovek. Di vir de hewce dike ku em mirov weke cîhaneke cihê bigirin dest û li ser rawestin. Mebesta me ew nîne ku em bi têgihiştina gerdûnê ya ‘navend-mirov’ rabin. Ez qala panteizmê (yekîtiya xweza-xweda) jî nakim. Ez hewce dibînim ku ferqa mirov weke cinsekî xweser rave bikim. Mirov ewçend girîng e ku hewce ye bi awayekî cihê were nirxandin.

3-Weke Heqîqeteke Hatiye çêkirin Mirovê/a Civakî;

Wê wextê girîng e ku em bibêjin; mirov di civakeke xweser de xwe pêkaniye û ji bo rejîm û lêgerîna heqîqetê rêbazeke manedar e, û hêja ye, em wî weke cins bikin mijara xwe. Qutbûna mirov ji ‘prîmatan’ di warê qonaxên pêşketinê yên cinsan de ji bo mijara me girîng nîne. Bêguman hem di cîhana heywanan û hem jî di cîhana nebatan de gelek mînakên bihevrebûnê yên dişibin kom û civakan hene. Gelek cure û texlîd, heta kom hene, neçar in li gorî xwezaya xwe bi hev re bijîn. Dar bê daristan, masî bê col nabin. Lê civaka mirov jî weke wî xwedî xislet û taybetmendiyên cihêwaz e. Belkî jî civak bi xwe mirovê herî payeberz û bilind e. Yan jî civak ew organîzasyon e ku mirovê jor û bilind afirandiye, wê biafirîne. Eger em mirov ji nava civakê biavêjin nava daristanê, ew ê nikaribe xwe ji prîmatbûnê xilas bike. Wexta em çend mirovên din wekî wî/wê bidin cem, ya dest pê bike, wê pêvajoyeke mîna li cem prîmatan destpê bike. Heman tişt ji bo cîhana heywanan nabe. Ev rewş bi xwe jî nîşan dide ku qîmeta civaka mirov gelekî cihê ye. Rola avakirina mirov a civakê û avakirina civakê ya mirov jî bûyereke bêhemta ye. Bêguman mirov nebe, civak jî nabe. Lê mirov eger civakê bi tenê ji koma mirovan bihesibîne şaşiyeke girîng e. Civaka bê insan ji prîmatan wêdetir nikare bibe tiştek. Civaka bi insan dibe xwedî hêzeke mezin. Xwe digihîne hêzeke mezin a fikrê. Belkî jî biryara mirovekî (teqandina bombeyên nuklêrî) wê karibe dinyayê hemûyî wergerîne çolekê. Ev insan dikare derkeve ezmanan. Dikare vedîtin û keşfên bê sînor bike. Em ji bo hêza civatbûnê nîşan bidin van mînakan didin. Herçend avakirina civakê mijara ‘sosyolojiyê’ be jî ya em dixwazin ji hev derxînin û analîz bikin tiştekî din e. Avakirina rejîma heqîqetê û xwegihandina zanînê, wer xuya ye; bê civak nabe. Her tiştê li cem ferdekî diqewime divê civakî be. Em li vir tenê behsa heywan û nebatan, û heta qala ew mirov ê warisekî gerdûna kîmyewî û fizîkî ye, nakin. Em behsa wî mirovê ku bi civakê çêdibe dikin.

Modernîteya kapîtalîst jî di navê de, sîstemên şaristaniyê hemûyan mirov ji dîrok û civakê qut girtin dest û lêkolan. Ya rastî, pêkhatin û fikir, û her çi tiştê der barê mirov de ji dîrok û civakê qut, weke berhema ferdên jor-civakê hatin destnîşankirin. Ji vir jî qralên tazî û li piştperdeyê, xwedayên bi maske û bê maske hatin vedîtin. Jixwe wexta em têgihiştina xwe ya der barê civakê de hûrûkûr bikin, em ê karibin van xweda û qralan hemûyan analîz bikin, û nîşan bidin ku ji kîjan fikrê tên, fikra wan ji kîjan pêkhatinên civakî derketiye, û bi taybetî jî em ê destnîşan bikin ka çavkaniya wan çawa sîstemên civakê yên zordarî û mêtingeriyê ne. Yek ji pirsgirêka bingehîn a rêbazê ye ku têkiliya civak-mirov manedar nîşan bide. Bacon û Descartes ku xwe gelekî zanistî dihesibînin, wexta pirsgirêkên xwe yên rêbazê guftûgo dikin, wer xuya dike ku haya wan ji civaka di navê de ne nîne. Em îro baş dizanin ku civaka ew ketine bin tesîra wê, sîstema dinyayê ya bi navê kapîtalîzmê ava kiriye. Li ser navê vê civakê îro welatên mîna Hollanda û Ingilîstanê hene. Rêbazên ava kirine, ji wan fikrên civakê ne, derî heta ser piştê (heta dawî) li kapîtalîzmê vedikin. Wê wextê, eger em civaka mirov weke kategoriyeke bingehîn bigirin dest, em dikarin çi lêbikolin?

a- Civak pêkhatineke bi xisletên xwe mirov ji heywên vediqetîne ye. Me ev xusûs têra xwe rave kir.

b- Çawa ku civak ji aliyê mirovan tê avakirin, civak jî ferdên mirovan ava dike, çê dike. Di vir de xusûsa bingehîn a divê were fêhmkirin ew e ku civak an jî kom bi destê mirov, bi qabîliyeta wî hatine avakirin. Civak pêkhatineke jor-mirov nîne. Ji ber ku bi kûrahî di bîr û hafizeya mirov de cih girtine, Herçend ji totem heta xwedê weke nasnameyekê xwe nîşan bidin jî di encamê de eşkere ew bi destê mirov hatine hûnandin. Eger insan tine be, civakeke totem û xweda dewam bike tine.

c- Civak ji aliyê dîrok û mekan ve bi sînor in. Bi gotineke din, dema civak têne avakirin zemanekî wan û şertên wan ên cografîk hene. Avakirina civakan ji dîrok û cografyayê qut tineye. Utopyayên civakan bê zeman û di her şertî de xeyalên tewş in. Mijara dîrokê, ji bo zindiyan bi giştî, ji bo mirovan bi taybetî zemanê ew pêve ne, îfade dike. Di serî de demsal gelek dem û dewran di pêkhatina cinsan de zarûrî ne. Jixwe ti pêkhatin tineye, dema xwe nebe. Tê fêhmkirin ku têgîna ‘ebed-ezel’ jî bi taybetî tenê ji bo ‘guhertinê’ ye. Ango ya naguhere û ya tenê bê zeman e, guhertin bi xwe ye. Têkiliya dîroka bi civakê hînê zêde û dem kin e. Ji bo gerdûnê behsa mîlyaran salan tê kirin, lê ji bo civakan wexta behsa hezaran salan hat kirin, belkî têgîna demeke dirêj were bi karanîn. Demên zêde ji bo zeman têne bi karanîn, roj, meh, sal û sedsal in. Mekanê civakan jî bêtir têkiliya xwe bi hebûna heywan û nebatan re heye. Li herêma qutban û ekvatorê civak îstîsnaî hene. Dewlemendiya heywan û nebatan li herêmekê dikare ji bo civakan jî zemînekî baş çêke. Gelek dînan û ekolên fikrê yên di nava rêûresma dewlet û hîyarerşiyê de avabûn, sîstemeke ji mekan û dîroka civakî qut, hewldan weke çarenûsekê li ser zêhnê mirov ferz bikin. Çawa ku tê îdîakirin; hin qehremanan dîrok ava kirine, hin şîretkarên dînî û fikran jî sîstemên dîn û fikrê yên ji civakê qut ava kirine. Fikra kapîtalîst gelekî cih dide zanistê, lê tevî vê jî nemaze der barê civakê de fikra xwe dispêre ferd bi taybetî esas digire. Kîjan sîstema fikrê ya felsefî û dînî rê li ber çêbûn û şikilgirtina civakê vekiriye timî di tariyê de tê hiştin. Têra xwe îspat bûye; çawa ku zeman û mekanê civakê ferd ava dike, bi taybetî ferdên bi formasyonekê rabûne jî di şikildana siberojê de roleke avakirinê bi cih tînin. Ji lewra jî pirsgirêkên rêbazê û têgihiştina li heqîqetê, hêmanên dîrokî û mekanî weke şertên sereke ferz dikin. Yek ji pirsgirêka bingehîn a rêbazê ye ku têkiliya civak-mirov manedar nîşan bide. Bacon û Descartes ku xwe gelekî zanistî dihesibînin, wexta pirsgirêkên xwe yên rêbazê guftûgo dikin, wer xuya dike ku haya wan ji civaka di navê de ne nîne. Em îro baş dizanin ku civaka ew ketine bin tesîra wê, sîstema dinyayê ya bi navê kapîtalîzmê ava kiriye. Li ser navê vê civakê îro welatên mîna Hollanda û Ingilîstanê hene. Rêbazên ava kirine, ji wan fikrên civakê ne, derî heta ser piştê (heta dawî) li kapîtalîzmê vedikin. Wê wextê, eger em civaka mirov weke kategoriyeke bingehîn bigirin dest, em dikarin çi lêbikolin?

d- Yek ji xusûsên girîng jî ew e ku rastiyên civakî di karekterê avabûnê de ne. Pirrî caran mirov pê dixapin ku saziyên civakî û pêkhatinên wan rastiyên xwezayî dibînin. Rejîmên rewakirinê yên sîstemên civakî xwe weke wê hîç neguherin û pîroz in, pêşkêş dikin. Pirr bi rêkûpêk weaz dikin ku xwediyê saziyên xwedayî ne, û wer hatine wezîfedarkirin. Di modernîteya kapîtalîst û civakê de gotina dawî tê gotin, saziyên lîberal îdîa dikin ku alternatîfa wan nîne, û heta hewl didin enjekte bikin ku ‘dawiya dîrokê’ ye. Tim û tim behsa destûrên bingehîn û rejîmên siyasî yên naguherin û nayên guhertin dikin. Herhal em dikarin bi dîrokçeyeke kin bibînin ku ev pêkhatinên naguherin û nahejin, temenê wan bi tevahî sedsalek jî nîne. Di vir de ya girîng ew e ku mirov bibîne çawa bi gotinên siyasî û îdeolojîk rojane fikir û îradeya mirov girê didin. Kulmozên îstîsmar û desthilatdariyê gelekî hewcedariya xwe bi vê retorîka siyasî û îdeolojîk heye. Bêyî retorîkeke xurt a îdeolojîk û siyasî rêvebirina civakên îro gelekî zehmet e. Ji ber vê yekê, organên medyayê gelekî pêşdebirine û xurt kirine. Dîsa pirraniya saziyên fikr û zanistê bi kulmozên îstîsmar û desthilatdariyê ve hatine girêdan. Em çiqasî karibin fêhm bikin ku rastiyên civakî ew rastî ne ku tim û tim hatine avakirin, em ê ewqasî jî karibin hukim bikin ku ji nû ve avakirin û xirakirina wan hewcedariyek e. Rastiyên civakî yên naguherin û nayên xirakirin nînin. Jixwe xirakirin û dejenerekirina saziyên zordar û mêtinger yek ji şertê jiyana azad e ku jê nayê gerîn. Em wexta dibêjin; rastiya civakî, mebesta me bi tevahî sazîyên maddî û îdeolojîk ên civakê ne. Ji ziman heta dîn, ji mîtolojiyê heta zanistê, ji ekonomiyê heta siyasetê, ji huqûqê heta hunerê, ji exlaq heta felsefeyê di qadên civakê hemûyan de rastiyên civakî timî di şert û mercên munasib ên zeman û mekan de têne avakirin, xirakirin, restorekirin û yên nû têne pêkanîn.

e- Girîng e ku mirov bi awayekî sûbjektîf li têkiliya ferd û civakê nenêre. Ferdên di nav dîrokê de şikil girtine, beşdarî tevahiya qadên civakî dibin yên ku zimanekî xwe yê diyar û rêûresmên xwe hene û me ew qadên behskirî jimartibûn. Ne weke ku ew dixwazin û li gorî dilê xwe beşdar dibin, li gorî rêûresm û saziyên civakê berê û bi nazenînî amade kirine beşdar dibin. Ji civakîbûna ferd re hewldaneke mezin a hînbûnê divê. Ango kengî ferd çanda rabirdûyê ya civakê dawerivand hinavê xwe, wê demê dikare bibe endam û mensûbê wê. Ji bo mirov bibe civakî, timî hewcedarî bi hewldanekê heye. Her çalakiya civakî di heman demê de çalakiyeke civakbûnê ye. Ji lewra ferd, ne ku weke dixwazin, li gorî civak dixwaze ava dibin û nikarin xwe ji vê yekê xilas bikin. Ji ber ku civakên li mêtingerî û zordariyê vekirî bêguman civakên hîyarerşîk û çînî ne, daxwaza azadî û berxwedanê ya ferd jî wê her hebe. Ferd wê civakîbûnên bi koletiyê têne avakirin ti carî bi riza xwe qebûl neke. Dîsa wê qebûl neke ku bi civakên mêtinger, biyanî û cuda re bibe yek û wê li dijî asîmîlasyonê jî li ber xwe bide. Lê dîsa jî wê hewl bidin ferd di nava çerxên saziyên perwerdê û zordariyê yên civakê de bihelînin û heta tine bikin. Çerxên civakî wê mîna aş, bihêrin û li gorî xwe ji ar û hevîr amûran çêkin. Çi nakokiyên navbera saziyan, çi jî mirovê li ber xwe dide wê her tim di nav civakê de li gorî mêzînan li hev bikin û cihekî bigirin. Ne hêza civakê ya mutleq a helandinê heye, ne jî ferd şensê xwe heye bi tevahî ji civakê qut bibe. Xulase, mirov dikare civakê bi helwesteke nêzî rastiyê li ser mînaka insan bi xebatekê, bi rêbaz û rejîmên heqîqetê bigire dest û bigihîje encamên manedar.

4-Weke Zêhniyeteke Nerm û Azad Xwezaya Mirov;

Zêhnê mirov gelekî di asteke nerm û qayişokî de ye, ev yek jî dike ku xebatên me manedar bibin. Mirov xwezaya zêhnê insên nas neke, îdeayên heqîqet û rêbazê tewş in. Dema me hewlda zêhniyeta mirov nas bikin, me timî behsa dualîbûna wî kir. Di mejiyê mirov de lob a rastê beşê pêşketî yê fikra hisî ye û di warê beridandinê de kevintir e, lob a çep a mejî jî li gorî fikra analîtîk e, û timî li pêşketinê vekiriye, ji ber vê xisleta xwe gelekî nerm û qayişokî ye. Di cîhana heywanan de his û fikir nêzî asteke wekhev in. His bi refleksên bi şert û bê şert bersiva tiştên hîn dibin didin, ango pêdiviya wan bi cih tînin. Ev reaksiyonên di nava kêliyan de rûdidin. Heman reaksiyon li cem mirov jî hene. Mînak beden yekser bersiva agir dide. Ji bo vê

hewcedarî bi fikra analîtîk nîne. Lê ji bo derketina girê Everestê hewcedarî bi analîzkirina sedan şert û mercî heye. Kengî jî bi tevahî şert û merc hatin analîzkirin, paşê biryara ketina ser rê tê dayîn. Di fikra hisî de para pêxapandinê nayê pirsîn. Xwestek û ajoyên hundirîn çawa reaksiyon nîşan bidin, welê tevdigere. Fikra analîtîk dikare bi salan biajo. Rêbaz, xebat û gera me ya li heqîqetê neçare xwe bispêre vê fikrê. Nîzama xebatê ya zêhnê me neyê naskirin, agahî û zanîna me der barê rêbaza rast û heqîqetê de wê xweber û sererast bin. Wê wextê berê pêşî divê em zêhnê bi xwe baş nas bikin.

Xisleta yekemîn a zêhnê me ew e ku gelekî nerm û qayişokî ye. Em dikarin bibêjin, ji bilî zêhnê me bi tevahî tiştên di gerdûnê de çêbûne di warê hilbijartina azad de şensê xwe pirr bi sînor in. Mirov mumkîn e ku qadê

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)