LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)
0 Yorum
25-09-2021

E- XWEZAYA CIVAKÎ Û HEQÎQET:

3- Pozîtîvîzm (Zanistperestî);

Felsefe û Rêbazeke Bêheqîqetkirina Civakî ye Di civakên beriya şaristaniyê û civakên dijber ên dema wê de zanist û agahî, parçeyên civaka exlaqî û polîtîk in. Berjewendiyên heyatî yên civakê heta pêdiviya wan nebe, gengaz nîne ku zanist bi awayekî din were bi karanîn. Armanca bi tenê ya zanîn û zanistê dikarîbû dewamkirina hebûn, parastin û debara civakê bûya, wekî din armanceke din nedihat fikirîn. Şaristaniyê ev rewş ji binî ve guhert. Li ser zanîn û zanistê yekdestdariya xwe danî û ew ji civakê qut kirin. Civak ji zanist û zanînê hat mehrûmkirin, hêzên dewlet û desthilatdariyê bi zanîn û zanistê têra xwe bi hêz bûn. Afirînerên zanînê û barhilgirên wê bi xanedanî û qesran ve girêdan û bi vî awayî yekdestdariyên xwe qehîm û têkûz kirin. Bi vî awayî, ev dihat wê maneyê ku zanist ji binî ve ji civakê, nexasim jî ji jinê dihat qutkirin ango ji jiyan û hawîrdorê dihat qutkirin. Di heman demê de têkiliya mejiyê analîtîk ji mejiyê hisî dihat qutkirin û vê yekê jî dikir ku misêwa ji hev dûr bikevin.

 

Maneya zanistê di xwezaya civakî de xwedatî ye. Civak asta zanîn û zanista der barê xwezaya xwe de weke îfadeya nasnameya xwe dike xwedayî bi xwedatiyê re yek dihesibîne. Şaristaniyê ev rewş jî guhert. Kengî zanist ket destê xanedan û hevparên wan, rewşa xwedatiyê jî rewş guhert. Ji civakê re êdî evdîtî û payeyên ne yên xwedatiyê, ji xanedan û yên nêzî wan re jî payeya esilzadeyên xwedayan hêja hat dîtin û bi vî awayî di mîtolojî û dîn de cih girtin. Qralên xwedayan û esilzadeyên xwedayî berhemê pêvajoyeke bi vî rengî ne. Bi vî awayî qutkirina têkiliyên barhigir û afirînerên zanîn û zanistê tevahiya serdemên şaristaniyan dewam kir. Herçiqasî yên li ber vê rabûn jî pirr bi hêsanî hatin tesfiyekirin. Zanîn û zanistê bi awayekî kastek pêkanî. Di dema şaristaniya Ewrûpayê de, nexasim ji ber xwe li hev rakişandina qraltî û dêrê û dîsa ji ber qismê hewaya xweser a keşîşxaneyan afirînerên zanîn û zanistê demeke serbixwe ya bi sînor dîtin. Şerên zêde yên desthilatdariyê bêyî ku zirarê bide lêkolînên wan, firsen û keys dida wan ku bi hêsanî parêzvanan bibînin. Ronesans, Reform û Rohnîbûn bi van şerên desthilatdariyê yên rê li rewşeke xweser vedikirin ji nêz ve têkildar in. Tinebûna mutlaqiyeteke bi şêwazê Çîn û Osmaniyan nebû alîkariya xweseriyê dikir. Di encamê de şoreşa felsefî û zanistî pêk hat. Lê ji aliyekî ve bilindibûna hegemonîk a kapîtalîzmê, ji aliyê din ve jî pêkhatina dewleta netewe, di sedsala 19. û 20. de damezrandina yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê li ser zanistê bi xwe re anî. Zanist êdî parçeyekî sermaye û desthilatdariyê bû ku ji wan nedibû. Jixwe ev rewşa ku tevahiya dîroka şaristaniyê li dijî civaka exlaqî û polîtîk pêşk ket bi modernîteya Ewrûpayê re derket asta herî jor.

 

Ev tê wê maneyê ku paradîgmayên zanistî yên navenda wan Ewrûpa ji mêj ve ji civakê qut bûne. Yên bi zanîn û zanistê re mijûl dibûn bi giranî xwedî perspektîva sermaye û desthilatdariyê bûn. Civaka exlaqî û polîtîk ji zû ve bê qîmet bûbû. Bi têkçûa dêrê re ev pêvajo bi leztir bû. Zanista ku fikara wê ya bingehîn civaka exlaqî û polîtîk nîne, êdî ji hedefên sermaye û dewletê pêve ti qadeke xwe ya mijûlbûnê tineye. Zanist êdî desthilatdarî û sermayeyê diafirîne, sermaye û desthilatdarî jî zanistê gelekî baş dikin malê xwe. Zanistê heta dawiyê têkiliya xwe bi exlaq û polîtîkayê re qut dike û ev jî dihêle ku derî heta dawiyê li her cure şer, pevçûn, bihevketin û îstîsmarê vebe. Jixwe dîroka şaristaniya Ewrûpayê di heman demê de dîroka gelek şeran e. Rola didin zanistê ew e, divê êdî amûrên şer ên bêqusûr û wan bibe serketinê îcad bike. Bi vî awayî di encamê de gihiştin heta çêkirina sîlehên nuklêr. Di civakekê de ku pîvanên civaka exlaqî û polîtîk serwer bin sîlehên nuklêr ne, papatkek jî nayê îcadkirin. Bihata îcadkirin jî herî kêm li dijî civakê nedihat bi karanîn. Şerên hilweşîna exlaq bandora her î girîng a destpêkê ye. Qutbûna têkiliya zanist û exlaqê bingehê vedîtina her cure amûrên hilweşîner in. Ne pêkan bû ku ev têkiliya di navbera zanist, desthilatdarî û civakê de xwe di rêbaz û paradîgmaya bingehîn de nîşan nedaya. Ji dewreyê derxistina civakê dihat wê maneyê ku civakê dikin obje. Çawa ku berê jin û kole kirin obje. Piştre cihêkirina ojbe û sûbje ya bi Bacon û Descartes destpêkir derbasî nava zanistan hemûyan bû.

 

Di zanistê de pesnê objebûnê gelekî tê dayîn. Lê ya rastî, kengî navbera objetî û sûbjetiyê gelekî vebû, derî jî li felaketa herî mezin vebû. Piştre ev navber vebûn bi ez û yê din zêdetir mezin bû. Paşê ev veguherî seriyên diyalektîk ên hevdu tine dikin. Ev dualîte ji sedî sed navbervebûna civaka exlaqî û polîtîk û sermaye û desthilatdariyê nîşan dide. Kolekirina xwezayê, piştre ya jin û koleyan, herî dawî jî kirina obje ya tevahiya civakê, di zanistê de weke ‘pîvana objektîviyê’ ya navdar a hê jî tê bi karanîn derket pêşiya me. Têkiliya berê ya xweda û evd, vê carê vugerî têkiliya obje û sûbje. Şûna têgihiştina gelekî berê ya xwezaya zindî têgihiştina objeya mirî xwezayê û li ser wê sûbjeya xwedayî mirov cih girt. Ev nêzîkatiyên paradîgmatîk bandora wan li ser zanistê nexasim jî li ser zanistên civakî hilweşîner bûye. Mînak, bawer dike ku zanista fizîkê ya xwezaya fizîkî ya bi temamî objektîv e, dike bingeh, li ser xwezayê azad e ku bê sînor ceribandin û tesarufê bike. Xwe azad dibîne ji ceribandinên nuklêr heta bi her cure otodînamîkan bixe nava tevgerê. Wexta ku vê yekê dike fikareke xwe ya exlaqî nîne. Kengî têgihiştina xwezaya objektîv mafê bê sînor ê tesarufê li ser maddeyê bide, encam ê heta bombeya atomê biçe. Zanista xwedayî veguhere zanista amûrî wê ti têkiliya xwe bi civakê re nemîne. Di destê desthilatdarî û sermayeyê de veguhere amûrekî qanûna kara herî zêde. Bi awayê xuya dike fizîk bi temamî bê alî ye û zanistek e ku bi xwezaya objektîv re mijûl dibe. Lê eşkere ye ku bi xwe yek ji çavkaniyên hêza bingehîn a sermayeyê ye. Di rewşeke berevajî de zanista fizîkî nikarîbû rewşa xwe ya heyî biparasta. Veguherîna wî ya hêzeke dijberê civakê nîşan dide ku zanisteke objektîv a wisa bi alî tineye. Li gorî tehlîla dawî têkiliyên hêzê yên weke qanûnên fizîkê têne bi navkirin ji bilî nîşandana hêza mirov ti maneyê îfade nakin. Mirov jî em dizanin ku ji sedî sed hebûneke civakî ye.

 

Dema em felsefeya pozitivîst a mohra xwe li tevahiya avahiya zanistî ya modernîteyê xistî şîrove bikin, em ê karibin rûyê rastî yê têkiliya şaristanî-desthilatdarî-zanistê baştir derxin holê. Em dizanin felsefeya pozitivîst bi diyardeyên objektîv ên vebirrî dikeve rê û ji bilî vê rê nade ti nêzîkatiya zanistî. Dema ku ji nêz ve were nêrtin, mirov ê karibe fêhm bike ku zanista weke têkiliya objeyan ji tevahiya pûtperestiyên berê pûtperest û ji hêzên metafizîk zêdetir pûtperest û metafizîkperestir e. Di vê mijarê de eger em diyalektîka dîrokî bi kurtî bi bîr bixin em ê zêdetir serwext bibin. Çawa ku dînên yek û mucered xwedayî li ser bingehê rexnekirina paganîzmê (pûtperestî, bi awayekî dînê diyardeyan dike xwedayî) derketin holê û xwe bi gewde kirin, pozitivîzm jî bi awayekî weke êrîşeke dijber bi şêweyê pûtperestiya nû derket holê. Rexnekirina dîn û metafizîkê weke pûtperestiya nû (heqîqetgiriya xwe dispêre diyardeya vebirrî paganîzm e), weke neo-metafizîkê bi gewde bûye. Gelekî girîng e ku F. Nietzsche ji wan fîlozofan e, ev rastî pêşî tespît kiriye û nirxandinên wî ji bo lêkolînên heqîqetê di asta alîkariyê de ne. Gelekî girîng e ku tespît kiriye têgîna diyardeya objektîv têgîneke ji heqîqetê dûr e. Diyarde bi serê xwe der barê heqîqetê de yan ti agahiyeke manedar nadin an jî bidin rê li gelek encamên şaş vedikin. Zanistên pozîtîv ên heta dema nêz hukimraniya xwe dewam dikirin, çawa ku têne nîşandan xwedî perspektîfa antî-metafizîk û antî-dîn nînin, herî kêm bi qasî têgînên metafizîk û dîn xwedî asteke metafizîk û dînî ne, ev rastî eşkere bûye û tê guftûgokirin. Serketina zanistên xwezayê yên dikin malê civaka Yewnan a Klasîk û dema Rohnîbûnê ya Ewrûpayê, di himbêza zanistên xwezayê bi xwe de derbên herî girîng dixwe. Têgihiştina li ser xeteke rast timî pêşveçûn aliyê herî qels û lawaz ê zanistên pozîtîvîst e. Ji ber ku mirov nikarin armanc û avahiyeke bi vî rengî ya gerdûnê tespît bikin. Çi dinya jêr-atoman, çi gerdûna kozmolojîk, nikarin ji dualîteya çavdêrî û ya çav lê tê gerandin rizgar bibin. Ji ber ku serwextbûna mirov jî di çarçoveya vê pêvajoyê de ye. Nikare pêşbîniya rola wê derkeve derveyî çarçoveyê bike. Potansiyela bê sînor a cudabûnê bi xwe hewcedariyê bi şîroveyên nû dibîne.

 

Pozîtîvîzm xisleta xwe ya dînî ji pozîtîvîstiyê digire. Ji aliyê cewherî ve ji bo pozîtîvîzmê diyarde rastiya herî bingehîn e. Rastiya ne diyardeyî nîne. Jixwe bi tevahî lêkolîn û felsefe nîşan didin ku diyarde û hiskirin heman tişt in. Hiskirin jî fonksiyona herî hê-san a zêhn e. Di encama çavdêriya objeyê bi awayekî herî sere-sere de rêbaza zanînê ya hişkeber e. Ango şêwazekî ne zanistî ye û para xapandinê têde gelekî zêde ye. Mirov diyardeyê bike pozîtîvîzm, mirov rola rastiya bingehîn dide objeyê. Di bingehê paganîzmê (pûtperestiyê) de jî heman fikir heye: objeyê dike mijara perestinê. Di vê rewşê de di serî de dîn, pozîtîvîzm çiqasî êrîş bibe ser metafizîkê, ew bi xwe jî ji ber heqîqetpariziya objeyê ketiya rewşa dînekî materyalîst ê herî hişk; ango di modernîteyê de şêweyekî nû yê pûtperestiya objektîvîteyê ye û weke nûnerê metafizîkê ye. Çîna navîn ji aliyê zêhnî ve pozîtîvîst e. Ango ji cewher û kûrahiyê mehrûm e, seresere nêzî mijaran dibe, ji bilî pîvana diyardeyan wêdetir naçe, şêweyekî xwe yê avabûnê heye li gorî berjewendiyên xwe nabîne. Tevî ku pozîtîvîzmê bi kirasê ‘zanistperestiyê’ pêşkêş dike, di dîrokê de çîna herî pûtperest e (Pirrbûna heykelan di dema vê çînê de bûne çirrik). Bi şêweyê xuya dike, laîk û dinyewî ye, lê bi xwe herî zêde dîndar û xeyalperest e. Dîndartiya li vir behsa wê dikim, di dereceya baweriya hişk de bawerî û fikrên ‘diyardegir’ in. Em baş dizanin ku diyardegirî ti carî rastiya yekpareyê nîne. Qaşo laîktiyê, bi xwe jî projeyên xwe yên herî xeyalî (bi awayekî projeyên uxrevî) yên li dijî laîktiyê misêwa bêyî ku şerm bike pêşkêşî pêşiya civakê dike. Him jî a herî seresere ye.

 

Ji ber ku ev pozîtîvîzma bûye dîn berhemekî zêhnê mirov e, jixwe metafizîk e. Wexta behsa têgihiştina li civakê tê kirin, pozîtîvîzm hema bêje dibe şêweyek ji pûtperestiya hemdem. Pûtperestî, çarçoveya pûç a xwedatiya maneya xwe wendakirî ye. Xwedatî demekê ji bo civakê tiştekî mezin bû, têgîneke kêrhatî ya pîrozbûnê bû, lê kengî ev rewşa wê ya kêrhatî nema ji dest derket, li dawiyê tenê rewşa wî ya pûtekî ma. Mirov dikare fêhm bike ku kesên ji zanista manedanê mehrûm çima pûtperestiyê dikin. Ji ber ku ew nizanin çavkaniya pût ji kêrhatinê ye, berevajî ew dikevin wê xefletê yan jî yeqîn dikin ku pût ê maneyê biafirîne, ew ê wan bigihîne meznahî û pîrozbûnê. Ji lewra di vê çarçoveyê de analîzkirina dînên li dijî pûtan dikare mirov gelekî serwext bike. Ez ji pûtperestiya hemdem a pozîtîvîstên mehkûmî objektîvîzmê hîç guman nakim. Fîlozofên di qada modernîzmê bi xwe de jî dibêjin ku ev pûtperestên hemdem ‘mîna pûtekî objeyên zêdexwarin û bikaranînê himbêz dikin.’ Bi vê armancê, min di beşa rêbazê de dûrûdirêj anîbû ziman ku mirov ji aliyê zêhnî ve xwedî karektereke metafizîk e. Pozîtîvîzm hay ji xwe nîne û nabîne ku ‘pûtperestiya’ wê ji ya demên berê hînê çortir e. Ez fikra xwe ya pozîtîvîzm = pûtperestî ye, bi girîngî pêşkêş dikim. Pozîtîvîzm şêweyekî şîrovekirina rastiyê nîne. Herçiqas berevajiyê wê îdîa bike jî zanista felsefeya diyardeyan 7 şîrove dike jî nîne. Ji ber ku felsefeyeke wisa nabe. Her a bi ber çav dikeve, her dîmen û dengê guhê mirov bilivîne diyarde ye. Her hiskirin jî diyarde ye. Kîjan cahil an jî dîn dikare îdîa bike ku rastiya gerdûnê tenê ji van pêk tê? Mixabin, modernîte resmê jiyanekê ye, li gorî pozîtîvîzmê hatiye girtin. Ji ber ku modernîte ne bi cewherê jiyanê, seresere bi şiklê wê re têkildar e.

 

Me gotibû, eger diyarde di çarçoveya têkiliyên tevlîhev de maneyê nebînin, yan hîç agahiyê nadin an jî bidin dikarin rê li encamên herî şaş vekin. Em diyardeyên fizîk, kîmya û biyolojiyê bidin aliyekî. Em bi tenê li ser mînakeke diyardeya civakî rawestin û ji nêz ve binêrin ka rê li ber çi encaman vedike. Li gorî pozitivîzmê dewleta netewe diyardeyek e. Bi tevahî hêmanên wê pêk tînin jî her yek ji wan diyardeyek e. Bi hezaran sazî û bi mîlyonan mirov jî her yek ji wan diyardeyek e. Em dema têkiliyên di navbera wan de jî li vê zêde bikin resim temam dibe. Li gorî pozitivîzmê me têgîna zanistî pêkanî. Êdî em bi heqîqeteke mutleq re rûbirû ne: Heqîqeta dewleta netewe! Pozitivîzm weke şîroveyekê li vê terîfê nanêre weke diyardeyeke heqîqetê dinêre. Li tevahiya diyardeyên zanista civakî bi vê têgihiştinê dinêre. Mîna yek ji diyardeyên fizîk, kîmya û biyolojiyê ev jî yek ji diyardeyan in. Terîfa wê ya heqîqetê bi vî awayî ye. Bi awayê xuya dike, ev nêzîkatî gelekî bê guneh xuya dike û ti tehlûkaya wê nîne, lê ev welê nîne, nexasim jî di tevgerên qirkirin û kokqelandina etnîkî de em li tevahiya vê xeternakiyê hayil bûn. Ji Hîtler bigirin heta bi lîderê dewleta netewe yê qaşo herî nerm wê hemû bibêjin, ya dikin li gorî zanistê heta dawiyê rast e (li gorî zanista pozitîv), rastiya netewe dadiwerivînin, neteweyeke hê homojentir bi tenê ne heq, li gorî qanûna beridîna xwezayê pêşketineke di cih de ye. Li gorî zanista esas digirin rast dibêjin. Vê hêza xwe ji felsefeya pozitîv û zanistên pozitîv digirin. Jixwe di tevahiya demên modernîteyê de bi vê têgihiştina pozitîv xwe li welat, millet, dewlet, etnîsîte, îdeolojî û şerê sîstemê yê bê sînor rakişandin. Ji ber ku ev têgîn hemû pîroz bûn û diviyabû di rêya wan de heta dawiyê şer bihata kirin. Çawa ku tê zanîn di encama vê têgihiştinê de dîrok bû derya xwînê. Pozitivîzma bêguneh xuya dike bi xwe rûyê wê yê xwînrij bi vî awayî dimirijî.

 

Em hewl bidin mijarê hinekî din rave bikin. Li dinya me ya îro nêzî dused dewletên netewe hene. Eger bi girseya welatî û saziyên me li jor diyarkirî û yekûna têkiliyan ev dewlet hemû bêne hemberî hev, wê nîzamek an jî rewşeke hercûmerc a herî kêm bi dused xwedayî, bi hezaran perestgeh û bê sînor terîqetî bivê nevê derkeve holê. Ji ber ku bi tevahî diyardeyên temsîl dikin pîroz in, û hêjane ku mirov di rêya wan de bimirin. Em bala xwe bidinê, li hemberî me di asta nav de be jî ji civaka exlaqî û polîtîk a xwezaya civakî bi rastînîşan bide ti  eser nîne. Bi rastî ya li êrîşê rast bê û di rêya wê de hêja be mirov xwe bide kuştin rastiya civaka exlaqî û polîtîk e. Di dewleta netewe de herkes li ser navê pûtê bi destê xwe çêkirî û pûtên diyardeyî yên hatine pêşkêşkirin pêş wan şer dikin. Ji şerên berê yên di rêya pûtan de hezar qatî çavsortir bi dema şeran re em rûbirû ne. Di encamê de qanûna kara herî zêde ya yekdestdariyên dewleta netewe û sermayeyê dimeşe; jiyaneke firewn jî nikarîbûn bibînin ji hindikayiya bextewar re tê pêşkêşkirin. Ya jiyana modern jêre tê gotin, ji vê rastiya pozitivîzmê, ya rastî ji encamên qetilkirina rastiyan wêdetir tiştekî din nîne. Em îro gihiştina civaka ferazî. Ti rastî bi qasî civaka ferazî nikare pozitivîzmê rave bike. Civaka pozitivîst civaka feraziye ye. Civaka ferazî rûyê rastî yê civaka pozitivîst, ji rûyê wê jî wêdetir heqîqet bi xwe ye. Bêmanebûna diyardeyan (ya rastî serşoka bi xwînê, civaka xeyalî, di bêmanebûna civaka xwire de mane) bi civaka ferazî derketine asta herî jor. Civaka medyatîk, civaka şowê, civaka magazînî ev hemû heqîqetên têgihiştina pozitivîzm, objektîv û diyardetiyê ne, derketine holê. Ya rastî, ev jî înkara heqîqetê ye.

 

Li gorî mijara me, bêyî ku lêkolînê bikim, encamên bi vî rengî hê jî dikarim rêz bikim. Têgînên weke civaka Îslam, Xiristiyan, Mûsevî, Bûdîst, kapîtalîst, sosyalîst, fodal û koledar dîsa rastiyên heman nêzîkatiyê ne. Rûyê metafizîk ê pozitivîzmê di vir de jî derdikeve pêşiya me. Erê, civaka Îslamê, civaka kapîtalîst encamên heman nêzîkatiyê ne. Ango ev têgînên diyardeyî ne; bi gotineke din têgînên zahirî û pêvekirî ne. Mirov heman tiştî dikare ji bo aîdiyetên netewe jî bibêje. Têgînên neteweya Elman, Fransî, Ereb, Tirk û Kurd di karektera pozitivîst de her yek ji wan heqîqetek e. Lê bi xwe, dîmenên matbûyî yên heqîqetê ne. Baş e, mirov wê wextê dikarin bipirsin heqîqet çiye. Li gorî min bersiv gelekî hêsan e. Di çarçoveya rastiya civakê de heqîqeta civaka exlaqî û polîtîk û heqîqeta şaristaniya timî dixwaze wê birizîne heye. Ez nav û sifetên ji bilî van nabêjim ti rastiyê temsîl nakin. Ez dibêjim, heqîqetê bi xwe ne, zahirê wê, forma wê ya hêsan û tim guherbar temsîl dikin. Mînak em li rastiya neteweya Ereb binêrin. Herçiqasî gelekî qels bibe jî li mekanekî bi navê Erebistanê civakeke bi xisletên exlaqî û polîtîk û rastiyeke desthilatdariyê ya bi hezarê salan li ser pişta vê civakê silteya xwe meşandî û heta roja me ya îro aniye vê nuqteya rizînê heye, ji bilî vê rastiyê Erebtî kêm tiştan îfade dike. Bi hezaran cuda, bi nakok, heta dijminên hevdu yên sondxwarî Ereb hene. Ango bi hezaran heqîqetên bi nakok! Li gorî pozitivîzmê divê welê be. Lê em baş dizanin ku rastiya Ereb bi xwe diviyabû ev nebe. Mînakeke din a mirov ê karibe baştir jê fêhm bike dar in. Darek weke diyardeyekê bi hezaran guliyên wê û bi qasî neyên jimartin pelên wê hene. Eger dareke fêkiyên tê zanîn û hêja be, li gorî wê maneyek xwe heye; ne li gorî gulî û pelên wê. Pozitivîzm ew korî ye ku bi heman giraniyê nêzî hemûyan dibe. Belê, pel û gulî jî rastiyek in. Lê rastiyeke manedar nînin. Goşiyek, kîloyek tirî nirx û maneyek xwe heye. Lê pelekî mêwê bi tenê zahiriya wê ye, wê bi xwe nîşan nade, rastiyeke diyardeyî ye ku şêweyeke bi çavan were dîtin didiyê.

 

Pozîtîvîzma mîna zanistê jî felsefeya herî çor a diyardeyê ye. Diyarde dîmenê rastiyê ye; pozîtîvîzm jî rastî bi xwe ye, ji lewra ti tiştê ne diyarde rastî nîne. Ji fizîka kûantûm, astronomî û biyolojiyê heta ji fikrê bi xwe em dizanin ku rastî ji bûyerên bi çavan mezin xuya dikin wêdetir di aleman de cereyan dike. Rastî (heqîqet) weke di têkiliya çavdêr û çavdêrî lêkirî de bi rengekî herî sirrdar wer hatiye nixumandin ku di ti pîvana fizîkî û terîfê de hilnayê. Pozîtîvîzm weke înkara vê kûrahiyê, herî zêde dişibe pûtperestiya (paganîzm) serdema destpêkê. Ji ber ku pût weke diyardeyekê xuya dike, têkiliya hevpar a di navbera paganîzm û pozîtîvîzmê de nîşan dide. Ji ber ku zanist di nava diyardeyan de têne xeniqandin, her roj disiplîneke zanistî derdikeve û hemû xwe bi heman giraniyê heqîqet dihesibînin ev dibe sedema sereke ya krîza zanistiyê. Me ji destpêkê ve têkiliya wê bi sîstemê re diyar kir. Heqîqet dewamî û her diçe bi şêweyên dualîteyên her diçin kûr dibin ên weke obje-sûbje, em-yên din, ruh-beden, dîn-zanist, mîtolojî-felsefe, xweda-evd, bindest-serdest, hakim-mehkûm û hwd. parçe dibe. Ev bi xwe encama çalakiya mêtingehkirin û rizandina şebekeyên yekdestdariya şaristaniya li ser civaka exlaqî û polîtîk piçikiye. Modernîteya kapîtalîst ev dualîteya şaristaniyê bi awayekî bê sînor zêde kiriye û îro civak aniye vê asta ji hev belavbûn û rizînê. Di vê de pareke mezin a zanista bi sîstemê re hevkariyê dike heye. Kengî nakokiya di navbera îdeolojiyê bi xwe û avabûna amûrî de diperpite û vê rewşa hay jê çêdibe krîz e; ev jî bi bêkarî, şer, birçîbûn, xizanî, zordestî, qirkirin, ne wekhevî û ne azadbûnê îfade dike û di goşt û ruhê pirraniyan de vegudiherîne qêrînê.

 

Objektîvîstên pozîtîvîst îdîa dikin ku civakê bi awayekî zanistî rave dikin, lê tevî vê yekê, objektîvîzma pozîtîvîst dibistaneke fikrê ye ku herî kêm herikîn û pêşketina civakê nas dike. Civakê bê dîrok weke lodeke hişk a materyalîst şîrove dike, bi ravekirineke kêm û çeloxwarî rê li ber operasyonên civakî yên bi tehlûke vedike. Têgîna muhendîstiya civakî têkiliya xwe bi pozîtîvîzmê re heye. Ev kes bawer dikin ku wê bi destwerdaneke ji derve ve karibin şikil bidin civakê. Ev helwestên em behsa wan dikin, di heman demê de têgihiştina fermî ya modernîteyê ye, û ji bo şerên îstîsmarê û desthilatdariyê yên li derve û hundirê civakê têne meşandin sedemên rewa çêdikin. Yek ji gunehên mezin ê pozîtîvîstan ew e ku rastiyên civakî weke diyardeyên fizîkî di heman kategoriyê de bi cih kirine. Wexta ku hûn diyardeya civakî bi rastiyên naguherin re yek bigirin, hûn ê derî heta ser piştê li paradîgmayên civakî yên di nava xwe de gelek nuqteyên mirov pê bixape dihewîne, vekin. Dema mirov ji vî alî ve bi awayekî pozîtîvîst li ekonomiyê binêre, ne mumkin e ku van nuqteyên divê mirov ji wan dûr bisekine nebîne. Wexta mirov milletgiriyê weke îfadeyeke rastiya objektîv fêhm bike, herçiqas di rewşên cihê de bin jî ji aliyî felsefî ve Hîtler û Stalîn yek in, û hûn ê bikevin rewşa wan. Ev herdu jî ango pozîtîvîst hemû û materyalîstên çor jî rastiyên di civakê de weke rastiyên mutleq dinirxînin û nikarin xwe ji vê xilas bikin. Sedema ku mijara pere gelekî nazik û girîng dike têgihiştina bi vê helwesta pozîtîvîst nêzî civakê dibe ye: ango pere bi temamî rastî dihesibîne. Ji lewra bi rêya wî destguhertin her diçe, dihêle ku weke rastiyeke temam bê fêhmkirin.

 

1- Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihiştina zanistên pozî-tîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17. de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide. Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bi-kin, em ê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî em ê weke pirsgirêkeke cid-dî ya bi navkirina zanistê fêhm bikin. Min xwest ez têkiliya vê pirsgirêkê bi pozîtîvîzmê re deynim. Tevî ku ew bi xwe dîn gelekî rexne jî dike, pozîtîvîzm ji dîn û metafizîkê jî paşdetir bi materya-lîzmeke çor di zikhev de dîn û metafizîkek e, û ev yek xwe di asta bêberpirsiyariya wan de bi awayekî eşkere nîşan da. Nîşanên bê-berpirsiyariya wan ev in; li dijî mêtingerî û şer ti tişt nekirin, ew pirsgirêkên xwe jî nehesibandin û paşê jî zanista desthilatdariyê bûn. Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarê şîro-veyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye. Min hêza xwe ya şîroveyê weke bi ciha-nîna qabîliyeta xwe ya maneyê di vê xebatê de ceriband. Encam bi vê ceribandinê re têkildar in.

 

Çawa ku tê zanîn, pozîtîvîzm antî-metafizîk û antî-dînî nîne, berevajî dînekî çor ê materyalîst e, bi tenê bi awayekî şayîk bi cîlaya zanistî ser şapinêzkirî ye. Ya rastî, pûtperestiya modernîteyê ye. Di navbera herdu rêbazên dogmatîk de wekheviya bingehîn ew e, ji hebûna hêzekê bawer dikin ku qanûnên wê li xwezayê hukim dikin. Li şûna qanûnên xwedê bi tenê gotina qanûnên zanistî hatiye danîn. Jê pêve vegotin heman tişt in. Aliyê herî xeternak ê fikra pozîtîvîst, di hukmên wê de nêzîkbûna wê ya di hêza qanûnê de ye. Şîrove tineye. Ji sedî sed e, objektîv e, ev nêrtina hukmê wê ji bo her kesî wekhev tê bi xwe tersê zanistê ye. Ji ber ku bi xetên tûj ên obje-sûbje ji hev tê qetandin di encamê de para şaşbûn û bi tiştekî xapînê jî nahêle. Mirov hewldana çîna bûrjûvayê ya teolojiya serdema navîn weke felsefeyeke zanistî û sekuler boyaxkirî û bi pozîtîvzmê cîlakirî pêşkêşkirina wê fêhm dike. Hemin wê li ser wê şopên rastiya civakî ya malzaroka jê çêbûyî hebin. Ji serdema navîn, heta tevahiya dîroka şaristaniyê ji nêzîkatiyên formên li zêhnên me hatine barkirin em xwe rizgar nekin, bivê nevê pêla pozîtîvîst wê zêhnên mîna êsîr bigire hukim lê bike. Vê rewşê kir ku mirov retorîkeke (hostatiya gotinbêjiyê, cambaziya wê) hişk, pûç, zêde tê dubarekirin weke rastî bibîne û ji vê jî wêdetir firsend neda ti pêşketinê. Li şûna helwesta “Îmam çi bibêje ew rast e”, vê carê jî “Mamoste û fîlozof çi bibêje ew rast e” cih digire. Di bingehê bêkêrî û bêberdariya zêhnê me de ev rastî heye. Ji lewra em mehrûm kirin ku em nikaribin şîroveyek bi tenê der barê xwezaya xwe ya civakî de bikin. Ev rewşeke gelekî xeternak e. Xwe bi xwe mejiyê xwe serkorî û êsîr dike.

 

Dogmatîzma dînî qet nebe bi awayekî mîna hêza barhilgir a rêûresmê hinek rastiyên dîrokî bi bîra mirov dixîne. Di pozîtîvîzmê de ev jî nîne. Di navbera me û rastiyên me de bendeke mezin a xerîbxistinê datîne, dideribîne. Weke hêza hegemon a îdeolojiya Rojava, bi awayekî mîna hîç sîlehê bernede (bêyî ku mejiyê xwe bixebitîne) teslîm digire. Eşkere ye ku heta dogmatîzm neyê şikandin, bi giştî şaristaniya fermî, bi taybetî jî paradîgmaya modernîteya kapîtalîst şikandina wê mumkîn nebû. Ji lewra nikarîbûn bigihîjin hêza şîroveya azad. Ez di vê fikra xwe îqna bûme, ew jî ev e: sîlehên îdeolojîk ji sîlehên eskerî zêdetir bi rola qedexeker radibin. Hingê pirs û pirsgirêka girîng dibe ev e: Em ê heqîqetê li ku û çawa bibînin? Ez dixwazim pîvaneke hêsan bi bîr bixim û bersiva xwe bidim: Te tiştek li ku wenda kiriye, tu dikarî li wir bigerî û bibînî. Naxwe li deverên din, tu li tevahiya dinyayê jî bigere û lêbikolî tu nikarî bibînî. Ji ber ku rêbaz şaş e. Li cihê te wendakirî ne, rêbaza gerî ya li devereke din bi tenê têkçûna zeman û enerjiyê îfade dike. Ez lêgerînên heqîqetê yên serdema me jî dişibînin vê mînakê. Tevî laboratuarên mezin ên lêkolîn û lêgerînê, fonên mezin ên ji bo vê têne veqetandin, rastiyên xwe digihîninê mîna min diyarkiribû bi krîz û êşê barkirî ne. Eşkere ye ku heqîqeta mirovatiyê li pey bi bez e, wê ev nebe. Bersiva min wê weke gelek caran dubareya dubareyê be. Heqîqet bi tenê dikare civakî be. Di pêvajoya şaristaniyê de dema civaka exlaqî û polîtîk hat rizandin û xistin bin serweriya hişk a yekdestdariya desthilatdarî û mêtinkariyê, ev hat wê maneyê ku heqîqeta civakî ji dest hatiye dayîn. Ya ji dest hatiye dayîn, tevî nirxên exlaqî û polîtîk ji dest hatiye dayîn. Eger tu dîsa dixwazî bibînî, divê tu li devera te wendakirî lê bigerî. Ango tu yê li dijî şaristanî û modernîteyê li civaka exlaqî û polîtîk, li rastiya wê bigerî, bibînî. Tu yê bi vê jî qîma xwe neynî; tu yê hebûna xwe ya kirine ku neyê naskirin jî ji nû ve ava bikî. Hingê tu yê bibînî ku tu bi tevahî heqîqetên di buhaya zêr de yên ku tevahiya dîrokê te wan wenda kirî yek bi yek tab û peyda dikî. Li ser vî bingehî tu yê bextewar û şadtir bibî û tu yê fêhm bikî ku ev jî bi civaka exlaqî û polîtîk dibe.

 

REBERE GELAN ( BEŞA 7 E MİN)

 

YORUM GÖNDER

ZİYARETÇİ YORUMLARI

BENZER KONULAR

15 AĞUSTOS ATILIMI BİR KEZ DAHA DOĞRULANMIŞ VE ZAFERE OLAN İNANCI SARSILMAZ KILMIŞTIR!

ÖLÜMSÜZLÜK,BİRAZ DA KAHRAMANCA DİRENİŞTEN GEÇER

ÖNDERLİĞİN 29 HAZİRAN 1999 İDAM KARARI

ÖNDERLİK SAVUNMALARINDA KUANTUM  

AŞK ÖZGÜRLÜĞÜ ARAYIŞTIR

PKK'YE DAYATILAN TASFİYECİLİK VE TASFİYECİLİĞİN TASFİYESİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

MEŞRU SAVUNMA BİLİNCİ

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ CEVAP

HALKIMIZI TASFİYE ETME TARİHİNE PKK'DE VERDİĞİMİZ  CEVAP  

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (1. BÖLÜM)

ÖZGÜRLÜK PROBLEMİ (2. BÖLÜM)

TOPLUMSAL ADALETİN HUKUKLA OLAN İLİŞKİSİ

EMEK VE TOPLUM (1.BÖLÜM)

EMEK VE TOPLUM (2.BÖLÜM)

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE 1.BÖLÜM

ETİK-ESTETİK ÜZERİNE (2. BÖLÜM)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 1 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 2 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 3 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 4 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 5 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 6 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 7 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 8 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 9 E MİN)

LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ NAVEROK (BEŞA 10 E MİN)

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-I

İMRALI ADASINDA CEZAEVİ YAŞAMIMA DAİR

KOMPLO ORTAMININ OLUŞUMUNA DAİR-II

DEVRİMCİ HALK SAVAŞINA KARŞI NATO’NUN GLADİO SAVAŞLARI

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-1-

ÖZGÜRLÜK ÇOCUKLUKTA BAŞLAR

‘YA ÖZGÜR YAŞAM YA SOYKIRIM!’-2-

DEMOKRASİNİN ÖNCÜLÜĞÜNÜ HALKIMIZ YAPACAKTIR 

GÜZELLİĞİN İÇERİĞİNDE TOPLUMSALLIK VARDIR, KOLEKTİVİZM VARDIR

UCUZ YAŞAM YOKTUR, UCUZ YAŞAM ÖLÜMDÜR

YAŞANAN PATLAMA OLAYI TARİHLE EN ŞİDDETLİ HESAPLAŞMADIR

ZEMİNİMİZ SON DERECE DEVRİMCİDİR

NASIL YAŞAMALI?

RUHUMU SATMAMAM ÖZ SAVUNMAMDIR

DEMOKRATİK ANAYASAL ÇÖZÜM GELİŞMEZSE HALKIN DİRENME HAKKI VARDIR!

DEMOKRATİK ULUS ÇÖZÜMÜNÜN ARAYIŞÇISI OLMAK

KÜRT HALKININ ÖZGÜRLÜK İRADESİ BENİ UMUTLANDIRIYOR

PKK BİR ÖZGÜRLÜK HAREKETİDİR

KARARLIYIZ KESİN KAZANACAĞIZ

DEVRİM BÜYÜK BİR GÖNÜLLÜLÜK OLAYIDIR

ÖZGÜRLÜĞE GÖZÜNÜ DİKMEYEN ÖZGÜR OLAMAZ

PKK EVRENSEL BİR HAREKETTİR

PKK, MEZHEPLER MOZAİĞİDİR

ÖZGÜRLÜK OLMADAN ETİK VE ESTETİK OLMAZ

KADIN KURTULMADAN

DEMOKRATİK ULUS KÜLTÜRÜ

CHE GERİLLA TARZININ BÜYÜK TUTKUSUDUR

SOSYALİZM CİNSLER ARASI UÇURUMUN VE EŞİTSİZLİĞİN YIKILMASIDIR

PKK, BÜYÜK YAŞAYANLARIN PARTİSİDİR

GÖÇ, GÖÇ...

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (1. BÖLÜM)

DEVRİM, KENDİ İÇİNİ NETLEŞTİRME HAREKETİDİR (2. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK  (1. BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (2.BÖLÜM)

KÜRT AŞKI

TOPLUMUN ÖZGÜRLEŞMESİ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (3.BÖLÜM)

SINIRSIZLIK VEYA MEZOPOTAMYALI OLMAK

ALEVİLİK KARDEŞLİĞİN ÖZÜDÜR

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (4.BÖLÜM)

ORTADOĞU'DA DEMOKRATİK MODERNİTE ÇÖZÜMÜ

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (5.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (6.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (7.BÖLÜM)

APOCU MİLİTAN KİŞİLİK (8.BÖLÜM)